Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kemberok - tirşik
kemberok
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kesên li gund jî be û kemên kemberokan nas neke tune ye ez dibêjim. Kemeka keske û bi dirînoke. Piştî kulîlk vekirinê, heb digire. Wekî ku di wêne de jî xweya dike hebên wê wek morîkane û em jî ji van re dibêjin kemberok. Tiştên ku me bihîstibû di çêkirina dermanan de û di karê qozmetîkê de dihat bi karanîn. Di zoraktiyê de karê ku me dikir yek jê jî berhevkirina kemberokan bû. Niha ev dem jî dema kemberoka ye ku bi kema xwe ve şîn tê. Ji ber ku havînê şîn tê li gundan wextê razana ser texta ye. Ji razana ser textan xewa herî xweş jî xewa ber destê sibê ye ku hinek serma çê dibe û mirov xwe dixe binê lihêfê ( ji xweştir hebe jî dema ku baran dibare ye lê ji me zarokan re ne ji dê yên me re *) Em zarok jî ji wê xewa şêrîn radibûn û me ba hevalên xwe dikir ku em biçin kemberokan. Her yek ji me tiştekî bi xwe re dianî ji bo ku kemberokên xwe têxê. Ji berhevkirina kemberokan destên me kesk (ku wê gavê me di got şîn) dibûn û seriyê têliyên me carna ne digirtin ku em kemberokan berhev bikin. Carna em tev li ser kemekî kom dibûn me berhev dikir. Carna jî hê me kema ber xwe ne di qedand ku me kemên din jî ji xwe re digirt (bi dev nîşan dikir) ku kes neçe ji wê kemê berhev neke. Piştî ku me qutîkên xwe yî cur be cur tije dikir. Edî me rê ya mala xwe digirt.
Zaroktî tiştek wisa xweş bû. Kêf, henek, hevaltî, zaroktî. Xwezî bi wan rojan...

Here lînkê lê nehat barkirin



17.09.2017 18:49 ~2017.09.18 01:12 | sêdar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kemberok

Kategoriyên mijarê:: yendin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî