Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rêşad sorgul - tirşik
rêşad sorgul

Navê mijarê ya ewil ev bû:reşad sorgul
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û rojnamevaneki kurd e. ji amedê ye. li el-ezherê hiqûq u dîrok xwendiye. di med tv, medya tv, roj tv. de xebitiye. niha ji di tv. yên heman kevneşopiyê de dixebite. camêr pirtûkên xwe -hema bêje giş- bidengê xwe yî xweş bideng kirine û xistinê (bnr: youtube) ê. lê guhdar bikin.



26.07.2013 23:16 | seydayê_peyvan

2. demeke simbêlê wî gelek navû deng bû lê piştî dimenê abdullah ocalan ê bê simbêl derketîn kû bi zorê hatibûn bîrin

ewî ji simbêlê xwe birî wekî gelek mirovên din...

dû romanê wî hene



1-nıqutî dilê min

2-seydayê min



27.07.2013 23:09 | arami

3. nivÎskarek kurd e. ji xeynÎ berhemÊn xwe gelek çÎrok Û destanÊn kurdan bi deng kirÎye

kawayÊ hesÎnkar

mem Û zÎn

evdalÊ zeynikÊ

gilgamÊş

çÎroka mÎza mihemed

şevname

BavÊ nazÊ- govenda li ber mirinÊ



09.11.2013 19:11 | xelîlêzer

4. çîroka bI navê kêz xatûn a kû reşad sorgul dibêjê, hema bêje her roj ez ji kurê xwe re divekim û ew jî li ber vê çîrokê di razê. Tenê ne ew carna ez jî bi wî re li ber vê çîrokê xew ve diçim. Êdî ew jî hîn bûye. Dema ez çîrokê divekim dengê xwe dernaxê û guhdarî çîrokê dikê..



24.11.2013 15:14 | nan û av

5. nivîskarekî kurd e lê ji nivîskariyê bêtir bi dengê xwe yê Zîz navdar e. dengê wî gelek xweş e û pirr li xwendina helbestan tê



08.04.2014 01:10 | ferhenga şikestî

6. çend nimûne bo dengê wî yê xweş..













19.04.2015 14:38 | ferhenga şikestî

7. Çîrokvanek e. Gelek çîrok, roman, helbestan di qenala xweyî YouTubeê de bilêv dike.
Pêlekê min çend tişt guhdarî kiribûn.
Mînak:



28.12.2019 21:28 | gumgumok

8. di vir de helbesteka cegerxwînî bideng kirîye:

"Evîna dil, te dil kiriye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar

Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar

Diran û çav dil pêk ve şikestin
û porê min spî bûye bi yek car

Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêja ne her çar
"




29.12.2019 12:57 | xendekî

9. Ji xeynî pirtûkên xwe hinek pirtûkên din jî deng kirîye. Çîrokên kurdî jî deng dike û dengê wî jî zehf xweşe.



29.12.2019 16:04 | azad30

10. rojnamevan ku derbarê Şivan de nivîsand:

Şivan bisekine..! – RÊŞAD SORGUL

Ji bo nivîseke bi vî rengî dudilî bûm. Ji ber ku Şivan Perwer hunermendekî Kurd e, cihê xwe heye. Ez fikirîm ku bi herhalî wê li xwe vegere û şaşiya xwe bibîne. Lê ez hê wilo difikirîm, min vîdeoya wî ya diduyan dît. Ya rastî, bivênevê ez ponijîm, gelo ew van axaftinan bê hemdê xwe dike yanî naxwazim bibêjim, gelo xurifî ye, yan jî Xwedê neke li ser hesabekî tevdigere. Şivan Perwer ne ew kes e ku ez şîretan lê bikim, jixwe ew bi temen ji min mezintir e, û nabe ez şîretan lê bikim. Lê bawer dikim ku ez dikarim çend rexneyan lê bikim. Ji ber çi divê ez rexneyan lê bikim, ji ber ku bi rastî naxwazim Şivan Perwer bi vî awayî dewam bike. Ez dibêjim, divê ew cihê xwe di nava hunera kurdî de bi rûmet biparêze. Lê tirsa min ew e, bi vî awayî dewam bike, wê navê xwe bilewitîne. Jixwe di dîroka me Kurdan de mînakên wisa zêde hene û taliya temenê xwe her tiştên xwe yên qenc diedimînin. Li cem me Kurdan usûlek heye. Dema kesek şaşiyê bike, çend kes jê re bibêjin “tu şaşî” ew kes maqûl be disekine difikire û li cihê xwe aş dibe. De îca ez ê jî li ser vî esasî rexneyên xwe bibêjim û hêvî dikim kêmasî bêne dîtin û ev mecreya metirsîdar bi dawî bibe.

Min li herdu videoyên Şivan Perwer purdîqet guhdarî û temaşe kirin. Ez ji xal û xetên rûyê wî dest pê bikim. Pirr zêde bi kubr û fexr dipeyive. Mezinahiya di kar û barekî de divê mirov dilnizm û nefspiçûk bike. Neke ku mirov ji ser xwe ve biçe. Mirov dema temaşe û guhdarî dike, ev întîbayê çêdike.
Em niho hinekî bi naverokê dakevin. Bi ya min, hinek mijarên qal dike bi navê modernîzmê şaş şirove dike. Beriya her tiştî jî bivênevê mirov difikire û dipirse, gelo ev camêr çi ji Êzdiyan dixwaze. Hinek tişt wexta dema wan tê her kes dikare li ser bifikire, lê hema wilo ji nişkê ve bêyî tiştek li naverastê hebe û Şivan derdikeve Êzdiyan dide ber tîran. Li vir rast û nerast jî ne girîng e. Di rojeva Kurdan de mijarên gelekî girîng hene, wî rojev serûbin kir. Ez fikirîm, dibe ku ji ber koronayê aciz bibe û wisa dike. Na. Ji ber ku mijarên bi wan dadikeve gelekî nazik in. Û ew wan berevajî dike.
Mînak, ji Êzdiyan re dibêje, we nehişt birayên we yên Kurd li Şengalê we biparêzin. Bi belge û dîmen heye. Çekdarên PDKê çawa Şengalê dihêlin û diçin. Min berê jî li ser vê mijarê bi firehî nivîsî ye. Lema ez pê danakevim. Yanî hewce jî pê nîne.

Mînak zewaca Êzdiyan, mirov fêhm nake çima ev mijar evqasî Şivan eleqedar dike. Kî bi kê re çima û çawa dizewice, çima te eleqedar dike. Divê Kurdên misilmankirî yan jî misilmanbûyî ji bîr nekin ku ne demeke dirêj Kurdên Êzdî bûn. Îca ji wan Kurdan niha komeke piçûk li ber xwe daye û bi awayekî heta niha mane. Hewl didin xwe diparêzin. Urf û adet, rêûresmên wan hene. Mijara zewacê yek ji van mijaran e. Di dîn û diyanetên din de jî meseleyên bi vî rengî hene. Di misilmantiya îro de jî gelek xurafe hene û heta dewleta Tirk û dewletên Ereb hê jî ji bo millet bitevizînin tiştan çêdikin. Şivan jî bi xwe di vîdeoyê de dema navê Hz. Muhammed hil dide silav û selawatan lê dike. Ez vê şaş nabînim cihê rêzê ye. Lê bi qasî wê jî ji Êzdiyan re jî rêz bigire. Zewaca Êzdiyan tê fêhmirin û awayekî xweparastinê ye.
Kurtûkurmancî, ez naxwazim bi mijaran yek bi yek dakevim. Lê ez dikarim bibêjim awayê şiroveyê yê Şivan jî şaş e. Rastî divê di nava zeman û mekan de bê dîtin. Rastî ne ew bûyer in ku li ser xeteke rast diqewimin. Ya din jî diyalekta guhertina civakan weke ku Şivanî dibêje, nîne. Dînamîkên civakan ên guherîn û veguherînê hene û ew jî di nava konjuktura dema xwe de bi hemdê xwe pêk tên.

Şivan Perwer niha di nava însiyatîfeke hunermendan de ji bo yekîtiya neteweyî cih digire. Bi van helwestên xwe bawer nakim ku bi kêra yekîtiyê bê, berevajî wê zirareke mezin bide yekîtiyê. Di vîdeoya xwe ya pêşî de bi çend gotinan navê Rêber Abdullah Ocalan jî hilda û bi vî awayî pişta xwe qehîm kir. Lê ya rastî, gotinên Şivanî di gelek waran de bi fikrên Rêber Apo re ne li hev in. Fikrên Rêber Apo ji bo Ezdahiyan jî tê zanîn.

Şivan bi hêrs dibêje, hin kesên Êzîdî heqaret lê kirine û ew ê wan bide dadgehên Elmanyayê. Min çend roj berê qala kurdperweriya Apê Osman Sebrî kiribû, bila ji xwe re biçe di vî warî de li helwesta Osman Sebrî binêre. Tu yê çawa xelkê xwe bikişîne dadgehên Elmanyayê. Jixwe ji ber vê hinek mervên Şivan li Wêranşarê rabûne fetwa êrişî li dijî Êzîdiyan dane. Bi navbeynkariyê ew agirê li wir gavê hat bêdengkirin. Xwedê neke, li wir hinek zirarê bibînin wê Şivan çi bigota. Şivan bi van helwestên xwe pêşî wê zirarê bide xwe, lê ya rastî tirsa min heye wê zirarê bide yekîtiya gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurdan. Hêvî dikim, piçekî maqûl be, êdî aş bibe bisekine û piçekî nefspiçûkî pê re hebe rexne li xwe bigire û lêborînê bixwaze.

Ez bi xwe hê jî naxwazim bifikirim, keç û jinên Kurdan li bazaran çawa bi destê çeteyên DAIŞê hatin firotin. Aqûbeta gelekan ji wan nayê zanîn. Em civakeke ewqasî birîndar in. Ez bi xwe, rast jî nabînim ev êş weke êşa beşeke millet were bilêvkirin, ev êşa her kesê ji xwe re bibêje, insan û Kurd e. Ji lewra ev siyaset an jî her navê wê çi be divê bisekine û ji rojeva me kurdistaniyan derkeve…

Yenî Ö. Politika.
(Rêşad Sorgul-Nivîskar)



27.04.2020 23:05 | hola êzîda

11. Kanalê youtubê ku ez tercîh dikim bo pîrtuka audio.



18.04.2023 17:12 | ardlarzî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêşadcibranî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî