1. ev pirsgrêka girîng ji aliyê bêstûn osman ve hatiye analîz kirin. |
|
09.05.2015 19:24 ~19:27 |
hûteheftserî
|
2. yekî bi navê seid ferhad seid mistefa li binê nivîsê şiroveyeke qerase nivîsiye ku wiha gotiye: |
|
09.05.2015 19:55 |
ceso
|
3. tew yabo ev çi bela ye.. hîn duhokî û silêmanî wergêr digrin ji bo fêmkirin. mala me xerabûye... |
|
09.05.2015 20:24 |
biruya hayao miyazaki
|
4. kêmasiyek mezine edî zazakî çêdikin kurmanci çêdikin soranî anjî shorbevanî çêdikin ka bila zimanzanên me navbeyna vî tiştî bibinin kîjan ziman çêtirbe bila ew be û çêkin. hîn kirina wî ji xwe ji me bihirî edî ji zarokên me ewê hîn bibin çi qureder be jî. |
|
09.05.2015 21:45 |
shorbevan
|
5. kurdên li tirkiye dijîn xema me nîne em jixwe ji xwedê re hezar car şikur (!) bi zimanê xwe ya hevbeş tirkî xeber didin... em li ser hemdê xwe ne êdî ya din çi bike bira bike ne pirsgirêkê me ye... |
|
10.05.2015 00:52 ~00:57 |
mîr
|
6. li başûr bi qasê ku min dÎtiye kurmanc ji soranî fêhm dikin û soran jî ji kurmancî fêhm dikin, ji xwe têgihiştin ji bo têkilîdanînê bes e û zêde ye jî.. dîsa li başûr xwendeyên kurmancan bi soranî jî dizanin, lê gelek kêm soran bi kurmancî an bi qewlê wan bi behdînî dizanin.. televîzyona rûdawê ji aliyê nêzikkirin û standartîzekirina zaravayan li başûr gelekî bikêrhatî ye, gelek caran di nûçeyekî de herdu zaravayan jî bikar tÎne, ji bo nimûne pêşkêşkar nûçeyê bi kurmancî pêşkêş dike û naveroka nûçeyê jî bi soranî tê xwendin, an jêrnivîsên nûçeyê bi soranî ne, bi vî awayî mirov bi hêsanî bêyî ku here kursekî an dersên taybet bistîne dikare xwe fêrî zaravayeke din bike, xwezî li bakur jî televîzyoneke wekê rûdawê vebibûya û ev siyaset û stratejiya nêzikkirina herdu zaravayên zazakî û kurmancî di weşanên xwe de bikar anîbûya.. |
|
10.05.2015 01:08 |
endazer
|
7. qasî min dîtiye ji hêla xwendina nivîsan de, xwînerên kurmancên bi gellek devokên kurmancî dizanin ji sedî %50-70ê zazakî dikarin fahm bikin. her wiha dikarin ji soranî (kurmanciya jêrîn) jî fahm bikin. |
|
10.05.2015 01:34 |
berxweda
|
8. pirsgirekeke eslê xo de zaf girîng nîya. |
|
10.05.2015 03:02 ~03:05 |
endazyar
|
9. Pirsgirêkeke giring e lê çareserî ne pêkan e demeke kin de, ji xwe ne hewceye jî zêde bi lez be. Pêwîstî bi her awayî heye ku mu zaravayên din fêhm bike lê hê jî bakurî têra xwe kurdî bikar naynin û li bakur hê jî kurdî nebuye serdest. hê gelek karê me heye, xwedê quwetê bide. |
|
10.05.2015 16:09 |
azadixwaz
|
10. Pirsgirîkeke mezine ye ku ez dibînim. |
|
12.04.2019 23:59 |
brzn
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |