Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ahmet kaya - tirşik
ahmet kaya
(12) (3) (5)
di mijarê de bigere

1. ji ber xwest stranek kurdî bixwîne û klibêk çêbike neçar ma mişextî fransayê bû û li wir can da di temenek ciwan de. gora wî li gel ya yılmaz güney ye



26.07.2013 17:10 | arami

2. karwan



26.07.2013 19:04 | cirano

3. camêr helbestên can yücel, ahmet arif, sabahattin ali , attillah ilhan , orhan veli , orhan koton , yilmaz odabaşı , hasan huseyin korkmazgil û yusuf hayaloglu repertuvara xwe kiriye weke antolojiyeke serkeftî. ji xwe deng û awaz û mûzika wî bêşîroveye.



26.07.2013 20:10 | seydayê_peyvan

4. Ahmet Kaya hunermendekî nemir e. Hê jî stranên wî tê guhdarîkirin. Li cîhanê bi mîlyonan hezkiriyên wî hene.



27.07.2013 01:50 | ramanwer

5. sezen aksu jî tê de hemû stranbêjên tirk yên salên dawîn dênin li cihekî, ahmet kaya danin cîhekî din. ahmet kaya stranbêj û hunermendek ewqas mezin û hêja ye.

lê mixabin ew ked û afirandina wî ya bêhempa, ji bo çanda gelê tirk bû mîrasek; ne ji bo kurdan.

yek gotineke hinek stranên wî dihêjin hemû berhemên hinek stranbêjan (bnr: sana yazdığım şarkıyı sazımdan söker giderim)

berê dema me dixwest wêneya wî an jî ya yılmaz güney li dîwarên malê ve hilawêsin, keyfa bavê min jê re nedihat û digot "ma wan ji bo gelê xwe çi kirine? heta were wan, sedan kesên qîmettir hene."

wê demê heq nedidayê, lê eslê xwe de rastî jî ev e.

mirov demên wî yên dawîn nehesibîne, ahmet kaya her tim jî stranbêjeke tirkan bû. tenê ji ber ku çepgirek ji dil bû, nêzikî kurdan bû. û hew!

ger em mezinahiya wî ya hûnerê de danin aliyekê, weke mînak bi qasê (bnr: rêbiwar pîremêrd) xizmeta çanda gelê xwe nekiriye.

lê min destpêkê de jî gotibû, sezen aksu jî tê de hemû stranbêjên tirk yên salên dawîn dênin li cihekî, ahmet kaya danin cîhekî din. ahmet kaya stranbêj û hunermendek ewqas mezin û hêja ye.



04.08.2013 02:55 | simurg56

6. wek stranbêjekî stranbêjek têra xwe serkeftî û jêhatî ye û di warê mûzîkê de kes nikare bibe serê neynûka wî lê ji bilî çend daxwuyanî û stranên wî yên berî mirina wî ku li gorî min ji ber êşa sirgûniyê hatine kirin eleqeya wî û kurdîtiyê zêde nîne.. derhêner û aktorê navdar yılmaz güney jî berhemên xwe bi tirkî didan lê li tu derî xwe ne dispart paş perdeya çepgirî û sosyalîzmê li her ser her zemîn û platformekî û li bin her banekî nasnameya xwe ya kurdî û doz û daxwaza avabûna kurdistaneke yekgirtî û serbixwe li ber çavên dost û dijminan radixist.. di danîna enstîtuya kurdî ya parîsê roleke gelek aktîv lîstiye û ji bo raya giştî ya cîhanê bi doza kurdistanê bihese hem bi filmên xwe û hem jî bi gotin û gotarên xwe yên rasterast kar kiriye û ked daye.. lê ahmet kaya wek min gotî hetta şeva ku rastî lînca hunermendên dêqehb û pê re jî ya çapemenî û raya giştî ya şîrheram hatî her li gorÎ konjonktûrê tev digeriya û heta jê dihat xwe ne ji dêrê dikir û ne jî ji mizgeftê dikir.. wek min di serî de jî gotî di warê mûzîk û mûzîkalîteyê de gelekî serkeftî ye û heta niha jî di nav stranbêjên tirk de kes nikare avê li destan bike lê ji aliyê kurdayetî û kurdistanîbûnê ve sist û qels û zeîf bû..



04.08.2013 05:48 | endazer

7. stranbêjê rehmetî ku îro roja jidayîkbûna wî ye.. bi vê mûnasebetê ez pê hesiyam ku li silêmaniyê navê ahmet kaya dane kolanekî.. https://www.facebook.com/photo.php?fbid=688185711199123&set=a.650141281670233.1073741825.147948245222875&type=1&relevant_count=1&ref=nf



28.10.2013 13:23 | endazer

8. hunermendekî bêhempa ye, kî ewî texlît bike wekî gu dibe; dibe mûzîkek arabesk lê ahmet kaya arabesk nedikir ; ji dilek mezin mûzîkek hêja derdiket.xwedê rehma xwe lê ke, nehle li serdar ortaç ebru Gündeş hwd. ... be



28.10.2013 14:05 | rexnegirêtagirtî

9. hunermendê kurd ku îro serokkomariya tirkiyeyê xelata mezin ya çand û hunerê dayê.

daxuyaniya xwe de wisa gotine;

"Müziği, yorumu ve söylemiyle farklı görüşlerden çok sayıda insanı biraraya getirdiği gerekçesiyle Müzik alanında merhum Ahmet KAYA’ya"

http://www.tccb.gov.tr/aciklamalar/252/87494/kultur-ve-sanat-buyuk-odulleri.html



28.10.2013 18:54 | simurg56

10. hûnermendê ku duh 13. salvegera mirina wî bû .

lê xuya ye, hê tu kesî wî ji bîr nekirye. roja mirî çi qas navdar û bibandor be, niha ji wî çaxî zêdetir navder e û ji wî çaxî zêdetir bi jiyana xwe ya bibahoz, li ser gel bibandor e .



17.11.2013 01:31 | brusk56

11. hunermendê ku piştî teyyîb wesfê wî di çalakîya hatina mesûd barzanî ya amedê veda, piranîya kanalên tv yên tirkan dokumanter der wî û mişext kirina wî weşandine.

ez bawerim go cenabên wî erdoxan rojekê wesfê lgbtyan vedê, berî ku em bêjin "bisekinin, we xelet fêm kir" ev heval ê bi hev kevin.



18.11.2013 16:05 | saladin

12. Hunermendê ku ez wisa bawer im navbera wî xwedêteala gellek baş bûye û baş e lew gunehê wî ji dêqehbên ku di şeva xelata pêzeveng û mêzevengan de wî lînç kirin yeko yeko dertê. Ku ahmet kaya van rojan biditaya wê qeyrana dil dîsa lêxistibûya, lê vê carê ne ji xem û kulan ji kêfan...



20.11.2013 14:41 | ceso

13. nemîr e. ya rastî ji bo doza kurdî ne mirovek zêde bû. jixwe hunera xwe jî ne ji bo kurdî lê ji bo tirkî dikir. lê derqeke wî ji kurdên din yên navdar hebû ku xwe înkar nedikir, fikrên wê cem gelê wî bû û hunera dikir -ni çi zimanî be bila bibe- gelekî qîmet bû.



îro qîmeta wî ewqas hatiye fêhmkirin ku hemû hunermendên derewîn yên ku şeva ku ahmet kaya hatibû lînçkirin li wir bûn, niha yek bi yek hebûna xwe ya li wir û kirinên xwe înkar dikin.

rewşeke trajîkomîk e.

me got ahmet kaya ji hunermendên din yên kurd yên li tirkiyê navdar in, cuda ye. ji wan hunermendan hinek niha ji wan kesên ku ketine derdê înkarkirina kirinên xwe, ne.

(bnr: ibrahim tatlıses)

(bnr: özcan deniz)

(bnr: mahsun kırmızıgül)



20.11.2013 20:46 | simurg56

14. Heyran,mirovekî hêja ye,deng zengil e lê ne malê Kurda ye.



21.11.2013 13:49 | gulan

15. dengê wî û awaza stranên wî gelek xweşik in çend sal ji mirina wî bihurî lê hê jî her roj stranên wî godarî dikim lê roja ku min temaşe kir wa ye pesna Kemalê xwînxwar dide ez jê sar bûm



05.12.2013 16:55 | ferhenga şikestî

16. mîna şerabê ye (heçko gelek bizanim!) her ku diçe bêtir tê hezkirin.



14.12.2013 12:32 | simurg56

17. hunermendek wisa ye ku, çû li ewropayê li pêş wêneya apo strana "me bêriya apo kiriye" got lê dîsa jî gelek tirk lê guhdar dikin. û heta hinek ji wan, ne tenê guhdar dikin; wî diparêzin jî.

hunermendek ewqas serkeftî ye.



30.01.2014 22:15 | simurg56

18. li silêmaniyê, navê wî li parkeka nÛ ji aliyê şaredariya silêmaniyê ve hatî çêkirin, hatiye dayîn.. di merasîma navlêkirin û vekirina parkê de keç û jina ahmet kaya jî beşdar û amade bûne..

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/parka-ahmet-kaya-li-silmaniy-hate-vekirin-h5752.html



16.04.2014 23:00 | endazer

19. cemal süreya di sala 1989ê de bi wî re hevpeyvinek kiriye:



Here lînkê





31.10.2015 17:36 | biruya hayao miyazaki

20. îro rojbûna wî ye. Sala 1957 an, roja îro li meletîyê hatíye vê gerestêrka şîn.. Dilê wî weka çiyayê sîpanê mezin e.
waxta li parîsê bûye gotiye "ez dicemidim. Pirsgirêk ya tinebûna kalorîferê nîn e, ya tinnebûna orxanê jî nîne, ez bêwelatim lewma dicemidim".. û dawiyê de ji kerba mirîye.

stranên wî hê jî bi hezaran tên guhdar kirin..
ewî û (bnr: hasret gültekin) demekî tev xebat kirine..



28.10.2016 14:21 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmet aslan vs mikaîl aslan
» kayahan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî