Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
1. pêşangeha pirtûkan a amedê - tirşik
1. pêşangeha pirtûkan a amedê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pêşangeha ku wê 12-17'ê gulanê de li amedê bê lidarxistin e.

piştî ku tuyap'ê bi biryareke siyasî fuara pirtûkan a li amedê betal kir, ê me jî hişê wan hate serê wan û gotin kuro ma ne em ne hewceyê wan tirkan e. Axir şaredarî û weşanxaneyên kurdan xwe dan hev û gotin de haydê em bixwe fuara xwe an pêşangeha xwe pêk bînin. Di encamê de ev pêşangeha pirtûkan a amedê derket holê. Wê di hefteya cejna zimanê kurdî dhati navbera 12-17'ê gulanê de be, li amedê, li sûmerparkê be.



05.05.2015 20:43 | xendekî

2. pêşangeha ku ji bo avakirina kona portable karkiran dikir ku can ji xwe bigre ye. kona pêşangehê li kêleka pirtûkxaneya mehmed uzun vegirtin. ciyê wê xweş e lê biçûk e. yano ez nebawerim tirşik tê de cî bigre.*



05.05.2015 22:12 | şêxê bêserî

3. Li amedê, cara pêşî ye fuareke bi vî şeklî, fuareke pirtûkan li dar dikeve, girîng e. Meriv dikare bername û çalakiyên fuarê di vê pirtûkçeyê de bibîne.



Here lînkê



06.05.2015 21:52 | diclefirat

4. min li çalakî û bernameyên pêşangehê nêrî, yekî jî bala min nekişand.. ya ku cihê kêfxweşiyê ye, bi qasê ji bernameyan dixweye, komîteya amadekar ferqî nexistiye di nav weşanxaneyan de, cih daye herkesê cih xwestî, dîsa cihê kêfxweşiyê ye ku bêtir giranî û giringî dane weşanxane û nivîskarên kurd ên kurdziman, neketine ber bayê popûlîzmê û zêde cih nedane weşanxane û nivîskarên tirk û kurd ên tirkziman.. tişteke din ku bala min kişand, ji parçeyên din û ji xerîbistanê beşdarbûn gelekî kêm e, ji bo nimûne min navek tenê jî ji rojhilatê kurdistanê nedît, dîsa çend nav hene ku wekê axêver beşdarî çend bernameyên li ser xal û mijarên cuda dibin, naveroka pêşangehê jî biçekÎ qels û zeîf xuya dike, bêtir giranî dane ser mijarên wêjeyî, mixabin di kurdî de dema mirov behsa pirtûkan dike pêşiyê wêje tê bîra xelkê, le ya rastî wêje parçeyek biçûk ya weşangeriyê ye, wekê dî bi sedan beş û branşên jêreşaxên weşangeriyê hene..



û xwezî derfet hebûya tirşikê jî ji xwe re standek vekiribûya..



07.05.2015 20:29 | endazer

5. pêşengeha ez nêeşkena şêrî.



ez stenbolî de ya û demê pêşengehî zî yeno wextê zanîngehê min. la belê ez ser înternet ra bişopînî û hevalê xo ra zî wêne û kitabî biwazî.



û înşela daîm biba.



12.05.2015 01:55 | endazyar

6. (bnr: bernameya 1. fuara pirtûkan a şaredariya amedê) ji lêgerînê bawer nekirin



fuara kû min pirtûka bi xwenda ezê biçûma minê çend heba bi dizîya.



12.05.2015 10:48 ~10:54 | shorbevan

7. pêşangeha ku xwedê kiriye ez ne li welêt im. heke ez li wir bûma di vê bêperetiyê de ez ê wek pisîka li goşt dinere biêşiyama.



wekî din xwedê kiriye saziyên me dest bi çalakiyên hevpar kirine. spas ji gişan re.



13.05.2015 15:06 | berxweda

8. pêşangeha ku ez ê sibê biçimê ye. bi qasî ez dizanim wê firat cewerî jî di 16.00'an de li wir bibe. tişteke din jî ew e ku tê gotin weşanxaneyên tirkî zêde nehatine îsal. gelo serî lê nedane an jî tişteke dî heye nizanim.



14.05.2015 16:27 | kurê xelkê

9. îro bi serekî çûm, min karê wergerekî li xwe kir bela, du pirtûk jê kirrÎn, û di ser rêya vegerê de qederê saetekî guhdarî konsêrta agit ışık kir û hatim mala xwe ve..

paşê eger bi xwe re bibim belkî çavdêriyên xwe yên li ser pêşangehê binivîsim..



17.05.2015 00:12 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşangeha şener ozmen ya li arterê

Kategoriyên mijarê:: pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî