Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
teşebbusa xwekuştinê ya mihemed pêxember - tirşik
teşebbusa xwekuştinê ya mihemed pêxember
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bûyera ku bi lêhaybûna wê, wê gellek kes şaşomaşo bibin û Teşebbusa ku xwe dispêre çavkaniyên weke bûharî û taberî.Here lînkê yanî hima bêjin rast e lê misilmanan digel zanebûna vê yekê jî tim û daîm piştguh kirine. Kurteya bûyerê wiha ye:
Salên pêşîn û dijwar yên pêxemberiyê ne. Û piştî wehiyên pêşî tam sê Sal derbas bûye û wehî ji xwedê daneketiyê û ev him bawermendan dike gumanê him jî neyarên mihemed pêxember lê sor dibin û him jî pêxember bixwe bixwe jî ditengije û dilteng dibe lê nizane çi bike. Lewre wî û çendek misilmanên ku dane dû ji bajarên mekkeyê der kirine û li çolê di zikê konan de tî û birçî dijîn û ambargoyeke bêwijdanî dane ser wan. Di vê rewşê de hin misilman ji tî û birçîna dimirin lê hê jî tu xeberek ji xwedê tune. Û gotinên neyarên pêxember yên weke "mecnûn", "dîn","xeyalan dibîne" " xwedayê wî terka wî kiriye" filan û bêvan êdî li pêxember bûne bar û êdî ew bixwe jî dikeve bêhêvîtiyê. Di nav fikra gelo xwedê ji bo çi terka min kir diçe û tê û hetta dibe ku ji pêxemberiya xwe ew jî ketibe gumanê lê têdernakeve û dikeve binê berpirsyariyek mezin ji ber ku hin misilman di rêya dînê wî de canê xwe dane. Û bi van fikaran biryara xwekuştina xwe dide û diçe serê çiyayê hîrayê da ku xwe biavêje. (ji vê derê pê ve pêxember bûyera xwe vegotiye) Tam wê xwe biavêje xwedêgiravî cebraîl derketiye pêş û gotiye xwe neavêje tu resûlê xwedê yî. Hinekî dilê wî rehet dibe û tê xwarê lê gava tê xwarê dibêje herhal min dîsa xewn dît û dîsa diçe da ku xwe biavêje û dîsa heman bûyer û çend carên din jî û çend carên din jî heya îkna dibe ku resûlê xwedê ye û piştî vedigere nav ehlê xwe çendek şunde weke avê wehî dibarin...



05.05.2015 23:47 ~2020.04.12 13:29 | ceso

2. ∆∆∆
mihemed temam me bawer kir:






12.04.2020 13:36 ~14:04 | hespêsor

3. ku mirov wek pêxember wî bibîne; ya jiyayi pir zehmet e ku çend sala wahiy nehatî û ummet perîşan bûye û ew jî nizane wê çibike. tiştek ne ecêb e.

ku wek şoreşgerekî jî wî bibîne ; di dawiyê de insan e. pir mirovên şaraza wek nvîskaran an jî wek feylesofan xwe kuştin e.

bi kurtasî; bi min îxtîmalek wisa heye.



12.04.2020 13:55 | de facto hozan

4. tiştekî wisa tinne , li ser bihîstina nexweşîya wî tev millet kom bû ye .
wî jî xutbeya weda yê kir ye .



12.04.2020 13:58 | shwinsherm

5. li gor çavkaniyan sê sal na belê 12 an 25 an jî 40 roj navber ketiye ser dahatina wehiyê. ji xwe sê sal ne mimkûn e xwûdê pêxemberê xwe bê wehî bihêle. jê re dewra fetretê dibêjin piştî vê bûyera diltezîn her çar ayetên pêşîn ji sureya dohayê nazil bûne ku di Quranê de yek ji wan çend ayetan e ku dema dixwînim kelogirî dibim.

bi navê xwudayê Rehman û Rehîm

1. sond bi dema têştegehê,

2. û sond bi şevê dema ku dibe tilîçav û tarî dibe,

3. (Ey Muhemmed!) Rebbê te terka te nekiriye û nake û qet kerbên wî jî ji te venebîne.

4. hema her axret ji bo te ji dinyayê baştir e.

5. Bi sond Rebbê te wê gelek xelatên baş û berketî bide te, vêca tu yê baş pê razî bibî.

6. Erê ma tu ne sêwî bî, ma paşê Xwudê tu nevehewandî?

7. Erê ma tu yê ne heyirî bî, ma Xwudê tu neanî ser rêya heq û rast?

8. Erê ma tu yê ne feqîr bî, na Xwudê tu zengîn nekirî?

9. Vêca tu jî qet tu cara tedayê li sêwiyan neke û neêşînine!

10. Û çi kesên alîkarî ji xwestin jî li wan neheytîne, wan ji ber deriyê xwe nezivirîne.

11. hema her behsa nîmet û qenciyên Rebbê xwe bike.

(Sûreya Duha)



13.04.2020 00:33 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» teşebbusa xwekuştinê ya mihemed pêxember
» mihemed riza şeceryan
» pêxember mûsa

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî