Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 10 peyam
    stephen hawking - tirşik
    stephen hawking
    (0) (0) (12)
    di mijarê de bigere

    1. kozmolog, astronom, fîzîkzan, nivîskar û teorîsyeneke îngîlîz e, sala 1942an li oksfordê hatiye dinyayê, li ser mekanîka kuantumê, big bangê û şêweyê çêbûna gerdûnê tez û teoriyên wî yên fantastîk hene.. destpêka salên 1960an hêj 21 salî bi nexweşiya alsê ( Amyotrofik lateral skleroz) ketiye, evê nexweşiyê hemû sîstema demarî (nervous system, sinir sistemi) ya wî têk biriye, ji ber vê nexweşiyê nikare pêdiviyên xwe yên fîzîkî pêk bîne, lê aqilê wî zirar ji vê nexweşiyê nedîtiye ji ber nexweşiyê li ser kursiyê astengdaran dijî, sala 1985an dengê wî jî çûye, ji bo pêdiviya xwe ya axaftinê û têkilîdanînê jê re sîstemeka kompîtirê çêkirine û bi kursiyê wî ve kirine, di bîra vê kombersê de 2600 peyv hene, stephen hawking dema hest bi tiştekî dike, an dixwaze biaxive pêl haleta elektronîk ku parçeyek ji wê sîstema kombersê ye, dike, di deqeyekî de dikare deh peyvan binivîse, ew sîstema kombersê jî wan peyvan vediguhêze dengan..

    ligel nexweşiya xwe hê jî di warê astronomî û astrofîzîkê de wekê otorîte tê qebûlkirin, pirtûkên wî yên di vî warî de nêzikê li çil zimanan hatine wergerandin..

    li gorî nûçeyekî, ji devê wî tê gotin ku bi qasê 1000 salekî emrê dinyayê maye, dibêje mirovahî divê li gerdûnê ji xwe re koloniyan ava bikin.. dema min xwend kurdistan hat bîra min, ez ditirsim ku tam wê roja kurdistan ava bibe, qiyamet rabe û dinya serûbino bibe.. *



    2015.04.28-21:44 | endazer

    2. Zanyarè kû derheqé jiyana wî de filîmé the theory of everything hatiye çékirin e.



    2015.04.28-21:58 ~21:59]| cemedî

    3. Di gelek episodên Simpsonsê de cih girtiye, lewre gelek kes his dikin ku ew karakterekî Simpsonsê ye * Dema dikevim depresyonê şîretên vî camêrî tînime bîra xwe,welhasil in Prof.Hawking we trust. Mîzaha wî jî xweş e haa, li hevpeyvîna wî ya gel John Oliver binerin.



    2016.08.16-12:47 | elielilamalama

    4. di axaftineke xwe de gotiye "eger em rastî fezayiyan werin, divê em bi lez bersiv nedin. eger fezayî ji me aqiltir bin û şaristaniya wan ji ya me bilindtir be, wê demê emê bikevin halê çermsoran yanê amerîkiyên resen". weke ku em hemû dizanin dema ku ameîkiyên resen rastî kristof kolomb hatin, rewşa wan pir xirab bû.



    2016.09.24-16:40 | nazim tolhildan

    5. di fikra xwe ya "em zû bersiv nedin sînyala fezayiyan" de mafdar e.

    ger rojekê fezayî xwe bigihînin me îhtîmala mezin wê ew be ku ji me gelek zêdetir biaqil bin. ez bawer nakim tu canberên ku kapasîteyên wan evqas ji hev cûda ye, bikarin di nav aştiyê de bijîn.

    ma mirov û canberên din dikarin di nav aştiyê de bijîn?



    ger ferqa di navbera me û wan de, ji ferqa di navbera me û kuçikan de, mezintir be?



    2016.09.24-22:10 | simurg56

    6. wekî biaqila malê bi aqil nedibû.. lê belê gelek aqilî bû..niha di derbarê fezayiyande gotiye ji mêjiyên minre bibêjin lîlahîl fatiha *



    2016.09.24-22:17 | shorbevan

    7. Dibe ku meseleya fezayiyande mafdar be lê dibe mirov fezayiyan peyda bikin û ji wan bi pêştir bin, hêvidarim em ya çermsoran li serê wan jî neynin.



    2016.09.25-18:11 | azadixwaz

    8. heke nivîsê ku min xwend, rast be, vê kalemêr vê car jî gotiye ku heke fezayî hebin jî texmîn nakim ku ji merivan pêştir bin. were guh li gotinên wî bikin! lê gotinên wî yên ku qala sihetiya dinyayê dikin, rast e bi ya min jî: divêt bi 'ecele meriv ji xwe re gerstêrkekî din bibîne.



    2018.02.06-19:16 | biruya hayao miyazaki

    9. lêkolînerê jîr û jêhatî, di 76 salîya xwe de ji vê dinyê bar kir.

    tê gotin piştî einstein, mirovê/a herî jîr ew e. gotareka wî ya xweş hebû, bi navê "ma xweda zar diavêje? - tanrı zar atar mı?" hûn dikarin ji Googlê peyda bikin an jî ji vê lînkê: Here lînkê



    2018.03.15-10:24 ~11:40]| xendekî

    10. 14'ê Adarê mirî ye. 14 Adarê roja çêbûna Einstein e jî.



    2018.03.15-12:32 | serpale

    11. dermanê nexweşiya wî îcad bibûya bes bû lê emrê wî qîm nekir. ji destê felekê qehb filitî (1942-2018).



    2018.03.15-13:40 ~2019.06.17 23:58]| mirovekirind

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    rewş û psîkolojiya kurdên xwende yên ku bi kurdekî re nazewicin [2]
    Kurdên ku welatparêz jî bibin zarokên wan kurdînezan mezin dibin û di ...
    gul li gulperestan tê [1]
    Nivîsa nivîskarê rojnameya xwebûn her wiha nivîskarê tirsik.ne...
    rewş û psîkolojiya kurdên xwende yên ku bi kurdekî re nazewicin [2]
    mijara ku dema min hevokêmn wê yên ewil xwendin, çend mînak hatin bîra...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 7ê tîrmeha 2020an Bûyer 1189 – (vbnr: Richard...
    uğur kaymaz [2]
    helbesteka jan dost heye li ser uğur kaymaz. (bnr: serbazo) (stur: ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » stephen hawking

    Kategoriyên mijarê:: zanistifeza niviskarznst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî