Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
helbestên favorî ên nivîskaran - tirşik
helbestên favorî ên nivîskaran
(9) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Delal



Ku dil dîlber be lê xwe dîlber kî ye

Eger dîlber dil be, lê navê dil çî ye

Ez dil û dîlber tev lî hev dibînim

Nizanim ku dil kî û dîlber kî ye



Delal herdu çavê min qesrên te ne

Nav herdu çavê min çîhê pîyên te ne

Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî

Û bi mijangên min biêşin pîyên te





Baba Tahirê Uryan



26.07.2013 02:25 | brusk56

2.

Janya



xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

naqosên dêran kerr...

minare kin...

doktrînên dekolte lixwekirî evdal...

sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû

damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne

barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko

hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî

xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re

vokalîstiyê bike

(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)









peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li

ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar

dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,

aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm

dibe ku dimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min dike di

devê min re derkeve ji qehra...







çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan

çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û

çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê

gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, min

venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir,

maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim, bi qasî yez-

danekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez,

min diafirand di çarmixan de, min her çavê xwe li destmal-

ka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand, bi îskeîskeke zen-

garî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam,

goştê hov ji te re ricifeke ruh divê,

nêrîneke şêtiya şûran divê,

ez heta qirikê binicihê tirbê

..............................hilnayêm janya

..............................hilnayêm porkurê

..............................di tirban de hilnayêm ha! ! !







a li eniya te nivîsî ne ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê

min e, dengê min diêşe, welê bi sewteke berz û peritî min

dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te, çirreke şiîr

didoşim ji hewraniyên sipîboz ji bona çivîkên çavên te xwezî

janya min îmana te ya rewnaq bihewanda, xwezî berxê ji

xeynî te pê ve, bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira,

bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigeren-

da, di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te biki-

ra zîndana zimanê xwe

lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

ez hêmayeke heyama hewaran,

di herban de nîşangeha riman

serî gog, çav xar, zikçirîyayî



RÊNAS JİYAN



26.07.2013 03:59 | serhed7

3. çîroka kûçikên birçî-



bê welat jî mirov dikare bijî

mîna kûçikan

mîna kûçikên bêxwedî jî

dinya welatê min e

mirov dikare bêje

mîna utopîstan

mina kûçikên utopîst

lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî

pehîna xwe li te dide

biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide

him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke

him tukes li te xwedî dernekeve Û li seranserî cîhanê

hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî

wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be

ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!



helbestvan: ferîd xan



têbinî:bi riya tirşik-ê ya ku ev helbest demeke zor û dijwar de ji min re şand û dilê min şad kir re jî spasiyên taybet.



26.07.2013 10:57 | bazirgan

4. serî de dixwazim ji her kesî lêborîna xwe bixwazim û dizwazim jî.*, ji ber ku ev helbesta ku yek hevalê min, ji min re şandiye bi zimanê tirkî ye û dû re kerem kin helbest ;



"molotof başimda duman

ilk mitingim, ilk heyecan

kovaladikça kaçan

tirko polisi misin "



06.11.2013 20:03 | brusk56

5. BILBILÊ DILŞADÎ



Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira , birîna me kûr e



Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can

Dengê te ye xweştir , ji ney û nay û bilûrê



Sê hawe te deng , yek ji sira bayê siba ye

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye



Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e



Karwanê me va bi rê ketî , lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî



Bahoz e çelapek têne me , ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval , rêça me dûr e



Çar hawîr me diz û keleş in , têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir , heyf û mixa bin



Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel , gur zûre zûr e



Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar

Gorî te bim bilbil , ji serê darê tu wer xwar



Da pêk ve mijûl bim , bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e , li ser gerdenê şûr e



Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev



Dinya bi xwe dewran e , bizan geh roj e , geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e



Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der



Rewşen kirî Kurdistan ,bi carek wê seraser

Nîşana sibê ye , fereca xêrê ne dûr e



Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye



Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e



Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan



Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje:jîn divê kotek û zor e.



helbestvan: seydayê tîrêj



18.05.2014 14:56 | xwelî li ser


7. TU DILTENG Î

Tu dilteng î
Bo jinebî,
Bo mêrebî,
Bo wan pitikên bê bav in..
Ez jî ji te diltengtir im
Bo wan perî û xweşsiwarên
Bi salan e ji dayîk nabin!

Abdulla Peşêw, Hemû Berhem II, r., 475, wrg. Zulkuf Ergun, Weş. Peywend



07.05.2020 23:38 | tizbîkêş

8. ne favorî ye, lê pir kêfa min jê hat. qey ya mewlana ye. nizanim:
‘Ettar li heft bajarê eşqê geriya
Lê hêj em di astenga kolanekî de ne.



16.11.2020 17:14 | biruya hayao miyazaki

9. jiyan carekê ye
û evîn carekê


Ma kî yê emrekî din bide me berfîn
Kî yê bibe loqman ji birînên me re


Ma ne em birîndarên heman kêrê ne
zarokên heman çîrokê
Ma ne em lehengên heman xewnê ne
Bendewarên heman rojê


Parsa evînê nabe berfîn

mihemed ronahî - Salnameya Evînê (2)



16.11.2020 18:15 | merwano

10. (bnr: rojekanim)
(bnr: keştiya bayê)



16.11.2020 20:09 | keyomerd

11. "min bi heft zimanan
ji heft jinên di tengasiya zayînê de
duayan berhev kir
ji bo hatina te
nizanim xwedê bi kîja zimanî dizane?"

.....
gulizer - dia



16.11.2020 21:37 | yûsiv

12. Rojbaş Roza
Rojbaş
Beyanî be xêr
Ez û tu
Bi çivik-firê
Sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr
Lê, bi giyanî
Ji canê hev ji hev re nêziktir in.

Dengê min nagihîje te, dizanim
Di vê berdestî sibê
Di xewka şîrîn
Pêjnê
Hilîne
Ku bibêjime:
Di xewnê de rojbaş

Di xeyalê de beyanî be xêr.
Bi nermî çavên xwe veke
Tevzî li ser tavzîyê bi şîranî
Belav ke li canê xwe
Û bi giranî
Bi bîr bîne ku
Ev herikîna pêlên pêjnîn
Di ser bej û derya de
Bi milmilîn
Bi axîn
Derketiye.

Ev ne nonûçe ye, metirse
Ev ragihîn
Ev dazanîn e, ji dilê min ve
Dilê min
Kaniya agir
Dilê min
Kevanê evîn.

Xarîta dinyayê veke li ber xwe
Li hêla bakurîn binihêre
Tê bibînî
Bejekî
Ku mîna nikulekî kêrr
Serejêrî atlantîkê biye
Serî,
Ji derya qeşemê gewr
Û dilê wê
Ji bêriya rojê dixewire
A...
ha!
Li wir e,
Hêlîna tenyayiya dilê min.

Gul li şaxê
Kulîlk di guliyê xwe de geştir e.
Ku ji avê derkeve
Masî
Dimire
Rast e,
Meriv meriv gotiye
Masî jî masî...
Em,
Ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
- Bi çavek xwas
Gava lê bê nihêrtin-
Lê em jî
Ji hêlîna xwe ya çande-civakî
Ku dûrkevin
Ji wan gelek
Ne teveltirin.

Ez,
Ne şaxa hewrê
Ne şiva mêwê me
Ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve
Ji nû ve reh berdim di axê de.

Tu wisa
Bi çavekî xwas
Bi mantiqekî rût
Li sinê min menihêre.

Heriya min,
Di teşta çandekî mêjûyî de
Bi hezar salan
Hatiye hevîrkirin
Û ez hatime patin
Di hêtûna
Netewebûyîna
Gelekî
Kevintirîn

Û ez
Ji Zerduşt pîrtir
Ji sedsaleya xwe
Hêşîntirîn.

Biyanîtî dijwar e, Roza
Biyanîtî,
Kabûsekî har e, di ser sînga meriv de
Û tenyayî
Mîna dilopekî xwas
Li Okyanûsa Mezin
Bi serê xwe:
Bê windabûn,
Bê fetisîn
Jiyîn...

Ey tîhna di nav pêlên xwînê de!
Meqerime
Meqerise
Raneweste weşekî
Bifûre
Bikele
Meawiqînê gera xwe
Haya te
Ji te
Hebe.

Bo welatê xwe, ji welat dûr im
Bo welatê xwe cêlî û tenya
Bo welatê xwe,
Li van deveran tengezar im.

Ey olana heyvê
Ku niha
Leylana wê li Diclê
Li Firatê diîse
An mîna keçperiyek dileyize
Li ser deryaça Wanê
Û ey kevirên reşî Amedê
Ku niha
Li ber tava wê dibirise:
Hûn nizanin ku dilê min
Çawa bi we ve ye,
Bi bêriya we çawa davêje
Çawa dimerise
Ji weşê carek.

Rozayê!
Xweşkokê
Şîrînê
Hişazayê
Li pêş vêna min ronahî
Di şêna min de, serketina li xwezayê
Lê,
Bûka yekşevîn
Ku tevî zavê ranezayê:
Ramîse ji ber min ve
Bi çavên xwe î kesk î belek
Stêrkên me
Yek bi yek
Û derkeve pêrgîna Rojê
Bi sariya sibê
Bibêje:

- "Ey dostê min î rabirdû
Mefera pêşbîra me!
Tê kengê bibişirî ji me re?
Kengê bi me re
Derkevî serketinê?"

Roza!
Dilmiza, evîna min
Xweşî şahî bo te
Rojbaş
Beyanî be xêr.

kû kî dixwaze g^hdar bike, bila keremke;



17.11.2020 05:42 | kurêbavêxwe

13. Û hê jî em zarokên te ne Qazî!
Te bernadin ji jîna xwe
Bi te dijîn evîna xwe
Ehmed Huseynî



02.02.2021 01:09 | yaqûp

14. helbet favorîya min helbesta Rojen Barnas-Rojbas Roza`ye... Bixwedê şev û roj, li ber behr û li ser çîyan û herî zêde jî dema baran dibarê li ber pencere rûdinim û gûhdar dikim¨li ser youtubè..
Fermo, hûn jî guhdar bikin, bi mishefa reş hûn pêşman nabin. lînka wî jî ev e;
Here lînkê



02.02.2021 04:25 ~04:26 | kurêbavêxwe

15. Şevekê, hew şeweqê
Ji paşîvê hetta şeveqê
Ez bibûma bahrek
Û tu kelekek bûya li kêlekê

Arjen Arî



02.02.2021 10:12 | edd

16. Şîwenî şehîdanî kurd

Em asmane şîn e, kewa bergî matem e
Tehlîlî wa kirawe ke qubbey xem e, tem e

Çerxêkî kon e, makînekey jengî girtuwe
Çewrî nekey be xwên, pekî sûrranî kewtuwe

Pîrêjinêk e her şewî şûyê deka be xellq
Sûraw be xwênî mêrdî deka, pêy delê: şefeq

Gullgûn be xwênî aşiq e dêwcamekey felek
Çingî pillingî nawete jêr qaqûmî bellek

Gahê be xwênî “alî nebî” sûr ebê Furat
Xwênawî kurdî têkell e Dîcle ke ziyad ekat

Em ‘esrî bîstemî medenîyet le axira
Herlayekî qenare bû bo ême hellxira

Ewyan Yezîdî zallim, em xayinî le’în
Ta key be dest emanewe ya reb esîr ebîn?

Daway heyat ekeyn, be mematî tê degen beşer
Ferqî nîye çi jîn û çi mirdin, çi xêr û çi şerr

Herçî reîsî kurd bû be sêdareda kira
Baqî be mallî Xuwaşewe sûta le agira

Ta êsta hellnekewtuwe, wek gewrekanî kurd
Rohyan spard le rêy wetena, nalleyan nekird

Kê dî be xeyrî mîlletekem lem tebare da
Înşadî şî’rî mîllî le payî qenare da

Serdarî ême bû, ke le ser dar be pêkenîn
Bangî dekird: Be kuştinî min mîlletim dejîn

Şad în û fexrî pêwe dekeyn, bem hemîyete
Mirdin ke bo jiyanî weten bê, mezîyet e

Ax xozge helldekewtewe êmeyiş le firseta
Wêney ewan bijîn le dillî pakî mîlleta

Şert bê hetaku layê le layê nebêtewe
Xwênsendinî ewane le bîrman neçêtewe

Em xwênî kurde herweku xwênî siyaweş e
Xwênî nesênî helldequlê, daîma geş e

Nawî emane lazim e bîkeyne ber hemû
Tehîyicî hîssî mîllî ye bo întîqamî zû

Serdefterî şehîdî weten nawî Xalîd e
Wek nawî Xalîd e, le dilla xoyşî xalîd e

Şêx Qadirî reîsî hemû xanedanî kurd
Mîratî ceddî “kerb û bela” bû, be îrsî bird

Daykî zeman e carêkî tir nayenête dî
Lem kurde da xezenferî wek Sey Mihemmedî

Xo Şêx Seîdî gewre le maddî û me’newî
Nebuwe be ‘ezm û rezmewe pîrêkî wa qewî

Yusif Ziya ziyayê bû. Ax! zû kujayewe
Gewrey Kemalî, rêwîyekî gerr bû be layewe

Duktor Fuad ke rojî ezel eşqî kurdî bû
Ta mird le hesretî wetena, ahî ser dîbû

Dû aşiq in, Fuad û Kemal, herdû bêmîsal
Em eşqeyan geyandbuwe mertebey kemal

Qoçzade qoç bû, wa buwe qurbanî mîlletî
Sed aferîn le roh û le qoçî hemîyetî

Zaten şehîd şerîf e, Şerîfîş şehîd kira
Kurdî qirran bû, qirr le wezî’ û şerîf xira

Lem qaflley mubareke da şaî’rîş hebû
Bo weznî şî’riyan egîne xetay nebû

Bo ême lazim e hemû salê heta dejîn
Em rojî bîstûçiwarî eyare bikeyn be şîn

Pîremêrd



02.02.2021 12:03 | keyomerd

17. (bnr: ey reqîb)



02.02.2021 12:53 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ehmed huseynî
» favorî modela erebeyan a tirşikvanan
» êntropî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî