1. straneke gelêrî ye, min cara ewil ji dengê koma amed guhdarî kiriye, heta ku şevval sam xanimê keşf nekirî û negotî gelekî kêfa min jê re dihat lê niha çawa guhlê dibim guhê xwe digirim.. li şirnex stranbêj û dengbêjeke meşhûr bi navê salihê şirnexî heye vê stranê biçekÎ bi rengeke cuda dibêje lê bi baweriya min xweştir dibêje, di destpêka stranê de çîroka stranê jî dibêje; koma amed: vîdyoyê veke şevval sam: vîdyoyê veke zelal gökçe: vîdyoyê veke gotinên stranê: ''hoy hoy hoy memo mem ebasî ebasî jahro dilo memo mem ebasî, ebasî hoy hoy hoy memo kurtekî ser kirasî jahro dilo memo kurtekî ser kirasî hoy hoy hoy memo mem' em te ji diyarbekir jahro dilo memo mem' em te ji diyarbekir hoy hoy hoy memo wi ani barek şekir jahro dilo memo wi ani barek şekir hoy hoy hoy memo tîrê cerge du kerkir jahro dilo memo tîrê cerge du kerkir hoy hoy hoy memo hespê memê min boz e jahro dilo memo hespê memê min boz e hoy hoy hoy memo meydanê dike toz e jahro dilo memo meydanê dike toz e hoy hoy hoy memo sefer dayikê pîroz e jahro dilo memo sefer dayikê pîroz e'' ji hinan weye qey di stranê de ew rêzegotina kurtekî ser kirasî bi eslê xwe kurdekî serfirazî ye, lê ji wehm û wesweseyeke wêdetir ne tişteke ya rast kurtekî ser kirasî ye, ne kurdekî serfirazî.. |
|
14.05.2015 16:59 |
endazer
|
2. di vê stranê de wate wê ji rêzika ''tîrê cerge du ker kir'' tîrê cerg û hinav kir du kerr/felqe/parçe.. û gava dî min ferq kir, gotinên strana ku salihê şirnexî dibêje û ya ku koma amed dibêje ne eynî ne.. ji ber dengê salihê şirnexî ez ê gotinên stranê deşîfre bikim.. |
|
14.05.2015 19:46 ~19:47 |
endazer
|
3. versiyoneke din ya vê stranê û çîroka stranê: |
|
20.09.2015 02:33 |
endazer
|
4. (bnr: kê wekî dînan ji vê stranê hez nekir?) |
|
01.10.2015 21:41 |
kezebmonitor
|
5. (bnr: qalibên tirkî yên bakurî di kurdî de dibêjin) |
|
02.10.2015 00:16 |
dijber
|
6. piştî (bnr: şevval sam) ê kifş kir, êdî min guhdar nekir. |
|
03.10.2015 01:40 |
wiha wilo wisa
|
7. Jaro dilo memo |
|
02.10.2019 01:46 |
bilbilê dilkul
|
8. çîroka memo piranî ji videoya mijara yekemîn ( hoy hoy memo/68757) de cûdatir tê gotin. |
|
12.04.2020 13:14 ~17:40 |
de facto hozan
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |