Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    27 mijar û 51 peyam
    yılmaz güney - tirşik
    yılmaz güney
    (47) (10) (5)
    di mijarê de bigere

    1. derhêner û listikvanê kurd e ku mohra xwe li sinemaya tirkiyê û ya cihanê daye.



    26.07.2013 15:03 | arami

    2. di sinemya tirkiye u cihane de cihek cuda ava kirye..ev derhênerek realiste..deme ku karker pembu tomar dike stirî péçiya karker qul dike u xwin diherike..

    minak duvar ,yol,sürü,..



    26.07.2013 15:22 | roj

    3. bixaltîyê ernesto che guevara...



    26.07.2013 18:16 | devliken kelogiri

    4. Li Girê sor (Urfa-Siverek) ji dayikê bû. Şoreşgerek mezin e. Ew jî wek Ahmet Kaya hunermend û şoreşgerek nemir e.



    27.07.2013 01:55 | ramanwer

    7. xeletiyeke mezin ku cenabê wî wekê lehengê mîtos a sînemaya kurdî têyî nîşandan..



    10.08.2013 15:39 | kelha bayê

    8. derhênerEKÎ HÊJA YE Û GELEK DERHÊNERÊN NÛ di bin bandor a wî de mane. yek ji wan alejandro gonzález iñárritu ye.



    18.12.2013 12:23 | nazim tolhildan

    9. di sala 1982 de bi fîlma rê (yol) xelata cannesê girt



    18.12.2013 18:25 | newenda

    10. (1 nîsan 1937 edene - 9 êlûl 1984 parîs) aktor, derhêner, nuskarêko kurd o. Zey hewt qeçekanê malbatêka rencber û paleyî ra jew, edene de dayika xwo ra bîyo la bi eslê xwo sêwregij û kurdêko dimilî yo.



    temayê zafaneyê filmanê ci trajedî û dramayê şarî yo, derheqê karker, rencber û şaro sosyal tebaqayo cêrîn sero gelek filman viraşto û dej û neçarî û belengaziya înan kirişnayo perda spî ser. bi filma xwo ya "yol" (ray) serra 1982 de festivala filman ya Cannes'î de xelata palmiyeya zerrîn girewto û serra 1984 de nêweşiya penceşêrî ver koça peyên kerdo. bi aktorî, derhênerî û nûskariya xwo ya pîya, yilmaz guney heman wextî de şairêko berhemdar bi..



    21.02.2014 00:10 | prode_pasha_chinyo!

    11. ROJÊK



    Kamcîn zehmetî

    heq ra nêvejîyayo merdimahî?

    Tew eger zerrîya ci de

    bibo no heskerdişo însanî.

    Rojê rindî badê zehmetîyan

    yenê cîgeram.

    Dalpe bi dalpe

    debeno merdim.

    Dalpe bi dalpe delalam...

    Rojêk ma do biherikîyê

    bikewê heyatî mîyan.

    Dîwarî do birijîyê,

    kêberî do abibê heme

    tiya bizana.

    Zerrîya mi

    ti ya nika

    qey to dana pro...

    Û fina dalpe bi dalpe

    tiya bena gol mi zerrî da.



    Yilmaz GUNEY



    Qandê dimilî: prode pasha chinyo



    21.02.2014 00:12 | prode_pasha_chinyo!

    12. semir aslanyürek bÎ navÊ lal fÎlmek Ji bo bîranîna yılmaz güney kişandiye. 25 avrêlÊ wÊ kevÊ vÎzyonÊ.



    20.04.2014 14:30 | xwelî li ser

    13. Her wiha nivîskar û helbestvan e jî. Ev jî helbesteke wî ye:



    Berê min nedizanî bi tenêtiyê

    Çawa ku darek ne tenê be

    di daristana xwe de,

    Çîçekek di çiqilê xwe de,



    Berê min nedizanî bi tenêtiyê

    Di hundirê tenêtiyê de

    Niha tenê, tenê me gelo?

    Ji çiqilê xwe jêbûyî me?

    Ma dûrê daristanê mame?



    Yilmaz GUNEY

    Wergêr: Rênas XENDEKÎ



    17.01.2015 19:53 | xendekî

    14. Ev jî helbesteke wî ye:



    Jiyanê şensê şabûnê

    Nedaye me.

    Me ji xeynî xwe

    êşa herkesî

    kir êşa xwe,

    qehra herkesî kir qehra xwe.

    Lewre giriyê

    kesek li wî aliyê cîhanê

    ku em nas jî nakin dilê me diperitand.

    Em ji pîsikan re digiriyan

    Me şîna çûka digirt.

    Dilnazikiya me

    Carna li hemberî jiyanê

    Em zeîf kirin.

    A rast ya herî spehî ye

    Dilşewitîna mirov ji bo mirovan

    Delalê…

    Çiqas xweş e qehirîna ji bo derdê

    Kesek nenas û ji bo wê lêgerîna çareyan.

    Ez di her dema jiyana xwe de her

    Diqeherîm, her dişewitîm.

    Jiyîn çi tişteke xweş e delalê

    Bi dilxweşî û bi hezkirin û werî hezkirin,

    Û bi fikirînê…

    Û bi bihîstina sancên jiyanê

    yên ku mirov nikare dev ji wan berde.



    Yilmaz GÛNEY

    Wergêr: Rênas XENDEKÎ



    17.01.2015 20:03 | xendekî

    17. ji bo bîranîna wî zêde gotin ne hewce ye. ew mêrxasî û bi berhemên xwe her roj di dilê gelê me de dijî.

    ev gotinên wî bi xwe dîroka daxwaziya aştîxwaziyê ye. daxwaz ji dil in. û giş cîhan dizane ku gelê me tu car ne şerxwaz bûye. ew li dij dagîrkerên şerker her tim ji bo aştîxwaziyê têkoşîye û ji bo azadiyê meşîyaye. di vê em têkoşerê xwe yê azadiyê ji bîr nekin û hertim bi bîr bînin!



    min dixwest



    …min dixwest şerê li ser pelê binivîsim,

    ji bo, dema payîz were pel biweşe.

    min dixwest hêrsê li ser ewrê binivîsim.

    ji bo, dema baran bibare dê ewr biqede.

    nefretê, min dixwest li ser berfê binivîsim.

    dema roj derkeve ew dê bihele.

    ...min dixwest hogiriyê û xoşewîstiyê

    li ser dilê hemû zarokan binivîsim,

    ji bo, bi wan re mezin bibe û hemû cîhanê dagire.



    yilmaz guney



    19.03.2015 21:00 | remlavêj

    18. Yilmaz guney li Edenê dema filma diltirsî(endişe) dikşîne di navbera film kişandinê de tevê tîma filmê diçin gazînokek. Li wir doznêrek Tirkiyê çêra li hevjina wî dike û tewşo mewşo diaxive, Yilmaz Guney çekê xwe ji ner xwe dikşîn e û lê direşînê.. Pismamî wî vî bûyerê digire li ser xwe û Yilmaz guney difilite..



    02.04.2015 12:41 ~12:43 | ozjan xwenas

    19. Sînemagerê di vî wêneyî de li kêleka cegerxwîn û kendal nezan sekiniye:

    Here lînkê



    28.04.2015 20:46 | xendekî

    20. lîstikvan, derhêner, senarîst,... û kesek di jiyana xwede serketîbûye û piçek dînbûye..



    28.01.2016 17:58 | shorbevan

    21. Xwediyê van gotinan e :



    Hevalno êş û tade , zilm û belengazî , xwîn û girî ne qedera gelê Kurd e. Em vê qederê red dikin. Em vê qederê qebûl nakin. Em naxwazin zarokên welatekî bindest bin ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin. Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yê Kurdan. Em dixwazin bibin zarokên Kurdistanê. Em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe stranên evînî û azadiyê bibêjin. Em dixwazin cîhana xwe û axa xwe bi destên xwe bistirên û ji nû ve ava bikin. Û em dixwazin li ser axa xwe li bin alaya xwe serbixwe û azad bijîn. "





    25.08.2016 21:57 | biaqila malê

    22.



    25.08.2016 22:01 | biaqila malê

    23. gotinek wî wiha xweş heye; dost ve düşman herkes bilsin ki kazanacağız, mutlaka kazanacağız

    "bira dost û dijmin herkes bizanibe emê biserkebin, mûtleqa(teqez) emê biserkebin"



    25.08.2016 23:54 | shorbevan

    24. (bnr: mutlaka kazanacağız)



    09.05.2019 00:32 | bûtîmar

    25. derhênerek serkeftî ye. wisa tê gotin. min fîlmên wî yên sereke temaşe nekirine, loma ez ê niha ji wî alî ve nenirxînim lê belê ne lehengekî kurdan e. ew jî, ahmet kaya jî heta yaşar kemal jî. hemû jî ji hev serkeftîtir in. lê belê xizmeta gelê xwe nekirine. bi taybetî yaşar kemal, kiriye ku ferqa di navbera tirkî û kurdî de, bihustek din jî mezin bibe.

    dema navê yek ji wan dibînim, serpêhatîyek min tê bîra min. dema ciwan bûm li mala me li odeya me ya rûniştinê, li ser dîwarên me wêneyên wî û ahmet kaya hebûn. carek nizanim me wê wêneya çi li dîwêr ve bikira, bavê min got eger çarçove tune be, em dikarin ya yilmaz guney rakin û wê çarçoveyê bi kar bînin.
    ez hêrs bûm, min got çawa yaw? bila ew bimîne, em yeke din bikirin.
    bavê min -ku bellî bû ku ev fikr ji zû de ye li cem wî peyda bûbû- got; ma qey jixwe çima wêneyên wî û ahmet kaya li dîwarên me hilawêstî ne, ma ji bo kurdan çi kirine. mêrik ji xwe re fîlma kişandiye, nav xweşîyê de jîyaye, çûye dozgerek kuştîye û ji ber revîyaye ewropayê. vêca me çi jê ye?

    ez hîç wisa nefikirîbûm. heqqet rast digot. hevalên min yên taxê ku bavê wan tirşikçî bûn, mahsûn û îbo ji xwe re kiribûn îdol, em ê ku zarokên welatparêzan bûn jî, me yên wek ahmet kaya û yilmaz gûney ji xwe re kiribûn îdol. di rastîyê de zêde zêde ferqa wan jî tune bû.
    yilmaz guney nebûye kujer, belkî niha di nav chp an jî partîyek din yên çepgiran de bû.
    ahmet kaya nehatiba lînçkirin, belkî wê evqas tûj nebûya.

    ji alîyê hunerê ve, xeberek min tune ji wan re. lê ji wê rojê ve ye, ne lehengên min in. her çiqas hê jî berhemên wan bi kar bînim jî.



    10.05.2020 23:15 ~23:15 | simurg56

    26. di navbera yilmaz guney û ahmet kaya de ferqeke gelek mezin heye.
    rojekî ji ahmet kaya re dibêjin erebeya te niza luks e mal û milkên te hene lê tu behsa sosyalîzmê dikî, ahmet kaya dibêje erê min bi sala êş û azarên tunebûyînê kişandin, ji îro pê de her çi derfeta min a aboriyê hebe ezê pê bijîm!

    pratîka yilmaz guney mîna teoriya wî bû, her gav alikariya feqîr, şoreşger û kurdan dikir, tevî ku karibû bibe lord, ew her gav bê mal û milk bû.
    hevalekî wî (dikim nakim navê wî nayê bîra min) dibêje: ''em ji mîhrana cannesê derketin, ji ber xelatê yilmaz guney pereyek jî bi dest xistibû, min got ezê serê sibehê zû herim bêjim pere bide min, çimkî dema pere diket destê wî hama li xelkê belav dikir, serê sibê ez çûm otelê li gel wî, tam min ê bigota yilmaz ca pereyan bide min, ji min re got heval ji kerema xwe niza çend banknotan bide min. ewqas pere dîsa di şevekê d belav kiribû û pereya teksiyê jî ji yekî deyn kiribû'

    guneyî demek şoreşgerÊn kurd û tirk ji polês û dewletê parastin. yek ji wan mahir çayan e. yilmaz guney mahir çayan û hevalên wî li mala xwe dihewîne. di banê xaniya xwe de vedişêre, dema polês tê dibêje te mahir û hevalên wî li malê veşartin? dibÊje erê min veşartin, li qata jor in. tabê polês pê dikenin û diçin, bi zirektiya xwe polêsan dixapîne.


    yilmaz güney yek jê damezînêrê enstîtuya kurdî ya parîsê bû. gelek piştevaniya kurdan kiribû li parîsê.
    ahmet kaya her gav pesn û wesfên kemalîzmê dida, lê yilmaz ne wisa bû. di videoya jêr de hûn dikarin axaftina wî ya li enstîtuya kurdî ya parîsê guhdarî bikin.

    yilmaz güney ''biz dört bir yandan işgal edilmiş bir sömürge ülkenin çocukları değil, bağımsız, birleşik ve özgür bir kürt ülkesinin, kürdistanın çocukları olmak istiyoruz''





    10.05.2020 23:33 ~23:38 | ferhenga şikestî

    27. li sêwregê, bi taybetî li xwaringehên li ser rîya riha-amedê, di gelek dikanan de posterên wî hene. yek jê li sûkê yek jî li parka fidanlikê, du peykerên wî hene.
    bi peyama jor, min dît ku di derbarê wî de agahîyên min hinekî kêm in. min çend axaftinên wî yên li ser meseleya kurdan dîtine ya rastî. karê enstîtûya parîsê, bêguman xizmetek e ji bo gelê kurd.
    /15284



    10.05.2020 23:40 | simurg56

    28. ê ku derxistiye holê ku ji bo hinek mirov yekî biecibînin divê dinya xera kiribe.

    yaw mêrîk derhênerê herî baş ê dîroka tirkiyê ye. mêrik heta dawiya emrê li gor fikrên xwe jiyan kiriye. stûyê xwe li ber desthilatdaran xwar nekiriye. li kurdîtiya xwe xwedî derketiye. tu caran înkar nekiriye.

    divê her mirov li gor wextê xwe were nirxandin. erê tu niha dikarî bi kurdî binivîsî û bixwînî, bistrî, te çi bivê dikarî bikî. ji ber ku beriya te bi hezaran vê yekê kir. ji ber vê dikarî bikî. lê wê demê tune bû îşte yaw. tune bû. wan jî(ahmet kaya jî ser de) bi vî awayî têkoşînek kirin.

    tu caran nebûn dostê hikmatê. tu caran nebûn berdevkê bîrûbaweriya fermî a dewletê. hên hê çi dixwazin yaw. çima fîlmên kurdî çênekiriye, çima stranên kurdî negotine.

    herdû jî jiyana xwe li xerîbiyê qedandine. herdû jî navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsîne li dîrokê. ez bi xwe bi herdûyan jî serbilind im û herdû jî lehengên min in.



    10.05.2020 23:49 | brusk56

    29. min ji bîr kir binivîsim, di fîlma sürü ya yilmaz güney de bi tesadufî mazlum doğan jî di sahneyekê de xuya ye.

    hindek kes dibêjin bi alikariya yilmaz güney ji enqerê derbasî depê bûye lê min agahiyeke piştraskirî heya aniha peyda nekir.
    li gorî xwişka wî, mazlum doğan dema ji trêne peya dibe û tê malê ji xwişka xwe re dibêje li trênê kamera ez kişandim, li gorî xwişkê, mazlum tirsiyaye ku bê desteserkirin.
    di deqeya 1.20:12 binêrin hûnê mazlum bibînin.





    10.05.2020 23:58 ~2020.05.11 00:03 | ferhenga şikestî

    30. dîmena ku li jor ferhenga şikestî qal kiriye li vir e:

    Here lînkê



    11.05.2020 00:10 | xelîl

    31. di dîrokê de demrêzî (chronology) gelek girînge.

    demrêzî: nirxandina tişt û teba yan li gorî dem û dewrana wan, ne li gorî niha. ku nirxandina tiştên berê li gorî niha çêbibe, wê gavê jê re kevnîtî (anachronism) tê gotin. kêmasiyek mezine, gava xeletiyek wisa di gotarek, pirtûkek yan tezekê de hebe ew tişt kes êdî guhê xwe nadê. kevnîtî bikeve nivîsekê, ew êdî nabe nivîs, dibe çîrok, xeberoşk û hwd.

    li ser "çirkin kral" em dikarin bêjin mêrxasek wisa yan tuneye, yan ku hebe jî kême.
    ji ber ku dewra wan, wekî li jor hatiye gotin, dewra bêbaviyê bû. kesê bi tenê peyva kurd bikar anîbe, hatiye wendakirin, jiyana xwe wenda kiriye. dîsa jî camêr gelek tişt kiriye ji bo gelê xwe, û bê tirs bê minet jiyana xwe domandiye.

    helbet dil dixwaze ku ji çand û zimanê xwe re kar û xizmet kiriba û pêmayiyek hiştiba, lê car heye tişt hew ji destê meriv tên.
    (bnr: dost ve düşman herkes bilsin ki kazanacağız, mutlaka kazanacağız)
    bila heval û neyar herkes bizanibe emê biserbikevin, biteqez emê biserkevin
    Here lînkê



    11.05.2020 00:57 | afa

    32. piştî ji tirkiyê revîyayî, wê axaftina xwe ya navdar kiriye û xebata enstîtûyê jî dîsa wê salê ye. jixwe heman salê jî miriye. yanî heta dawîya emrê xwe, di destê me de tu nîşane tune ku ji bo gelê xwe xebitîye.
    em dizanin ku ji bo çepigirîyê, wêrek bûye û ji ber vê ketîye girtîgehê jî.
    em dizanin ku ji bo sînemaya tirkî gelek xebitîye û îspata wê, fîlmên wî ne.
    lê dema em werin meseleya kurdî, encax piştî revîna ji tirkiyê, axaftina wî û enstîtû heye di destê me de ku îhtîmalek mezin piştî çûna ewropayê, evqas tûj bûye. hûn ê bêjin, ma wê demê kurdîtî hebû? belê belkî ne wek niha bû. ev ne sûcê yilmaz guney e. lê ji ber vê yekê jî hewce nake ku em payeya egîtîyê bidin wî.

    lê berevajî wî, ahmet kaya hê li tirkiyê û dema di lûtkeya karîyera xwe de bû, gotinên xwe texsîr nekir û wek berdêl jî jîyana xwe û karîyera xwe wenda kir. em wilo lê binêrin, ahmet kaya gelek gelek jê kurdtir e û sekna wî ya bo kurdîtîyê, aşkere ye.
    piştî ku çû ewropayê, ew jî tûj bû û li ser ocalan stranan got.

    ez hê jî wilo difikirim. yilmaz guney çepgir bû, wêrek bû, ji ber çepgirîya xwe serê wî ket belayê ne ji bo kurdîtîyê. ji bo çepgîrîyê fîlman kişand ne ji bo kurdîtîyê. ji ber sûcek şexsî revîya ewropayê, ne ji ber kurdîtîyê. yilmaz guney ji ber kurdîtîyê kîjan berdêlî daye?
    encax piştî çûyî xerîbîyê, kurdîtîya wî geş bûye û xebata enstîtûyê û wê vîdyoyê wek fêkî, daye.

    em werin meseleya mazlum dogan; ew mesele ne aşkere ye. heye ku ne ew be jî. eger ew be jî li gorî îdîayan him tê gotin ku yilmaz guney alîkarîya wî kiriye ku here dep'ê, him jî tê gotin ku mazlum dogan tirsîya ji ber ku ketîye kamerayê. ji binî ve nakokî ye. eger ew tirsa wî rast be, nexwe bi tesadûfî li wir bûye.

    belê divê herkes li gorî şertên serdema xwe were nirxandin. jixwe ez jî wisa dikim û loma wî tawanbar nakim. ez şûna wî bûma, belkî min ewqas jî nekira. lê ev nayê wê wateyê ku em ê wî belasebep bikin lehengê gelekî.
    guney çepgirek berxwedêr e ku ji ber meseleyek şexsî serê xwe kiriye belayê û di dawîya emrê xwe de, kurdbûna xwe anîye bîra xwe.

    çepgirên kurd îro jî wisa ne. meseleya kurdî wek parçeyek ji doza çepgirîyê dibînin û tu girîngîyê nadinê. eger kapîtalîzm were têkbirin û biratîya gelan were lidarxistin, jixwe ev mesele jî wê were safîkirin. loma ne hewce ye mirov mûstaqîlen li ser vê meseleyê bisekine. qey yilmaz guney jî wisa difikiriya.



    11.05.2020 03:32 ~03:31 | simurg56

    33. derhênerek şoreşger e. Yek ji wan kesane ku teorî û kiryarên wî yekin. Li gor gotina xwe a demên tirkîyê dixwaze bibe şervanê şoreşa proleter, li gor axiftina xwey li parîsê dixwaze bibe zarokê kurdistana serbixwe û yekgirtî .

    dibînim li vir bêyî xwe piçek biêşênin, çend tişt bixwênin hema bi awayek jixweber bi gotinên jiberkirî bi çend gotinan yilmaz guney ji kurdayetîyê bêpar nîşan dikin.

    Ya yekemîn yılmaz güney ji tu alîyên siyasî ve bi ahmet kaya re nayê muqayesekirin. Jiberku di navbeyna wan de ji alî bîrûbawerîya siyasî, bîrdozî, ramanî û hişmendiya kurdistanî ferqek qasî çiyayê agirî bilind heye.

    Gotina "piştî çûyîna ewrûpa evqas tûj bûye" bêbingehe. Yilmaz guney jixwe her tûj bû. Tu ferqa yilmaz û şoreşgerên nifşê 78 nebû, wî jî wek yên dî gotarên siyasî dinivîsî ú di hemûyan de qala têkbirina dewleta tirk dikir. Belkî stratejîya wî ne li gor stratejîya hêzên kurdistanî be lê wî hertim behsa şoreşa tirkiye-kurdistan dikir û haya wî ji rastîya kurdistanê hebû ku di gelek nivîsên berî çûyîna ewrûpa de mafê serxwebûna kurdistan , bêşert û merc qebûl dikir. (Çvk: yılmaz güney - siyasal yazılar s.135)

    di fîlmên xwe de (aç kurtlar, yol, sürü ) jî bi awayek metaforîk behsa pirsgirêka netewî kirye. Guney, bi fîlmên xwe jixwe mêj ve, hê salên 70'yî de bûye egîdekî gelê kurd. Hin kesên payeya egîdî di berîka xwe de digerînin û belav dikin wî egîd nebînin çiye. Yilmaz guney ticarî kurdayetîya xwe înkar nekirye an jî jibîrnekirye ku li parîsê bêt bîra wî.

    Em bên ser mesela ahmet kaya. Stranên wî yên xweş hene lê dema em li jiyana wî dinêrin bi uslub, awayê jiyanê û fikrên xwe mirovekî beredayî ye. Belê eynî wisan, mirovek bavsalar, entel, homofobîk û welatparêzek tirkiyeyî ye. Tu kûrahîyek fikrî pê re nîne. Li ser youtubê çend vîdyoyên wî yên demên rehet temaşe bikin hûnê jê bin şermê. Dema vîdyoyên wî seyr dikim dibêjim ne hunermendek qey zelamek 50 salî li qehweyeka semsûrê diaxive. Di bernameya show tv de methê mistefa kemal dike. Di wê şeva lînçê de jî, ne bi awayek serbilind, ne bi awayek jixwebawer behsa kurdayetîya xwe dike. Dibêje jiberku eslê min kurde ezê straneka kurdî çêbikim hûn jî piştevanîya min bikin. Belkî ev ji bo ahmet kaya gotinek mezin be lê ji bo gelê kurd gotinek ji rêzê ye. Û li ewrûpa jî nebûye kurdistanîyek, li wê derê jî behsa welatê xwe tirkîye dikir ku ji bêwelatî dicemidî.

    tu mirovên xwenda, hinek bi mijarên bîrdozî ve mijûlbûyî vê muqayeseyê nakin, û encax kesek nezan bêje ahmet kaya ji yilmaz guney kurdtire nizanimçîktire.



    11.05.2020 11:40 ~11:44 | hespêsor

    34. derhênerekî Kurd e.
    min wêneyê wî li ser dîwarê min ve daleqandiye.



    11.05.2020 11:44 | delîlo

    35. wek derhêner û çepgirek, şoreşger e lê ne aîdê çanda kurdan e.
    eger tu çepgirek wê demê bî, jixwe wê hinek sempatîya te ji bo gelê kurd jî hebe. him ji ber heqîyê him jî ji bo piştgirî ji wan bistînî. di destê me de kîjan delîl heye ku, wextê yilmaz li tirkiyê be, xususî ji bo gelê xwe tiştek kiriye?
    tim û tim heman tişt tên dubarekirin. wêrek bû, şoreşger bû, comerd bû û hwd. em behsa şexsîyeta wî nakin jixwe, kurteya fikra min ev e: ew jî wek ahmet kaya û yaşar kemal malê çand, ziman û sîyaseta tirkiyê ye.

    her çiqas şexsîyeta wî mesele be jî, yên wek şivan perver in, zarok û malê vî miletî.
    ez bextewar im ku ji nav kurdan yên wek guney, kaya û kemal derketine. lê di heman demê de li wan dinêrim, diqehirim.
    çimkî mesela kurdî tenê û tenê ziman e. tenê ziman e ku me ji neyarên me cûda dike.
    hunermendê ku xizmeta zimanê xwe neke, wek leşkerek e ku xizmeta dijminê xwe dike.

    jixwe ji bilî meseleya hunerê jî, hê tu delîl nehat nîşandan ku ji bo gelê xwe tiştek kiriye. belkî fikrên wî hebin û ewqas. weke din, bi hêz û hunera xwe, xizmeta îdeolojîya xwe kiriye.

    yaşar kemal jî mirovek baş bû, di eslê xwe de fikrên wî jî baş bûn bo kurdan lê dema em li kirinan dinêrin, mixabin tiştek nabînin. di warê hunerê de, ew jî leşkerê dijmin bû.

    ger em werin meseleya ahmet kaya. armanca min ne ew e ku yekê rexne bikim, lê pesna yê din bidim. lê heke hinan wan dabin ber hev, wê demê divê em heqê wî teslîm bikin ku hê dema di rewşek xweş û bêproblem de bû, li zimanê xwe xwedî derket û berdêla xwe da.
    berevajî yilmaz guney, ji bo fikrên xwe yên kurdîtîyê berdêl da, hem jî berdêlek mezin. ger em behsa nivîs, gotin û fikran bikin jî, strana wî ya gururla bakiyorum dunyaya bêyî metaforan, rexneyek mezin e li qedexeya zimanê kurdî. û jixwe stranek kurdî jî gotiye. belkî tişt nehatina serê wî, wê ji bo zimanê xwe tiştên dîtir jî bikira. lê eger yilmaz guney li tirkiyê bima, îhtîmalek mezin wê dîsa bi tirkî fîlmên çepgir bikişand.

    dema ez karakteran bidim alî bi zelalê dikarim bêjim ku ciwan hacoyek an jî şivan perwerek nadim 100 yılmaz guney û ahmet kayayan. û dîsa dikarim bêjim ku ahmet kaya ji yilmaz guney bêtir "tişt kirine" ji bo gelê xwe.


    edit: dixwazim vê jî bêjim, grup yorum jî, di derbarê kurdan de îhtîmalek mezin wek yilmaz guney difikirin. lê ev wan jî nake lehengên me. dike sempatîzan, rêheval, şîrik û hwd.



    11.05.2020 12:36 ~12:49 | simurg56

    36. Yilmaz Guney û ahmet kaya ji bo ku her tiştî bi tirkî kirine bo min her tim wek çepgirên tirkan xûyandine.
    Bi rastî kesekî ku sîyaset , kar û barê xwe bi zimanê xwe nebike , bandora wî zêde li ser gelê xwe nabe.Yanî bi kîjan zimanê çi dike bandorê li wî dike.Bi rastî yilmaz guney mirovekî mÊrxas e û wek li jor jî hatiye nirxandin.Jê re rêz digrim bo axaftina wî ya li parîsê bo vekirina enstituya kurdî.

    Çewtiyên yilmaz guney , ahmet kaya û yên wek wan ( ku hdp bi temamî ji wan pÊk te) ji bo ku sîyaseta wan ji bo tirkan e (ne ji bo kurdan e) û bi zimanê wan van tiştan dikin her tim têk çûne.heke ev kesan bizviriyana gelo xwe , peyamên xwe û siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikirana wê raste rast peyama xwe bigîhandana gelê kurd.Lê wan çi kir ? Çûn bi zimanê rom , peyamê xwe kurdan re şandin.Kurdan çi , çawa fehm kir ? Ji bo ku medya her tim destê rom de bû , kurdan peyamê wan ti carî bi zelalî negirt, fehm nekir wek ku partiya ku reya xwe ji kurdan distîne û dibêje ez ne partiya kurda me.(dibe hin kesên bê mejî bibêjin ev stratejî ye , tu fehm nakî , ev ji bo bi hêz kirina pariyê ye û hwd.).

    Heke sed hezar kurdên zana, nav gel de hebûya û raste rast bi gel re têkiliyê de bûya û peyaman raste rast bi kurdî bidana kurdan wê demê kurd wek niha bela wela ne dibûn.

    Ji bo ku peyamdayîn û siyaset bi zimanê roma ye , kurd diçin malperên wan dixûnin , tv yên wan temaşe dikin û encamê de jî bi dikevin defika biratiya gelan.Ji bo ku ahmet kaya bi zimanê rom digot , kurdên me sibe êvar zimanê tûranîst guhdar dikin û li ser medya civakî jî xwe bi wan gotinan tînin zimên.Yilmaz guney ji bo ku her tiştî bi zimanê rom kir , kurdên me jî xwe bi zimanê rave dikin.

    encamê de dixwazim wiha bibêjim , kurdên ku hatine bişaftin dikaribûn peyamên xwe , axaftinên xwe bi kurdî bikirana heke (nizanibana jîhîn bibûna anku hewla axaftinê bidana) wan bixwesta peyama xwe bi teqez bida kurdan.

    Niha ji we dipirsim, çi cudahî navbera axaftina/têkoşîna ahmet kaya , yilmaz guney, silhedin demirtaş , ahmet şık , pervin buldan ,sirî sureyya onder , serok û serokên rêxistin de heye ? We nedît , ne wisa ? Min jî nedît.



    11.05.2020 12:48 ~12:49 | brzn

    37. mijara ku divê hin kes li pişt gotinên xwe bisekinin.

    Yên muqayesekirin kirî bila bi gotina "her sê jî tirkî hilberandine " mijarê şêlo nekin. We muqayesekir û got ahmet kaya kurdtire, ji bo kurdan zêdetir xebat kirye. Ez jî dibêjim nexê, hûn şaşin.

    Ji bo kesek xizmeta doza kurdistanê bike kurdî muhîm be jî ne tekane rê ye. Dikare bi yewnanî jî xizmeta doza kurdistanê bike. Heger tirkî û nav tirkan de bike ev hêjî biqîymettire. Gelek kes, hema bêje em hemû wisan difikirin ku ismail beşikçi ji bo kurdan gelek xebatên mezin kirye. Lê yek hevok kurdî nenivîsye. Ê çawan hûn xebata beşîkçî bo kurdan qebûl dikin, lê ya yilmaz guney qebûl nakin? Yekê gotîye ji bo çepgirî kirye, ji bo bîrdozîya xwe kirye. Ev hevale wisan difikire ku bîrdozîya komunîzmê aydî miletek dî ye, yanî hizir nake ku komunîstek kurd hebe. Heger kurdek di çarçoveya bîrdozî de bi zimanek biyanî behsa serxwebûna kurdistanê kir li gor vî hevalî ev xizmeta kurdan nake.

    Min delîl nîşan da û hêjî dibêje delîl nîne. Wî got ahmet kaya kurdtire min got nexê tirkiyeyî ye, li ewrûpa digot em nahêlin tirkiye bê parçekirin, lê yilmaz guney digot em kurdistana serbixwe û yekgirtî dixwazin. Yilmaz jî qasî rêxistinên kurdan ên 70'yî, 80'yî mafê serxwebûna kurdistanê diparast. ev fikir jî têde ji ber fîlm û ramanên xwey şoreşgerî bedelên mezin daye. Dozgerek tirk kuştiye û tirşikvanê me dibêje ev meseleyek şexsî ye. Li tu dera dinê kuştina dozgeran wek mijarek şexsî nayê dîtin. Û vêca li tirkîya faşîst kuştina dozgerek nîjadperest ji alî şoreşgerek ve. Yilmaz guney li herderê bangaşeya serxwebûna kurdistanê kirye. ev ne xizmeteke bo gelê kurd?



    11.05.2020 13:24 | hespêsor

    38. Hemu nerîn û fikir li ser kurdayetiyê hatîye çêkirin, yanî xêra wan kesan gihiştîye ji Kurdan an na?
    Mijar tenê wî çarçoveyê de hatîye analîz kirin.
    Lê kemasîyek heye; zerar!
    Wan kesan ji kurda re u ji kurdayetiyê zerar dan an na?
    Ka bejin pir ciwanên kurd bi saya wan kesan Tirkî heznekirin?
    Bi saya wan edî tirkî ji kurda re şîrîn nehat?
    ...
    Pirs pir girînge ezê dubare bikim,

    Gelo wan kesan ji kurda re u ji kurdayetiyê zerar dan an na?



    11.05.2020 13:25 | lonw karda

    39. Hunermendê ku di vê peyamê de bi Ahmet Kaya re hatîye pîvan û loma ji alîyê min ve jî wilo hatiye kirin: yılmaz güney/122985

    Berevajî Îsmaîl Beşîkçî ji ber fikrên xwe yên bo Kurdan di girtîgehê de nemaye û berdêl nedaye. Loma tu eleqeya wan tune.
    Li gorî tirşikvanan, di gazînoyan ji ber sedemêm şexsî, kuştina dozgeran jî bo avakirina Kurdistanê bû.

    Û her wiha ev îdîa jî hêjayî nirxandinê ye ku bi alîkarîya Ahmet Kaya tê li ber pişaftina Kurdan fireh kiriye.

    Seîdê Nursî jî alîgirê mafên Kurdan bû. Lê ji bo vê tiştek berbiçav nekir. Çimkî ji bo wî ya girîng dînê wî bû. Loma em ji wî re jî nabêjim xizmetkarê gelê kurd bû an jî lehengî gelê kurd bû fîlan.

    Welhasil ji bo sînemaya Tirkan baş xebitîye.



    11.05.2020 13:44 ~13:44 | simurg56

    40. Wekî ahmet kaya bi saya wî tirkî di nava kurdan belav bûya û hêdî hêdî ketiye mala kurdan. Belê dibe ku ji bo kurdan hewldana wî hebe Lê aliyê din û ji her tiştî grîng Kurd bi sedema wî rêya xwe dane tirkî. vî demê wekî şivan perwer tevbigeribûya wê me niha jê re bigota mîrê sînemeya kurdî.. Ji me re çavkaniyên Kurdî pêwist in. Di çavkaniya kurdan de mixabin cihê wî tune ye.

    (bnr: ahmet kaya vs yılmaz güney)
    (bnr: ahmet kaya vs yılmaz güney vs yaşar kemal)



    11.05.2020 14:37 | kajav

    41. Hunermendekî kurd e. Lê belê fîlmên bi tirkî kişandiye. Yek ji wan kesane ku kêfa ciwanê kurd ji sînema û zimanê tirk re aniye. Belê ji aliyê xweşikbûn, mêranî, rastgoyî ve mêreke bêhempa bû. Heya niha yek fîlmekî wî jî min ji serî heya binî sêr nekiriye. Lê ji bilî çend sahneyên kurt.

    Niha em werin ser meseleya wî ya gelo ji bo kurdan xebitî ye an bo tirka? Belê wî xwestiye ku bo kurda bixebite û bo wan tiştekî bike, ya rast xwestiye bo sosyalîzm û komûnîzmê tiştekî bike lê belê ew hişmendî jî bingeha wan çepgirê tirk û kurd bûn. Ji ber vê çendê car caran behsa kurda jî dikir. Yanê dixwaste ku bo hemû feqîr û jaran tiştekî bike bes ne bo kurda. Dixweste mafê hemû proleteran biparêze. Nasnama wî ya çepgiriyê di pêşiya kurdayetiya wî de bû. Ji ber vê çendê armanceka wî ya geşbûna hunera kurdî ji xwe tune bû. Belê dixwest ji bo kurda tiştna bike lê ne bi saya zimanê kurdî. Ji xwe wê demê bixwastana jî nikaribû bi kurdî fîlma bikşîne, heke kişande jî tv yek wî biweşîne tune bû.

    Axir piştî tecrûbeyên hezar sala em fêr bûn ku tiştê bi zimanê mirov nehate kirin, tu kêrhatina wê ji bo netew û gelê mirov tune ye. Weke mînak em dibêjin bo çi navê netewa me, zimanê me di dîrokê de derbas nabe, aha ji ber kesên weke vî zilamî derbas nabe. Herçî xwendekar û jêhatiyên kurd bi zimanên din hunera xwe dikirin ji me re tiştek tune bû. Belê ev kesên awha jêhatî bûn lê ji xwe re jêhatî bûn. Niha dema em li paş xwe li dîroka xwe dinehêrin ji bilî yên bi kurdî berhem afirandine kanî xêrxwaz û jêhatiyên kurd. Di eslê xwe de kanî kurd. Lê xwuya ye me hîn jî ji vê yekê derz negirtî ye û bi zimanên biyanî em berheman çê dikin.

    Gotina dawî, piştî çend sala şûnde yekî ku li fîlmên yilmaz guney sêr bike dê bêje erê wele bi tirkî fîlm kişandiye lê esil kurd e, yan dê kes bi kurdbûna wî zanibe, yan jî heke bixêr kurd bibin xwedî dewlet dê ev camêr bê bîra wan û ji filîmê wî fêm bikin, yan jî dê bêjin em ji zimanê wî fêm nakin ev çawa dibe leheng û mîrateya me?



    11.05.2020 16:52 | tîrêj zana 21

    42. Li gorî min jî, wekî ku çend nivîskar gelek xweş anîne ziman, çi kar û xebat dibe bila bibe, divê pêşî bi zimanê kurdî be hê wê demê ew kes dikeve nav rêza kesên kurd û hê tê ber pîvandinê. Bi tenê Kurdbûna ji dê bav bûyîn kesê nake kurd, gere berdêlekî hebe, Xebatekî kiribe, lê çi dibe bila bibe gere bi kurdî be.

    Ev tişt bi tenê ji bo kesên kurd e. Yekê qala Beşîkçî kiriye, ew tiştekî din e. Zimanê kî çi be wê bi wî zimanî li ser mijarekê binivisîne. Belê mamoste Ismaîl Beşîkçî bi Tirkî nivîsandiye, lê tim û tim gotiye bê ziman nabe. Mînak, yekî ûris wê bi Ûrisî binivîsîne û bêje Kurd waha nin û filan bêvan. Lê yekê kurd, mijara wî çi dibe bila be, gere pêşî karê xwe bi zimanê xwe bike. Û fikra ku van kesan Tirkî kirine nava Kurda mixabin ez jî rast dibînim ku hê ji herkesî zêdetir zirar dane gelê xwe.



    12.05.2020 04:43 | afa

    43. sê rebbên kurdan yilmaz guney, şivan perwer, ciwan haco:



    05.04.2021 14:00 | asîmanê sêwî

    44. Derhênerek kurdî.
    Rojbûna te pîroz be!



    01.04.2022 12:49 | wulfila

    45. Derhêner, lîstikvan û senarîstê ku nêzî 2 salane bi destê nijadperestên tirk li ser medyayê tê lînç kirin, îddayên bê bingeh û îftîra tê avêtin. Sedemên lîncê dine rêzê: dujminatiya jina, kuştina zarokek û dadgerekî û axaftina wî ya enstîtuya kurd a parîsê li 21.03.1984 ser rizgariya kurda. Ew her îddayên jorê teqez bin wan tije nakin, çi îsbatên wan tunne ye û gorî şîroveyên xwe wan bûyeran dînin ziman, xêncî îdda dawiyê. Ji xwe sedemê vê lînç û nefreta wan axaftina wî ya parîsê ye. Ji ber ku ew jî zanin îddayên dujmintiya wî ya jinan bê bingeh e û bûyerên ku mînak nîşan didin hev cuda û bê eleqe ne. Kuştina zarokê bi qezaya trafikê pêk hatiye û wekî din hemû tiştên hatî gotin bê îsbat in (bi alkol bûn, bi lez çûyin hwd.) Kuştina dadgerê navçeya yumurtalıkê ji xwe tê zanin ji ber çi ye, heta qet negotiye min kuştiye. Lê kul û derdê wan axaftina wî ya parîsê ye. Ew dibêjin çawa kurdekî serkeftî derkeve wiha bêje, çawa qala perçekirina tirkiyê bike. Ji xwe ji ber vê yekê îddayên din tînin ziman. Yeko yek jiyana wî hildane ber xwe û lêkolîn kirine ka çawa Yılmaz Güney bêrûmet bikin. Tu îddayên wan bingeha wan nîne. Heta zêdetir jî bêjim ger hemû jî rast bûna û axaftina wî ya parîsê tunne bûya wê demê qet nedianîn ser ziman. Mînakekî bidim: demên berê lîstikvan cüneyt arkın her şev zehf vexwarinên bi alkol vedixwe û li jina xwe dixe. Demekî dirêj wisa dikêşîne heta ku xeletên xwe dibîne û poşman dibe. Bûyera navbera wî û malbata wî ye, tu mafê min tunne ez şîrove bikim ji ber ku navbera xwe da çareser kirine. Lê heta niha min li tu kesî nebihîst ji bo vê bûyerê wî rexne kirine. Müslüm Gürses jî her wiha. Lê dema mesele dibe yılmaz güney, tiştên nebûyî didin ser hev û bûyerên rast bi gotinên çewt dibêjin. Her çiqas beriya vê rewşê hebe jî, du salên dawî bi destê hesabekî li medya civakî dest pê kir.
    Ji bo ahmet kaya her çiqas tiştên wiha pêk neyînin jî, ji bo stranên wî yê ku piştî çûyîna sirgunê gotiye ew jî tê rexne û lînç kirin heta dibêjin ew cezayê hildayî heq e.
    Alîkî din ez dinêrim kurd jî dibêjin ji ber ku wan herdûya jî hunera xwe bi kurdî pêk neanîne em jî wan ji xwe re hunermend û rewşenbîr nabînin, hinek jî çepgiriya wan rexne dikin. Tişta tê bîrkirin ev herdû kes jî asîmîle bûne, zimanê xwe nizanin û bi xebatên xwe yî taybetî û bin bandora civata dora xwe dîsa tên ser rastiya xwe. Ji xwe berê ve me digot her çiqas tirkî huner kiribin jî hunera wan da kurd hene ji ber vê jî hunera wan çiqas tirkî be hewqas jî kurdî ye (huner gerdûnî ye lê nav da şopên netewî jî hene, li vir armanca min cihêkarî nîne) lê tirk ji wan xwedî derdiketin. Niha berbi çûyîna nijadperestiyê, civata tirk û tirkiye zêdehî wan qebûl nakin. Ji xwe ew kurd in, hunera wan tirkî ye lê huner bi xwe kurd e, wek zarokên ku kurdbûna xwe zanin û welatparêz in lê kurdî nizanin.
    Dawiyê da, yılmaz güney ger tirk bûya û hûnera wî jî tirk bûya an jî ji gelekî din bûya, ku min wî nas kir minê dîsa jî jê hez bikira ji ber ku derhênerekî bêhempa ye.



    05.07.2022 00:36 ~00:39 | pêşewa

    46. Lîstikvan û derhênerek kurd. Berî 38 salan ew koça dawî kir :( (09.09.1984)



    09.09.2022 14:16 | wulfila

    47. "Êş, zulm, hêsir û zilm ne çarenûsa gelê Kurd e. Em vê çarenûsê red dikin!"
    yılmaz güney

    ev gotin e ku ez ê tu carî ji bîr nekim: (bnr: 5000 lîre bide remezan ku ew ji vê jinê berde)



    18.02.2023 20:47 | horhorik

    48. Ji tirkan re bûye kul û derd*

    Tirk dibêjin Yilmaz Guney ne rewşenbîr bû. ji ber ku pir nefsbiçûk in.

    Yilmaz Guney ku 47 salan jiya, di 114 fîlman de lîstikvan, di 26 fîlman de derhêner, di 15 fîlman de hilberîner, di 64 fîlman de jî senarîst bû. Bi dehan xelatên sînemayê yên herêmî û biyanî, di nav de Festîvala Fîlman a Cannesê, stend. Wî bi şêwaza xwe îlhama hezaran fîlmçêkerên mezin ên mîna Inarritu da.

    Wî 24 roman, çîrok û pirtûkên analîzê nivîsandine, ku yekem ji wan di 17 saliya xwe de nivîsiye û hinek ji wan jî paşê bûne senaryo. Kovara Guney ku pêşengiya wê kiribû û bi dehan hejmar derketibû derdixist. Gelek xelat û pesindan girtin, di nav wan de xelata romana Orhan Kemal jî heye.

    Bi dehan salan di 25 girtîgehên cuda de dîl hat girtin. Tirkî, Kurdî û Îngilîzî dizanibû. Ligel hemû bêmimkûniyan jî bi keda xwe hilberand û ji xwe efsaneyek neasayî afirand.

    Wî hemû nav û deng li pey xwe hişt û mîna rewşenbîrekî rastgo li cem gelê xwe yê bindest rawestiya. Û kulma xwe hejand û got: "Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî û demokrat!" wî kir qîrîn.

    Ew jêhatiyek kêm bû ku dikaribû kamera, pênûs û çekan pir baş bikar bîne.



    14 roj berê 19:41 | horhorik

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    destkol