1. bi qewlê wîkîferhengê; tantiros, pergende, derbeder, tantiroskî, bi kancî, bi bêteşeyî, jevketî, .. ev peyv di tirkî de jî heye jê re dibêjin, hırpanî, tdk dibêje peyv bi eslê xwe bi erebî ye û wateya wê ya bi erebî jî ''tişta kevnbûyî'' ye.. belkî bi tirkî lêkera hırpalamak jî ji vê peyvê hatibe darêjtin.. bi vî navî di çanda kurdî de tibabek stran û govendeka ku li ber wan stranan tê gerandin heye, ez ne xelet bim ji wê govendê re cîde an cihde jî dibêjin.. bi piranî li devera mêrdînê û li ber dengê kemençê tê reqisÎn.. nimûneyên van stranan û vê reqsê li ser netê têra xwe hene, yên dixwazin û ji xwe re dikin kul û derd dikarin lê binêrin.. muhtemelen vê reqsê wateya navê xwe ji wateya peyvê wergirtiye, ji ber ku yên bi vê reqsê direqisin, hingî xwe dihejînin û xwe li erdê didin, hal di wan de namîne, jev dikevin.. |
|
14.05.2015 03:35 |
endazer
|
2. di stranê de ew peyva ku wek çem tê zanîn an fêhmkirin bi eslê xwe cem e.. yanî yê ku stranê dibêje dixwaze bêje, bûkê bînin cem zavê, şerma zavê nemaye.. |
|
14.05.2015 16:46 |
endazer
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |