Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
weşanên lîs - tirşik
weşanên lîs
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. weşenxaneyek kurdî ye. gelek girîngî didin wergera wêjeya cîhanê. çend pirtûkên wan a hatiye çapkirin, li vir e: (bnr: kurdiya wêjeya cîhanê)



malpera wan a fermî Here lînkê

rûpela wan a facebookê a va ye: Here lînkê



dizayna bergên pirtûka wan gelek xweş û dilkêş in û profesyonel xuya dike. cardin dizayna malpera wan jî ji gelek malperên kurdî xweşiktir û profesyoneltir e. her çiqas beşa Wêjeya Cîhanê ya Modern hebe jî, hişyariya "pirtûk tune ye" tê. lê george orwell, James Joyce, stefan zweig û orhan pamuk û hwd, wergerandine û pirtûkên wan çapkirine. ev camêrna ji xwe modern in...

weşanxane gelek jîr e. min li browserê nûçeyeke dît: Here lînkê

tarîxa nûçe 30yê tîrmeha 2009an e. Weşanxane ragihandiye ku ewê 100 klasîkê cîhanê biwergirîne kurdî. Li gorî tespîta min heta nuha dora 25 pirtûk hatiye wergerandin. Ev bernameyên wan bi piştgirya balyozxaneya swêdê hatiye plankirin. Ji xwe çend nivîskarên Sêdî hatiye wergerandin mîna selma lagerlÖf û harry martinson.



17.05.2015 12:36 ~13:39 | biruya hayao miyazaki

2. weşenê ku çand roj ewil di pirtûkakurdîde pirtukên xwe sedû pencî erzan kirîbû.ez gelek kehfweş bûm minê çend pirtûka bistanda hem bona xwe hem jî ji bo hevalên xwe ji bo xelat.Le belê ez deren mam min wî buhaşkestina xweş wenda kir gelek pirtûken xweş destê min çû



18.11.2015 00:46 ~00:51 | quşxaneli

3. Malpera wan a berê wenda bûye. Domain ketiye destê japonan Here lînkê
Lowma Weşanxaneya Lîsê malpereka xwe ya nû saz kiriye. Li ser malpera nû bihayê kitêbên xwe daşikandiye û erzantir dide...
Bila li ser xêrê be...
Here lînkê



25.06.2020 18:15 ~18:19 | cinorek

4. Me got Camêran dest bi firotina pirtûkan a li ser înternetê kirine. Têra xwe bihayê pirtûkan erzam kirine. Erzanî xwe li vir daniye



28.06.2020 06:55 | oceancr

5. weşanxaneya ku gelek gelek şaşiyên rêzimanî dikin. û di pirtûkên wan de peyvên tirkî jî pir in. min got temam tişt pê nayê normal e lê dema min peyva ''duşurmîş dibûm'' dît min dev ji xwendinê berda.



29.07.2020 15:46 | keyomerd

6. li jorê ji vê peyamê hanê de hatiye behskirin weşanên lîs/126536 ku kitêbên wan de şaşiyên rêzimanê û peyvên bi Tirkî hene heta peyveke duşurmîş bûn kitêbên wan de derbas bûye.

Qasê ku dizanim Weşanên Lîs hin nivîskarên Sovyeta berê rasterast latînîze dike yanî ji elfabeya kirîlî werdigirin elfabeya latînî. Gava latînîze dikin eslê kitêban naguherînin ku reseniya wan bila xira nebe çimkî êdî wan klasîk in, peyv, qalib, rêziman, rastnivîsa nivîskarên Sovyeta berê mudaxale nakin. Kesên ku ji serhedê ne baş dizanin ku hin peyvên ku sedsalan e ji Tirkî ketiye kurdî, devoka Rewanê û serhedê eynî ye. Gelekî nivîskarên Sovyeta berê wan Peyvan bi kar tînin.

duşurmîş bûn di romanê ewil a kurdî şivanê kurmanca de derbas dibe, ev kitêb ji aliyê bavê romana kurdî erebê Şemo ve hatiye nivîsandin. Kal û pîrika min tev digot duşurmîş bûn ewana qe Tirkî nizanibûn, niha ez diya xwe re bêjim "difikirim" belkî ji min fehm neke.

Tiştê ku weşanên Lîs dike ne xeletî ye, tenê tercîh e.



29.07.2020 17:21 ~17:24 | mîr

7. Weşanên Lîs karekî girîng dike. Pirtûkên Kurdên Sovyetê ku bi kîrîlî hatibûn nivîsîn, latînîze dikin û diweşînin. Berhemên Erebê Şemo jî ji wê weşanê jî hatiye weşandin. Tê da tirkmancî hebe, ew nivîsîna nivîskarê ye. Weşan tenê latînîze dike. Bi qasî ku hevalek gotiye jî nîn e. Latînîzekirinê de serkeftî ne.



29.07.2020 21:56 | bargiranewe aeth.

8. Demekê karên gelek baş dikirin, niha piştî veqetîna hindek nivîskarên wê yên hêja, qels bûye, ji qewetê ketiye heçkû. Û ev bo edebiyata kurdan ne baş e.



25.10.2020 23:44 | hêvî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» weşanên avesta
» lîseyên îmam û xetîban

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî