Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
çiftexas - tirşik
çiftexas
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew gotina ku bavê min tim û daîm bi wateya mecazî bi kar dianî lê min qet wateya wê nizanibû vaye bi xêra tirşikê hîn bûm*



Carna diçû ji xwe re kiras mirasek dikirî û gava te neecibanda digot " ohooo! kuro ca destê xwe bidê welle 'eynî çiftexas e" carna jî ji bo jinên ku diecibandin digotin " çi jinek e yaw eynî çiftexas e"*



14.05.2015 15:37 | ceso

2. bi qewlê wîkîpediyayê; çiftexas an b navê xwe yê din patîske, bestirek ji pembûyê ye. Bi bendên 60-80 numareyê tên ristin. 1 m² = 60, 100 gr e. Ev bestir dikare bê boyaxkirin jî.

Şûştin û dirûtina wê hêsan e. Navê patîske ji paşnava Cambraili Baptiste tê ku cara pêşîn wî hilberîna vê qumaşê kiriye. Hin jî dibêjin navê vê bestirê ji bêjeya baftas a hindî tê û ev qumaş ji Hindistanê belav bûye. Çiftexas li Kurdistanê gelek hezkirî ye, di wêjeya kurdî de herwiha pirra hatiye bikaranîn. Here lînkê

bi tirkî jê re dibêjin patiska, hasse û bi îngîlîzî jî; batiste, cambric, calico, chambray, li ser bextê wîkîferhengê bi kurmancî jê re xase, patîske û emilkan jî dibêjin..



ji nimûne ji bo bikaranÎna peyva çiftexas di nav tekstên kurmancî de;



''Çem jî ser hev û ber hev ra pêlan li ser pêlan vedidin û dihurmicin û kêf li ser ketî pêş da dixişikin. Her yek ji wan çemana wekê kobeyên mezinên zîvînin ko dorandorî kirasê çiftexasê bûkiniyê ra hatine dirûnê. ew teqalên ko taze reş bûne jî bînanî çepikên gulan li ser dava wan kirasana da bera mirovî li ser xwe da radikêşin.'' Here lînkê

''Eynî berf e, eynî çiftexas e.'' (biwêj) Here lînkê



14.05.2015 16:35 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» çiftexas

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî