1. tutûna ku ne wekî golden virginia be jî dîsa jî xweş e.. bêhna meya sor jê tê.. rêngê wî jî gorî tutûnên din hinek tarî ye.. |
|
27.04.2015 23:43 ~23:43 |
rûbar payîz
|
2. Tûtina îngîlîstanê ye ku ji tûtinên din ên ambalajkirî xweştir e. Bêhna wê jî xweş e. Li gorî hinekan bêhna zeytê jê tê, lê ya rast bêhna şerabê jê tê lew tûtinê dixin nav şerabê. |
|
28.04.2015 01:39 |
mergehez
|
3. nizam çi pê hatiye lê ev nêzî mehekê ye pakêtên wê yên zer li piyasayê tune. çend roj berê bi xwe bawer li duty freeyê çûm beşa tûtinan, min got ew hemû tûtinên li dikanan tên firotin ji vir tên, lê min çi dît li wir jî tune bû. min hinekî dua kir li ser ruhê wê paşê min dît ku pakêta şîn heye. heta niha min ji xêndî pakêta wê ya zer tu versiyonên wê nekişandibû loma min pakêtek a şîn girt. xwezî min negirta xwezî ew meraq di dil de bibûya cincoq li wir bima. tama wê gelek giran e. bi zorê min cixarak qedand. pêşniyara min ew e ku hûn nikaribin drum bikişînin qet vê malmîrata şîn nekirin, heyfa perê ku hûn ê bidinê.. |
|
25.05.2017 00:21 ~00:25 |
mergehez
|
4. hîn jî tûtina min a favorî ye. li swîsrêyê tama wê cudatir e lewma her bêriya tama versiyina wê ya free dutyyê dikim. çend kîlometre dûrî min Elmanya û Fransa ye lê ji ber nebûna nasnameyê nikarim hema derbasî wir bibim û ji xwe re versîyona free dutyyê bikirim. ku kesek bê van doran, nabe ku pakêtek old Holborn ji bîr bike û bê! Hay jê hebin! |
|
30.11.2019 23:43 |
mergehez
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |