Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
dodan - tirşik
dodan
(2) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeke kurd e, dodan navê wî yê li ser sehnê ye, paşnavê wî özer e vê taliyê bêtir navê dodan özer bikar tîne, bi eslê xwe ji gimgima navçeya mûşê ye, bi navê dodan project 97ê ligel murat öztürk û erkan özer komek ava kiriye, bi navê şabûn (2010) albûmeka wî ya solo û ligel dodan project jî bi navê be naw (2005) albûmeka wî heye.. bi qewlê dodan çeşn û çeşîdê mûzîka wî freestyle, fusion, experimental e.. li amedê bi navê roll bar barek hebû, -nizanim hê jî heye an na- ez ne xelet bim yek ji sê şirÎkên vê barê bû, li stembolê di gelek bar û klûbên şevê de derketiye/derdikeve ser sehnê, di fîlma muro: nalet olsun İçimdeki İnsan sevgisine de, yê ku li ser sehnê strana teşiya min, malan bar kir, girê sîra dibêje dodan bi xwe ye;



demekî derketibû ser bernameya okan bayülgen ya bi navê makina kafa û strana neçe gotibû;



yuksekovahaber.comê pê re hevpyevînek dûrûdirêj çêkiriye ji bo hevalên ji xwe re dodan kirine kul û derd; Here lînkê



14.05.2015 03:57 | endazer

2. duh bi şev tevlî pêşbaziya deng û stranan ya o ses türkiyeyê bû. her çar jûrî jî gelek ecibandin û şaşwaz bûn. lê dodan qet behsê nekir ku stranbêjek kevin e, 2 albûmên wî hene, stranên kurdî dibêje û di fîlmek tirkî de jî stran gotiye fîlan. tenê got ev 20 sal in stran dibêje.
kesî jî nepirsî li ku derî û bi çi awayî.
an li hev kiribûn ku behsa van tiştan nekin an jî behsê kirin lê di weşanê de van beşan nîşan nedan. di heman beşa bernameyê de, yanî duh bi şev, polîsek li ser navê polîsan stranek gotiye.

wer xuya dike ku wê bimîne fînalê û wê îhtîmalek mezin bibe şampiyon jî.



25.12.2016 13:44 | simurg56

3. ne sûcê te ye,
ew qedera me ye...



26.12.2016 20:14 | cinorek

4. gotibû ez bû bîst û yek sal in bi hunera mûzikê re mijûl im lê heta aniha ez nebûm tiştek..
nizanim tu li vir dixwînî yan na, erê belkî tu nebûyî tiştekî, axir nivîskarên me jî nebûn tiştek. ma em çi bikin qewî kesad e bazar û kurd qîma xwe bi xwe nayînin, heta ku kurd ji efendiyên xwe îcazet negirin û bişaftinê qebul nekin nabin tiştek.
belê dengê te jî hunera te ji wan juriyên ku te hilbijartin xweştir û pêşketîtir bû lê tevî vê rastiyê jî ji bo ku tu bibî tiştek, tu çûyî li nik efendîyên xwe..
wek li jor jî hatiye gotin ne sûcê te ye, ev qedera me ye..



27.12.2016 13:25 | ferhenga şikestî

5. ji aliyê ali duran topuz ve bi berfirehî hatiye rexnekirin; Here lînkê
di rexneyên wî de hinek zêde ajîtasyon hebe jî bi giştî tiştên rast in.

lê dîsa jî divê mirov ewqas jî nede ser dodan, tişta ku kiriye ne xayîntî fîlan e. tenê piçekî xwe biçûk xistiye û ji ber ku behsa paşeroja xwe nekiriye, zordestiyê qebûl kiriye û hew. vê yekê jî ji bo berjewendiyên xwe kiriye, ev ne tiştek nedîtî ye.
tu televîzyonên kurdan neman, çalakiyên çandî neman. destûr tûne hunermend herin trt 6ê fîlan jî... loma herkes ji xwe re riyek digere. berî ku derket vê bernameyê, çend kes ji me, wî nas dikir? min bixwe tenê navê wî û strana wî ya komîk çepik dizanî. ango gotinên ew jî hinek mafdar e.

îşelleh nebe mîna mehmet metîner, muhsin kizilkaya fîlan, me tiştek din navê *



27.12.2016 14:04 | simurg56

6. Mal û milk û şûn û pere...
Pir papoker û bêqîmet e,
Xwe kêm nebîne, biçûk nexe!
Jiyan divê bi rûmet bê.



27.12.2016 16:00 | rûbar

7. Ji bo dengê wî nikarim tiştekî bêjim lê bi ser navê mûzîka eksperîmantel stranên wek xezal xezal, bavê fexriya û avşar elleri herimandiye û hetk û helaka wan biriye.
Bila here ji xwe re awazên nû deyne, stranên nû çêke û deng û diyaframa xwe li ser wan biceribîne û bela xwe ji klasîkan berdê.



27.12.2016 22:52 | endazer

8. Ka ji wî bipirsin êdî bûye tiştekî?



20.03.2017 02:47 | rûbar

9. î şev li 'o ses Türkiye' qezenç kır. ez nave Dodan kêfxweş bum ,hêvî dikim ji cîya bêtir were.



20.03.2017 03:45 | lawame21

10. Stranbêjê ku bi xêra wî hadîse jî bû șampiyon.

Dengekî dawûdî pê re heye. DiKarê perdeya dengê xwe bi êsanî biguherîne. Sitrana fînalê nexweș bû lê dengê wî hêja bû.


Dibêjim acûn bi qestî dodan û resul hêliștine fînalê. Xwest ku bi xêra dodan û resul, kesên mihafazakar û sekuler tevlî vê pêșbeziyê bike. Daku reytîng û reqlem zêde bibin.

Ji aliyekî dî ve provaya referandûmê jî bû. Resul = evet, dodan = hayır *



20.03.2017 16:49 ~16:49 | gumgumok

11. şampiyonê pêşbaziya o ses turkiyeyê ya 2017an e.
şeva ku tevlî vê pêşbaziyê bû, min dizanî ku wê bibe şampiyon.
dodan/96306
ser xêrê be. lê wê kêr çi were nizanim. piştî ku qeznc kir, hadîseyê ew hembêz kir û got "ji bo te, çi ji destê min were ez ê bikim"



20.03.2017 20:42 | simurg56

12. stranbêjê ku wê şeva sersalê li amedê be.



25.12.2017 00:36 | brusk56

13. Stranbêje ku Hadîse kiriye yenga me. *



25.12.2017 14:50 | tililili

14. îro li amedê konser dide.
ji bo pîrozbahîya komara tirkiyê.
bi organîzasyona walîyê amedê.
walîyê qeyyum.
li parka 75ê.
Here lînkê



29.10.2021 23:25 | simurg56

15. (bnr: pere ne her tişt e lê pere pir tişt e)



30.10.2021 15:08 | xabûrî

16. Piştî daxuyanî û pîrozkirina partiyên qaşo yê kurdan a komara tirkiyê, lazime mirov ji helwesta van stranbêja mat nemîne.

Here lînkê

Pênas: stranbêjê ku min qet lê guhdar nekiriye.



30.10.2021 15:27 ~15:28 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dodan özer

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî