Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ferîd xan - tirşik
ferîd xan

Navê mijarê ya ewil ev bû:ferid xan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestavanekî kurd ji gimgimêye .xwediyê pirtûka "klipa marê birçi'ye" .ez mam di hêviyê de bila ev camêr her û her binivîse .rebbî çi helbestê hêja û xweşik bûn.belê ez dizanin nirxandin wiha çênabe lê ezê li ser vî camêrî tiştekî binivîsim.min ew ne li ser facebook'e dît ne dereki din hebe ji min re navnişana wî rêbikin, ji kerema xwe re.



26.07.2013 22:16 | tivirloismail

2. di konferansekî li batmanê de selim temo qala wî bi kêfxeşî kiribû



27.07.2013 23:10 | arami

3. (bnr: çîroka kûçikên birçî)



02.10.2013 02:00 | kurdane

4. Helbesteke wî

-çîroka kûçikên birçî-



bê welat jî mirov dikare bijî

mîna kûçikan

mîna kûçikên bêxwedî jî

dinya welatê min e

mirov dikare bêje

mîna utopîstan

mina kûçikên utopîst

lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî

pehîna xwe li te dide

biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide

him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke

him tukes li te xwedî dernekeve Û li seranserî cîhanê

hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî

wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be

ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!



helbestvan: ferîd xan



02.10.2013 09:59 | ceso

5. xwediyê xelbasta bêhempa yara nebûyî ye,ku we ev helbest nexwandibe xwelî serê we be.



06.10.2013 14:52 | tivirloismail

6. birînekê bide min)



birînekê bide min

bila ne ji enqereyê be

ji kêrê

ji gulleyê

bila derba kuştinê be



birînekê bide min

bila ne ji tehranê be

ji dojehê

ji xezebê

bila derba şewatê be



birînekê bide min

bila ne ji bexdayê be

ji hovîtiyê

ji bêbextiyê

bila derba tunekirinê be

birinekê bide min

bila ne ji şamê be

ji qezayê

ji belayê

bila derba dînbûnê be

(ji pirtûka kilîpa marên birçî,r,115)



06.10.2013 14:57 | tivirloismail

7. helbestvanê ku dema helbesta wî ya bi navê çîroka çîroka kûçikên birçî tê bîra min bêhna min vedibe ye. ji ber ku xêra wê hin kesan fahm dikim û wan di rêya wan de dihêlim. .



07.06.2014 01:00 | berxweda

8. (...)

NebixêrekÎ ji me saet çêkir

Ruhê me bi ddeqe u saniyeyan dabeşand

Stuşikesteki ji me barûd dît

Ew Lehîm kir, di luleyan de firand

U pîçekî ji me Mekineya Keldumanê derxist

Êdî dansa me ya bi pez û dewêr qediya

Demançe û mekine bûn lîstokên me

(...)



klipa Marên Birçî, Belkî, 2006. r.124.



07.06.2014 01:06 | seydayê_peyvan

9. Helbest ey xorînîya bêpeymawitayaye. bi şîîran eyez gêj biyo



08.03.2015 19:15 | teberkerde

10. îbrahîm bulak pê re hevpeyvînek çêkiriye, piştî demek dirêj axivî û mizgînîya berhemên nû dide: Here lînkê



30.04.2018 18:41 | xendekî

11. Di van deh salén dawî de gelekî tengijî, dibêje edebiyata kurdî gelekî xerab e. Em li bendê ne bila were me rake.



30.04.2018 22:23 | hêvî

12. piştê wê pirtûka ezamet idî tiştek nenivîsî herhal, qet jê deng û his nayê



04.12.2021 13:42 | xwebixwe

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferîd xan
» xana zêlûyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî