Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 25 peyam
kategoriyên tirşikê - tirşik
kategoriyên tirşikê
(1) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. wê taybetiyek nû yê tirşikê be.

vêga dema mirov bixwaze mijarek nû veke, vebijêrkên kategoriyê jî derdikeve pêşberî mirov. mirov dikare herî zêde 3 kategorî hilbijêre.

aniha dema em mijarek nû vekin em ê kategoriyên wan jî binivîsin. paşê dema sîstem qediya wê mirov bikare li gorî kategoriyan mijaran ji hev cûda bike û hwd.

weke mînak min vê mijarê di kategoriya "tirşik"ê de vekir.



19.05.2015 19:46 | simurg56

2. agahî: pirsa "ev tiştek kurdewarî ye?" jî lê hat zêdekirin. êdî dema mirov bixwaze mijarek nû veke, dikare bersiva vê pirsê jî bide.



weke mînak ger mirov mijara "koma amed" veke divê mirov bersiva erê bide vê pirsê.

an jî mirov ji bo pirtûka mehmet uzun mijara "siya evînê" veke, dîsa divê wê îşaret bike.



bi vî awayî di pêşerojê de dema kesekî xwes "hunermendên kurd", "stranên kurdî", "pirtûkên kurdî" û hwd. tiştên kurdî bike lîste, wê ew lîste otomatîk derkeve.



19.05.2015 20:37 | simurg56

3. wekê youreads.netê ji bo her kategoriyekî mirov sembolekî hilbijêre û li aliyê çepê li pêşiya sernavê mijaran wan sembolan jî bicih bike, bikranîn û dîtbariya tirşikê wê xweştir û hêsantir be, ji bo nimûne, dema yekî mijara siya evînê vekir, li pêşiya wê sembola pirtûkekî, an dema mijara the beatles vekir li pêşiya wê sembola melodiyê, an dema mijara peyv û biwêjekî vekir li pêşiya wê sembola tiştekî ferhengî/filklorî an dema mijara tiştke teknîkî an zanistî vekir li pêşiya navê mijarê sembola wê bê danîn bikaranîna tirşikê wê xweşiktir be..



19.05.2015 20:53 | endazer

4. piştî sîstema amade bû jixwe wê li serûpela tirşikê lînkên kategoriyan werin bicîkirin.

min niha kategoriyên biwêj û gotinên pêşiyan jî çêkir.

yanî dema sîstem xebitî, em ê bikarin lîsteya hemû gotinên pêşiyan bi tikandinekê bibînin.



19.05.2015 21:20 | simurg56

5. ji bo ku sîstem ji bo mijarên kevin jî bixebite, divê hemû mijarên kevin jî werin kategorîzekirin.

ji bo vê yekê wê alîkariya herkesî pêwist be lê berî ku em dest bi kategorîzasyonê bikin divê kategoriyên ku em dixwazin hemû temam bin û bêkêmasî bin.



ji bo vê yekê ji kerema xwe re bila herkes kategoriyên ku tê bîra wan, bîne ziman.

weke mînak bila kategoriya jin hebe? an jî makyaj? ger/seyahat? komputergerî? û hwd.



19.05.2015 21:40 | simurg56


7. agahî: kategoriya "komîk" lê hat zêdekirin.



23.09.2015 23:44 | simurg56

8. Kategoriyên ku dema mirov du heba hilbijêre dibêje " 2 tane seçildi " . Çima bi tirkî ? :/



05.09.2016 11:51 | biaqila malê

9. agahî: dema mirov çend katagoriyan hilbijêre ger peyamek weke "2 tane seçildi" derkeve, ev ne peyama tirşikê ye lê agahdarkirina geroka we ye. yanî geroka we bi çi zimanî be, hişyariyek bi wî zimanî derdikeve pêş we. di kodên tirşikê de tiştên bi tirkî tune.



05.09.2016 22:40 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» kategoriyên tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî