Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
emma watson - tirşik
emma watson
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. model û lîstikvanekê ingilîz ya ku bi rêzeyê fîlmên harry potter li hemû derên cîhanê bi nav û deng bûye..

(bnr: hermione granger)



di sala 1990an de li paytexta fransa parîsê ji dayîk bûye.. navê wê temamî "Emma Charlotte Duerre Watson" e.. wexta di fîlma ewil ya rêzeya harry potter de lîst 9 salî bû û di domayiya deh salan de jî di 8 fîlmên harry potter de rol kiriye.. ango em dikarin bêjin nifşek têra xwe fireh bi wê re mezin bûye * ji harry potter pêve di 6 fîlmên cûda de jî rolên gelek serkeftî kiriye..

(bnr: ballet shoes)

(bnr: my week with marilyn)

(bnr: the perks of being a wallflower)

(bnr: the bling ring)

(bnr: this is the end)

(bnr: noah)



ji lîstikvantiya xwe ya serkeftî pêve bi bedewbûn û şêrînbûna xwe jî tê naskirin.. herçiqas ingilîz be jî ew xwînsarbûna li ser ingilîzan li ser wê pir tune ye.. xwedê wê bihêle.. *



Here lînkê



21.05.2015 23:37 ~2015.05.22 13:11 | rûbar payîz

2. lîstikvanek serkeftî û jêhatî ye, di fîlma harry potter de jî zehf şirîn û sempatîk bû, lê bi qasê behs dikin û wesfê wê didin ne spehî û bedew e, bila dilê xwe negire û baweriyê bi wan tolaz û doxînsistên spehîtayînedîtî neyîne ku radibin dibêjin emma rûdinin dibêjin emma! tu pîrika wan a 100 salî biyax û badana bikî û deynî pişt televîzyoneke bêekran gilîza wan tê xwar ji xwe..



22.05.2015 03:05 | endazer

3. filmê wê yê dawî regression



24.09.2015 13:47 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» emmar kufî

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî