1. fîlmê ku çend hezar sal e li benda ketina wî ya sînemayê me. wê vê yekşemê yanî 17.05.2015 li tirkiyê bikeve weşanê. gellek gellek pesnê fîlm didin û xuya ye wê toz û dûmana 2015 an rabike. fîlm wekî mad max di 1979 de cara pêşî derketiye pêşberî bîneran dû re 1981 de mad max 2 û di 1985 an de jî mad max 3 hatiye kişandin. û di 2008 an de jî dest kişandina mad max fury road kirine ku nihayet îsal gihîşte pêşberî me. fîlm bi berfirehî bi tekûzî gihîştiye, ez dibêjim jê nemînin û herin darî fîlm bikin. pûana wî ya imdb yê 8.2 e û ez ne xelet bim hê îro kete weşane. |
|
16.05.2015 00:58 ~2015.12.22 12:20 |
ceso
|
2. not: mirov nikare di heman enrty de him linka vidyoyê û him jî lînka wêne bide lewre yek ji wan venabe. ez jî ji mecbûrî vîdyoyê di entryeke nû de parve dikim |
|
16.05.2015 01:08 ~02:27 |
ceso
|
3. jin jiyan azadî!* * |
|
18.05.2015 16:13 ~16:16 |
xwelî li ser
|
4. rasterast pêkanînek hunerî ye. ji her alî ve. tenê hinekî senaryo basît e lê ew peyamên ku dide mirov vê sivikbûnê ji holê radike. fîlm hê dest pê dike nakê ji serî heya dawî aksîyon û şer û pevçûn e. lê aksîyon û şereke hunerî ku dîmen ji dîmen xweştir pêşkêşî mirov dike. fîlmekî femînem e. - lîstikvana jin charlize theron gelek serkeftî ye ku mirov jê re hijmetkar û heyran dimîne, lîstikvanê mêr tom hardy ye ku wî jî valahiya mel gibson dagirtiye û tam jî ketiye wê rola mêrê bêpaxav û çavbêtirs... bi rastî jî kî dibeje çi bila bêje lê li ser fîlm xebatek mezin hatiye kirin. û a dawî fîlm bi awayekî veşartî di rastiyê de rewşa jinên îroyîn raberî me dike. hay ji xwe hebin. * spoilerê veke qir û qiyamet e, xela ye, çol e, dinya bermayiyek şerên nukleerî ye. her derî hovîtî dizî û talan û dagirkerî û mêtingerî ye. yên ku dest dane ser çavkaniyên weke av û petrolê her tiştî kontrol dikin û mirovan bi tirsa aloziyê birêvedibin. di vê qir û qiyametê de hinek jin ji vê mêtingeriyê re dibêjin êdî bes e û serî hildidin û direvin û didin pey hêviyên xwe ku cihekî ku lê bijîn bibînin lê dawiyê lehengê mêr wan îkna dike ku ne ji bo cihekî xeyalî lê divê ji bo mala xwe şer bikin. û vedigerin... bêguman tevgera jinên kurd tîne bîra min |
|
18.05.2015 21:51 ~2015.12.22 12:23 |
ceso
|
5. filmeke pir xeyalî kêm zanistî. nizam çend salên din dinya dîsa bin kontrola dîktatorekêde ye û hin mirov weke koleyan tên bikar anîn. hin mirovên ji bo azadiya xwe dest bi şerekê dikin. mirov tim bi hêviya dawî-lê-hatina şerî û destpê kirina tişteke din, temaşe dike lê nabe dawî lê nayê, heta dawiya filmî heman şer û pevçun. film bi temamî ji aksiyonê pêk tê hew. |
|
21.12.2015 22:41 |
azadixwaz
|
6. (bnr: spoiler mede heval!)* |
|
22.12.2015 12:18 ~12:19 |
ceso
|
7. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. |
|
20.03.2020 18:18 ~2020.05.16 21:05 |
simurg56
|
8. koma wergera fîlman ya tirşikê pîroz dikim. |
|
24.03.2020 20:50 |
gumgumok
|
10. fîlma ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê hatiye wergerandin. |
|
31.03.2020 00:35 ~00:37 |
xelîl
|
11. fîlmek cûda bû ji bo min. fîlm wek li jor jî dubare hatiye gotin, ji serî heta binî aksîyon e. di deqeya 5ê fîlan aksîyon destpê dike û hîç nasekne an jî kêm nabe. lê divê heqê wê bidim ku heqê sahneyên aksîyonê nade. di pêşerojek wisa ku çekên pêşketî tune ne, şer wê çawa bûna, vê yekê gelek gelek fikirîne û rêbazên ecêb kifş kirine. |
|
25.04.2020 08:27 |
simurg56
|
12. bi rastî dinav fîlmên aksîyonan de, bawerim tu fîlm wek vî fîlmî ji serî heya dawî ye aksîyone nade. Serlîstîkvanê tom hardy ê hêja ye. Wekî din tişta ku di derheqe fîlîm de dizanim ji alîyên cilan an jî kostuma vê xelat jî standîye. |
|
25.04.2020 22:53 |
merwano
|
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
|
kompleksa îkarus [3] |
|
inglourious basterds [5] |
|
tiştanok [1] |
|
Grass: A Nation's Battle for Life [1] |