Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
elegez - tirşik
elegez
(21) (0) (6)
di mijarê de bigere

19. çîyayê li hemberî agirîyê ye. li gorî efsaneyeke kevn, elegez û agirî herdem bi hev re çavnebarî kirine û bi hev re nifirê giran gotine.



elegez ji bo agirî wiha gotîye: mij û dûman qet li ser te kêm nebe.

agirî jî ji bo elegaz wiha gotîye: mişk û mar qet li ser te kêm nebe.



bi rastî jî nifirên herdu tev pêk hatîye. li ser agirî mij û duman get kêm nabe. li ser elegez jî mişk û mar wek welat bi cîh bûne.



03.12.2013 12:13 | nazim tolhildan

20. nivîskarek ziman-tûj e. carina wenda dibe, lê gava vedigere, tê û bi herkesî re dikeve nav nîqaşên li ser 1-2 mijarên diyar, de.

henek menek, xweş dinivîse. li hemberî êrîşên, xwe dîsa bi êrîşan diparêze.

(bnr: parastina herî baş êrîş e)



29.12.2013 13:53 | simurg56

21. ji mûzîKê fêm nake rock mûzîka kurdî/22532

ji rock mûzîkê qet fêm nake. ger fêm bikiribûya di derbarê harun atamanê koma rewşenê de bi vî awayî nediaxivî.

te kîjan strana harun neeciband ? te çi ji cilên wî ên çerm e ? a te tune ye tu lewma wisa lavzan diavêjî ?

henek li aliyekê, gelek rexneyên neheqî û ne di cî de kiriye, di derbarê harun ataman û jan axîn de.

bila haj xwe hebe, em hemû leşkerê harun ataman in *



02.01.2014 11:50 | brusk56

22. Nivîskara ku çû û çû û çû nema hat...



26.01.2014 16:49 | ceso


24. nivîskara ku ditirsim tiştek lê hatibe.

yanê hey nexwe bawer nakim ku ev qas ji tirşikê dûr ketibe. teqez tiştek lê hatiye *

ger tiştek lê nehatibe, piştî vê peyamê bawer im wê bê û rewşa xwe rave bike *

qene carek têkeve, ew jî bes e, em ê têketina dawî binêrin û bizanin hê dijî ..



28.01.2014 01:10 | brusk56

25. li kÛçe û kolanên amedê bi pey şopa kÛtûka nivîskarên kurd ketiye.. sê cara navê johny deep hildin dê derkeve..



28.01.2014 01:22 | endazer

26. bangggg banggggg bangggg !

nivîskarA ku aniha girêdayî ye ..

(bnr: ka tu derbasê aliyê din bibe)



06.02.2014 00:39 | brusk56

27. çeman

ji kerban

perîkên avên xwe rûçikandin

tu nehatî

dilketî xurifîn

tu nehatî

dest avêtin namûsa hechecîkan

tu cardin nehatî

hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin

tu dîsa nehatî

ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...

ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...

hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu

axx bê! ...

şev û roj li min hatine xezebê

de haaa! ... tu li ku ma?



06.02.2014 01:57 | ferhenga şikestî

28. nivîskarê ku nehatiye civîna yekemîn a tirşikê a dîrokî a ku peyama serok apo lê hat xwendin e .

sed heyf û nizanim çend mixabin *



23.03.2014 00:12 | brusk56

29. nivîskara ku wextekî li van deran peyam peyama wê bû lê zûde ye naxuye. wisa difikirim ku ji bo ku parastina xwe bi kurdî bike û kurdiya xwe pêşve bibe hate ket nava beroşa tirşikê û piştî ku êdî li dadgehê got " savunmamı kürtçe yapmak istiyorum" dev ji me berda û çû.



07.07.2014 21:49 | ceso

30. bi çend peyamekî Îro li tirşikê vegeriyaye..

nizanim ne bêhna xelatan kiriye ne bêriya me kiriye..



10.09.2014 21:03 | endazer

31. ya ku vegeriyaye. bi xêr hatiye dîsa.



13.09.2014 00:02 | brusk56

32. nivîskara ku piştî ku bihîst em di derbarê wê de tiştên nebaş dibêjin û gilî û gazincan jê dikin, îro hatiye*



08.11.2014 23:11 | ferhenga şikestî

33. elegez elegez mîna buka gul gevez..



10.01.2015 12:36 | tirşikçi

34. nivîskara wêneyê profîla wê ecêb e. meriv nizane wê werr kiriye an kêmasiya tirşikê ye *



06.02.2015 00:54 | berxweda

35. efsane û nivîskara ku vê sibê bi peyamek weke sedeqe* vegeriya ye. daxwaz dikim ku hinekî din destvekirî be û binivîse*



25.03.2015 09:38 ~10:02 | ceso

36. Straneka koma wetanêye.



25.03.2015 15:11 | hemokrates

37. yekemîn û tekane nivîskarê jin e ku ketiye lîsteya nivîskarên herî jêhatî: Here lînkê



28.03.2015 09:06 ~09:12 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» elegezêra

Kategoriyên mijarê:: tirsik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî