Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 50 peyam
yılmaz güney - tirşik
yılmaz güney
(47) (10) (5)
di mijarê de bigere

37. Hunermendekî kurd e. Lê belê fîlmên bi tirkî kişandiye. Yek ji wan kesane ku kêfa ciwanê kurd ji sînema û zimanê tirk re aniye. Belê ji aliyê xweşikbûn, mêranî, rastgoyî ve mêreke bêhempa bû. Heya niha yek fîlmekî wî jî min ji serî heya binî sêr nekiriye. Lê ji bilî çend sahneyên kurt.

Niha em werin ser meseleya wî ya gelo ji bo kurdan xebitî ye an bo tirka? Belê wî xwestiye ku bo kurda bixebite û bo wan tiştekî bike, ya rast xwestiye bo sosyalîzm û komûnîzmê tiştekî bike lê belê ew hişmendî jî bingeha wan çepgirê tirk û kurd bûn. Ji ber vê çendê car caran behsa kurda jî dikir. Yanê dixwaste ku bo hemû feqîr û jaran tiştekî bike bes ne bo kurda. Dixweste mafê hemû proleteran biparêze. Nasnama wî ya çepgiriyê di pêşiya kurdayetiya wî de bû. Ji ber vê çendê armanceka wî ya geşbûna hunera kurdî ji xwe tune bû. Belê dixwest ji bo kurda tiştna bike lê ne bi saya zimanê kurdî. Ji xwe wê demê bixwastana jî nikaribû bi kurdî fîlma bikşîne, heke kişande jî tv yek wî biweşîne tune bû.

Axir piştî tecrûbeyên hezar sala em fêr bûn ku tiştê bi zimanê mirov nehate kirin, tu kêrhatina wê ji bo netew û gelê mirov tune ye. Weke mînak em dibêjin bo çi navê netewa me, zimanê me di dîrokê de derbas nabe, aha ji ber kesên weke vî zilamî derbas nabe. Herçî xwendekar û jêhatiyên kurd bi zimanên din hunera xwe dikirin ji me re tiştek tune bû. Belê ev kesên awha jêhatî bûn lê ji xwe re jêhatî bûn. Niha dema em li paş xwe li dîroka xwe dinehêrin ji bilî yên bi kurdî berhem afirandine kanî xêrxwaz û jêhatiyên kurd. Di eslê xwe de kanî kurd. Lê xwuya ye me hîn jî ji vê yekê derz negirtî ye û bi zimanên biyanî em berheman çê dikin.

Gotina dawî, piştî çend sala şûnde yekî ku li fîlmên yilmaz guney sêr bike dê bêje erê wele bi tirkî fîlm kişandiye lê esil kurd e, yan dê kes bi kurdbûna wî zanibe, yan jî heke bixêr kurd bibin xwedî dewlet dê ev camêr bê bîra wan û ji filîmê wî fêm bikin, yan jî dê bêjin em ji zimanê wî fêm nakin ev çawa dibe leheng û mîrateya me?



11.05.2020 16:52 | tîrêj zana 21

38. Li gorî min jî, wekî ku çend nivîskar gelek xweş anîne ziman, çi kar û xebat dibe bila bibe, divê pêşî bi zimanê kurdî be hê wê demê ew kes dikeve nav rêza kesên kurd û hê tê ber pîvandinê. Bi tenê Kurdbûna ji dê bav bûyîn kesê nake kurd, gere berdêlekî hebe, Xebatekî kiribe, lê çi dibe bila bibe gere bi kurdî be.

Ev tişt bi tenê ji bo kesên kurd e. Yekê qala Beşîkçî kiriye, ew tiştekî din e. Zimanê kî çi be wê bi wî zimanî li ser mijarekê binivisîne. Belê mamoste Ismaîl Beşîkçî bi Tirkî nivîsandiye, lê tim û tim gotiye bê ziman nabe. Mînak, yekî ûris wê bi Ûrisî binivîsîne û bêje Kurd waha nin û filan bêvan. Lê yekê kurd, mijara wî çi dibe bila be, gere pêşî karê xwe bi zimanê xwe bike. Û fikra ku van kesan Tirkî kirine nava Kurda mixabin ez jî rast dibînim ku hê ji herkesî zêdetir zirar dane gelê xwe.



12.05.2020 04:43 | afa

39. sê rebbên kurdan yilmaz guney, şivan perwer, ciwan haco:



05.04.2021 14:00 | asîmanê sêwî

40. Derhênerek kurdî.
Rojbûna te pîroz be!



01.04.2022 12:49 | wulfila

41. Derhêner, lîstikvan û senarîstê ku nêzî 2 salane bi destê nijadperestên tirk li ser medyayê tê lînç kirin, îddayên bê bingeh û îftîra tê avêtin. Sedemên lîncê dine rêzê: dujminatiya jina, kuştina zarokek û dadgerekî û axaftina wî ya enstîtuya kurd a parîsê li 21.03.1984 ser rizgariya kurda. Ew her îddayên jorê teqez bin wan tije nakin, çi îsbatên wan tunne ye û gorî şîroveyên xwe wan bûyeran dînin ziman, xêncî îdda dawiyê. Ji xwe sedemê vê lînç û nefreta wan axaftina wî ya parîsê ye. Ji ber ku ew jî zanin îddayên dujmintiya wî ya jinan bê bingeh e û bûyerên ku mînak nîşan didin hev cuda û bê eleqe ne. Kuştina zarokê bi qezaya trafikê pêk hatiye û wekî din hemû tiştên hatî gotin bê îsbat in (bi alkol bûn, bi lez çûyin hwd.) Kuştina dadgerê navçeya yumurtalıkê ji xwe tê zanin ji ber çi ye, heta qet negotiye min kuştiye. Lê kul û derdê wan axaftina wî ya parîsê ye. Ew dibêjin çawa kurdekî serkeftî derkeve wiha bêje, çawa qala perçekirina tirkiyê bike. Ji xwe ji ber vê yekê îddayên din tînin ziman. Yeko yek jiyana wî hildane ber xwe û lêkolîn kirine ka çawa Yılmaz Güney bêrûmet bikin. Tu îddayên wan bingeha wan nîne. Heta zêdetir jî bêjim ger hemû jî rast bûna û axaftina wî ya parîsê tunne bûya wê demê qet nedianîn ser ziman. Mînakekî bidim: demên berê lîstikvan cüneyt arkın her şev zehf vexwarinên bi alkol vedixwe û li jina xwe dixe. Demekî dirêj wisa dikêşîne heta ku xeletên xwe dibîne û poşman dibe. Bûyera navbera wî û malbata wî ye, tu mafê min tunne ez şîrove bikim ji ber ku navbera xwe da çareser kirine. Lê heta niha min li tu kesî nebihîst ji bo vê bûyerê wî rexne kirine. Müslüm Gürses jî her wiha. Lê dema mesele dibe yılmaz güney, tiştên nebûyî didin ser hev û bûyerên rast bi gotinên çewt dibêjin. Her çiqas beriya vê rewşê hebe jî, du salên dawî bi destê hesabekî li medya civakî dest pê kir.
Ji bo ahmet kaya her çiqas tiştên wiha pêk neyînin jî, ji bo stranên wî yê ku piştî çûyîna sirgunê gotiye ew jî tê rexne û lînç kirin heta dibêjin ew cezayê hildayî heq e.
Alîkî din ez dinêrim kurd jî dibêjin ji ber ku wan herdûya jî hunera xwe bi kurdî pêk neanîne em jî wan ji xwe re hunermend û rewşenbîr nabînin, hinek jî çepgiriya wan rexne dikin. Tişta tê bîrkirin ev herdû kes jî asîmîle bûne, zimanê xwe nizanin û bi xebatên xwe yî taybetî û bin bandora civata dora xwe dîsa tên ser rastiya xwe. Ji xwe berê ve me digot her çiqas tirkî huner kiribin jî hunera wan da kurd hene ji ber vê jî hunera wan çiqas tirkî be hewqas jî kurdî ye (huner gerdûnî ye lê nav da şopên netewî jî hene, li vir armanca min cihêkarî nîne) lê tirk ji wan xwedî derdiketin. Niha berbi çûyîna nijadperestiyê, civata tirk û tirkiye zêdehî wan qebûl nakin. Ji xwe ew kurd in, hunera wan tirkî ye lê huner bi xwe kurd e, wek zarokên ku kurdbûna xwe zanin û welatparêz in lê kurdî nizanin.
Dawiyê da, yılmaz güney ger tirk bûya û hûnera wî jî tirk bûya an jî ji gelekî din bûya, ku min wî nas kir minê dîsa jî jê hez bikira ji ber ku derhênerekî bêhempa ye.



05.07.2022 00:36 ~00:39 | pêşewa

42. Lîstikvan û derhênerek kurd. Berî 38 salan ew koça dawî kir :( (09.09.1984)



09.09.2022 14:16 | wulfila

43. "Êş, zulm, hêsir û zilm ne çarenûsa gelê Kurd e. Em vê çarenûsê red dikin!"
yılmaz güney

ev gotin e ku ez ê tu carî ji bîr nekim: (bnr: 5000 lîre bide remezan ku ew ji vê jinê berde)



18.02.2023 20:47 | horhorik

44. Ji tirkan re bûye kul û derd*

Tirk dibêjin Yilmaz Guney ne rewşenbîr bû. ji ber ku pir nefsbiçûk in.

Yilmaz Guney ku 47 salan jiya, di 114 fîlman de lîstikvan, di 26 fîlman de derhêner, di 15 fîlman de hilberîner, di 64 fîlman de jî senarîst bû. Bi dehan xelatên sînemayê yên herêmî û biyanî, di nav de Festîvala Fîlman a Cannesê, stend. Wî bi şêwaza xwe îlhama hezaran fîlmçêkerên mezin ên mîna Inarritu da.

Wî 24 roman, çîrok û pirtûkên analîzê nivîsandine, ku yekem ji wan di 17 saliya xwe de nivîsiye û hinek ji wan jî paşê bûne senaryo. Kovara Guney ku pêşengiya wê kiribû û bi dehan hejmar derketibû derdixist. Gelek xelat û pesindan girtin, di nav wan de xelata romana Orhan Kemal jî heye.

Bi dehan salan di 25 girtîgehên cuda de dîl hat girtin. Tirkî, Kurdî û Îngilîzî dizanibû. Ligel hemû bêmimkûniyan jî bi keda xwe hilberand û ji xwe efsaneyek neasayî afirand.

Wî hemû nav û deng li pey xwe hişt û mîna rewşenbîrekî rastgo li cem gelê xwe yê bindest rawestiya. Û kulma xwe hejand û got: "Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî û demokrat!" wî kir qîrîn.

Ew jêhatiyek kêm bû ku dikaribû kamera, pênûs û çekan pir baş bikar bîne.



17.09.2023 19:41 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» yılmaz özdil
» güney yıldız

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî