Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
baweriya girêdayîna devê guran - tirşik
baweriya girêdayîna devê guran
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî gotinan berê li gundan kêrek dev birre ji dadayan an jî yên quranê dizanin re dihat xwendin, devê kêrê bi nivîşt an jî nivîsek ji qûranê ve bi benekî girê didan li banê, zozanan dikirin bin keviran da ku gur êdî naye nekeve nav pêz. gundî bawer dikirin ku edî gur naye cihê der dorê ku kêrê dev nivîşt girêdayî veşartîne..bi wî avayî zerara guran hindik dikirin..bi pêla nûjeniyê ve jiyana gundan guherî edî pêzê berê tune, gur jî edî nayen....hewcedariya girêdayîna devê guran nema..



19.05.2015 22:41 | havka


3. baweriya ku niha jî li xendek'ê heye, heta beriya pênc şeş sala ez bixwe jî çûme cem melê, min devê gur birî. a rast li cem me gava ajalekê me nehat çi çêlek çi bizin çi mih ferq nake gava winda dibû an dima çolê em diçûn cem melayê gund wî jî bi kêrekî û bi hin ayetan wilê tiştek dikir dûvre digote temam e. li gund jî çi gava ev ayîn dihat kirin rastî jî ew ajal nedimir an jî min nebihîstiyE. carekî miheke gundiyê sê rojan li çolê ma nemir, çêleka me li çolê za bi golika xwe ve nemir, bizin û kerên gundiyên me jî diman nedimirin. hemû xêra wan ayetên melayî û girêdana devê gur bû *



19.05.2015 22:54 | xendekî

4. rojekî li Gundekî serhedê gur ketiye nav pezên gundiyan. Sibetirê gundî çûne li cem meleyê gund û nivişta girêdana devê gur dane çêkirinê.
Lê sibetirê gur dîsa ketine gomên gundiyan û zerareke mezind dane heywanan.
bi vê yekê re gundî zehv bi hêrs ketine û bi wê hêrsê çûne li cem mele şer bikin.
Mele dibêje ka bisekinin hun nizanin gelî cahilan! Min di şûna devê gur de qûna wî da girtîn. Ew gurana ên nikaribin 'hezm' bikin û hemûşkê bimirin. *



28.12.2016 21:34 | bûtîmar

5. her çiqas hûn wek xurafeyan bibînin jî (li gorî min jî wilo xuya dike lê...), wek li jor jî hatîye nivîsandin dema ajalek li çiya an jî li çole dima, em diçune ba mele û devgiredan çê dikir û bi rastî jî tiştek bi wê ajalê nedihat, tiştekî eceb *



26.04.2020 04:25 | merwano

6. Baweriyeke ecêb. Li cem me jî hebû. Tê bîra min wexta heywaneke gundîyan wenda dibû an li çolê dima diçûn ba Mele û devê gur girê didan. Tiştê ku tê bîra min potikekî yan benikekî li hevdû girê didan û bi vî şiklî devê gur jî dihat girtin. Piştî ku heywan hat dîtin devî wî vedikirin. Bera jî wexta devê gur girê didan, wekî hevalên li jor jî gotine, tiştek bi wî heywanî nedihat.



26.04.2020 07:56 | xabûrî

7. Yek ji tiştên fantastîk e ku ji demên zaroktiyê di bin hişê min de maye. Li cihê hatibûm dinê gur û tebayên çolê pirr bûn. carnan zarok wenda dibûn yan xeber ji kesekî ji bo qirş û qalan an ji bo pincarê, nêçîrê çûyî çol û çiyayan nedihat. nas û dost, piştî vê hayilbûnê bi tirs û meraq diketin ser rê û dirban. Pê re ji neçariyê hawara xwe bi Xwedê dianîn. Çend rûsipî û mela diciviyan û bi xwendina duayên ecêb devê gurê girê didan da ku gur zirarekî nede wî mirovî. Li gorî kurtepistiyên nav jinan digeriya ev dua digihîştin meqsedê xwe.



26.04.2020 16:11 | xeyda

8. (bnr: quzê gurê pê re bûn)



26.04.2020 16:16 | mîr

9. Bavem jî zane devê wa girede. Niviskarên gundi hun karin tekildari min bibin.
(bnr: dema ajal hate dîtin gelşeyîya devê gur vekim an nevekim)



26.04.2020 16:37 | hûteheftserî

10. Devê mirovan girêdidan, êcar ma devê gur girênedin.
Min jî dibihîst ku devê wî ajalê didan girêdan.
Qet rastê gurek devgirêdayî nehatime.



27.04.2020 06:22 | brzn

11. Meseleya ku demên zarokatiyê dine bîra min.
Li çiyayê millan (bi tirkî dibêjin munzur dağı) gur pir bûn. Hemû koçerên şekakan, parçikan, reşiyan û eleviyên kirmanc gava bihar dihat ji xarpêtê, ji dêrsimê û ji erzinganê keriyan xwe ji zû we rez bi rez dişandin û paşê malên xwe bar dikirin û dihatin ser wê çiyayê. Gava havînê bi sedan malbatên koçer bi konên xwe yên reş û spî ew çiya mina çiçeka beybûnê dimeşandin. Ya herî xweş ew bû ku dema Şevê li ser gazeka bilind seyr kirina obeyan bû. Li her konekê lambeyek dişewitî. Her yek dibû mina çîkek di darîya şevê de. Gava li ezmanê hiv jî hebû ew dibû ahenga şewqê.

Koçeran obe û obe cih digirtin. Li obeya alîbeg jî nêzikê 20 mal hebûn. Hinek ji wan şekak hinek jî reşiyan bûn. Ji bo havingehê diçûn geliyê seqman. Ew der ji çiyayê millan dikeve sinorê erzinganê. dema osmaniyan geliyê seqman bi tapiyê herda mala alîbegê bû. Paşê ji herda xwe xwedî derneketin û ew bû mera.

Werhasil.

Her şevê gur muhaqeq belaşê keriyên obeya şekakan dibû û çend heb pez telef dikir.
Malbatên obeya alîbeg jî ji zilmê guran bêzar ketibûn.
Acûz mabûn. Difikirîn nabe, Herkesê qala çareseriyek cûda dikir. Mesela alîbegê bixwe bi şev berxikek li kêleka daristanê giredabû û xwe weşartibû û bi tifanga xwe (keleşek bû) û 4 rojan gur payibû. Lê zalîmê, nehatibû.

Çareseriya herî balkêş jî ya Malmata celalê nuri qurdo bû. Wan her tim behsa girtina devê gur dikirin. Ji mihedînê 9 salî ta xaltiya zerîf ya 80 salî, giştkiyan digot "em ê devê gur bigirin û carek din gurê nêzikê pezê me nebe". Tenê nazîm ji xûrefayên wisa hez nedikir. Ew jî li stenbolê li mektevê bû.

Li obeya alîbegê tev kesekê bi gotina mala celalê nuri qurdo bawer nedikir û qelfên xwe bi wan dikirin.

Lê Celal bi xwe pir bawer bû. bihistibû ku li iliçê (navçeyeka erzinganê) xoceyek (mele) nefesa xwe saxlam heye. rojeka meha havînê ya ortê li hespa xwe siyar bû çû ta ji iliçê ew xoce hilgirt hanî. Xeylek pere teklîfê kiribû.

Xoce hat. Ji bo mille malbata celêl berxika qerkaş jî serjêkirin û kirine qawîrme. Xoce zikê xwe têr kir û devê gur girt. Gava xoce devê gurt girt herkes bi merax li dorê kom bibû. Ji obên din jî xeylek kes hatibûn. Hem ji bo goştê berxika qerkaş hem jî ta bibinin hela xoce çito devê gur girêdide.

Xoce kêreka vedibe û kîp dibe xwast. Celêl di cêba xwe de çeqoya xwe derxist dirêjê xoce kir. Xoce ew çeqo girt destê xwe û çend dûa xwend. Paşê devê çeqoyê girt û bi deziyekê ew têr kîp gireda. Dûwre bi tirkî ji celêl re got: Şu dağdan şu dağa kurt ağzını bağladım. Bu bıçak kapalı durduğu müddetçe artık senin sürün kurttan emandır. Kurt senin koyununu yiyeyemez. Rahatına bakabilirsin.

Bi rastî jî werg bû. Kêf kêfa celêl bû. Paş girêdanê devê gur, tam 2 hefte gur nezikê pezê celalê nurî qurdo nebû. Êdî herkesê pesneya xoceyê erzinganî dikir.
ta ku rojekê ji rojan, sibe di reş de şivanê celêlê biçûk (dajo) bi qîrîn kete nav obê.

Apê celal! Apê celal! bibeze, bibeze. Hirç ket nav keri û pez kir dike. Vê rojê hirçê 8 heb pezên celêl telef kiribû.

Disa nebû.

Celêl devê gur girêdabû lê îcar jî hirç derketibû.

Ew jî meseleyek wisa bû



21.05.2020 20:42 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» baweriya girêdayîna devê guran
» devê rê
» gurandin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî