Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dengê amerîka - tirşik
dengê amerîka
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ajansa fermî ya dewleta amerîka ye ku di nav zimanên wê yên weşanê de kurdî jî heye. zûde ya heye û lê ji ber ku reklama xwe nake pir nayê zanîn reqîbê dengê rûsya ye. herdû jî ji ber ku xwe bêtir bigihînin kurdan dest bi weşanên kurdî kirine him jî hima bêjin berî hemû ajansên kurdan dest bi vî karî kiribûn

Dengê amerîka Here lînkê



14.05.2015 00:35 ~01:06 | ceso

2. Ajansa ku wekî ya dengê rûsyayê radyoya wê jî heye û li binê hin nûçeyên xwe "qeyda deng" a nûçeyê jî diweşînin. Bi ya min ji spûtnikê çêtir e û ji hemû cîhanê xeberan diweşîne wekî mînak

Here lînkê



14.05.2015 00:47 ~00:51 | ceso

3. Ji bo xwe wiha gotine:



Dengê Amerîka , ku li sala 1942 hat damezirandin, ajanseka nêvneteweyî ya ragehandinê ye û ser bi hikûmeta Fedral ya Amerîkî ye. Di heftiyekê de, Dengê Amerîka nizîkî 1,500 demjimêrên nûçe û babetên din ji bo 125 milyon kesan li seranserî cîhanê belav dike.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li roja 25 meha 4, 1992 hat damezirandin, piştî Şerê Kendavê. Pişka Kurdî rojane sê demjimêrên nûçe, pêzanîn û babetên din belav dike. Li Adara 2010, 21 karmend û 9 peyamnêr bo Pişka Kurdî kar dikin



14.05.2015 01:04 | ceso

4. (bnr: weekly music)



14.05.2015 03:12 | ceso

5. di nûçeykê xwe de navê partiya hdp û bdpê tev li hev kiriye:



"Roja Înê, dû rojan berîya hilbijartinên giştî li Tirkîyê, hevserokê bdp Selahetîn Demirtaş di dîdareke TV ya Dengê Amerîka de, dibêje partîya wan hdp dê di hilbijartinên roja Yekşemê 1î Mijdarê de, zêdetirî 13% ji dengan qecenc bike."



Here lînkê



xwedê peyvên keko bibîhîse.

û xwedê rastnivîs û hişyarî bide çapemeniya kurdî ya ji aliyê biyaniyan ve tê weşandin. (bi tev sputnik û radyoya swêdê. amîn)



31.10.2015 16:30 ~16:30 | biruya hayao miyazaki

6. ji bo nûçeyan, xwediyê malperek xweş e. di binê nûçeyan de, hebûna qeyda dengê ya nûçeyê jî xweş e.

lê min meseleya radyoyê fêhm nekir, di beşa radyoyê de tenê

ev rûpela ku bi qeydên dengan tije ye, heye; Here lînkê li vir tenê qeydên bernameyan heye, mirov çawa li weşana zindî dike nizanim.



11.07.2016 19:47 ~23:10 | simurg56

7. berbiçav dijberê trump e. qey rêvebira radyoyê di destê demokratekî ye ku pir nûçey qala komariyan tune ye.



11.09.2018 19:27 | biruya hayao miyazaki

8. niha sepanen ve qenalê hatin weşandin ji bo iphone û androîdê. hun dikarin wan sepanen daxinînin û bikar bênin. Di sepanê de beşa kûrdî-kurmancî jî heye.



11.12.2018 02:20 | tekoser

9. Ajansa nûçeya ya amerîka ye. Bi 45 zimana weşana xwe dike û di nav wan zimana de kurdî jî heye. Bi zimanekî herikbar û xweş dinivîsin.

Ji bo xwe awha gotine:

" Dengê Amerîka (VOA) mezintirîn dezgeha nûçevanî ya multîmedya ya Amerîkî ye ku bi 45 zimanan weşanê dike û xwe digehîne herêmên bi azadîya sînorkirî yan bê azadîya ragihandinê.

VOA di sala 1942’an de hate damêzirandin û budceya wê bi tevahî bi diravên bacên Amerîkîyan tê. VOA beşeke girêng ya Ajansa Medya Gerdûnî ya Amerîka (U.S. Agency for Global Media) ye.

Erka VOA û azadîya wê ya edîtoryalî bi hin qanûnan tê garantî kirin ku ew jî rojnbamevanên VOA ji bandor, givaştin û tolhildana ji karbidestên hikûmetê û sîyasetvanan diparêze.

Di 1976’an de, Serok Gerald R. Ford VOA Charter anku îmza Rêziknameya Dengê Amerîka kir ku wiha dibêje:

1. VOA wê wek jêderekî pêgir ya pêbawer û biryarder ya nûçeyan. VOA wê rast, bêalî û hembêzkar be.

2. VOA dê berpirsîya tevahîya Amerîka bike, ne beşeke ji civata Amerîkî û loma jî ewê bi awayekî berfireh û balanskirî nêrîn û sazîyên girîng yên Amerîkî bîne pêş çavan.

3. VOA dê bi zelalî pû bi karîgerî polîtîkayên Amerîkî pêşkêş bike û herwiha dê cîh bide gotûbêjên berpirsane û têbînîyên derbarê wan polîtîkayan.

Kongresa Amerîkî di sala 1994’an de Qanûna Weşangerîya Navnetewî ya Amerîka (U.S. International Broadcasting Act) derbaz kir ku li gor wê zagonê divê karên rojnamevanên VOA xwebawer, rastbêj, bêalî, hembêzkar, balanskirî be û rengûrengbûna çandî û civakî ya Amerîkî derxîne pêş.

Di sala 2016’an de Kongresê careke din di Qanûna Destûrdana Berevanîya Netewî (National Defense Authorization Act) pejirand ku divê berhevkirina nûçeyan û karê ragihandinê bi berdewamî azad û bêalî be.

Rojnamevanên VOA her roj ji xwe re dikin armanc ku bi karên xwe nirxên medyaya azad ji cîhanê re nîşan bidin."

Ji bo kurd û kurdî xizmetek hêja ye. Ji bo şopandina rewşa gerdûn û welat gelek kêrhatî ye.



22.06.2020 21:36 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengên ecêb
» amerîkaya navîn

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî