Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
bijartina xwezayî - tirşik
bijartina xwezayî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdiya natural selection e.

yek jî mekanîzma û hîmên herî girîng yên teoriya werarê ye.

ev mekanîzma tiştek bêguman e, ne hewce ye mirov li ser hebûn an jî nebûna wê gûftûgoyê bike. ji ber ku di hemû qadên jiyanê de her roj encamên vê mekanîzmayê tên dîtin.



mantiq ev e: li derekê, dema şert biguherin, tenê ew kesên/tiştên ku dikarin xwe li gorî wê rewşê biguherînin an jî hêza wan heye ku xwe li hember vê rewşê biparêzin: dikarin bijîn. bi awayeke xwezayî, ev kes/tişt tên bijartin û yên din dimirin/têk diçin.

weke mînak, li nexweşcaneyan ji ber ku antîbîyotîk gelek tên bikaranîn, hema bêje tenê bakteriyên ku li hember van antîbiyotîkan dikarin li ber xwe bidin dimînin, yên din dimirin û loma li nexweşxaneyan tenê bakteriyên bihêz û nexweşker dimînin. sedema enfeksiyona nexweşxaneyê jî ev e.



di ekonomiyê de di navbera şîrket û fîrmayan de jî rewş ev e. di nav zimanan de jî heman mekanîzma li ser kar e.



ji bo ravekirina werara bîyolojîk jî xalek girîng û aqilane ye. lê ev mekanîzma jîndaran nade zorê ku biguherîn. tenê, ger di nav takekesan de curbicurî hebe û yek ji wan cûreyan li hember rewşa nû, berxwedêr be: ew kom/takekes tê bijartin.

ew takekes tê bijartin lê ev nayê wê wateyê ku yên din hemû dimirin. di eslê xwe de gelek caran tenê rêjeya wî nifş/kom/takekesî zêde dibe û rêjeya yên din kêm dibe.

loma curbicurî sîgorteya jîndaran e û di nav hemû cinsan de heye. ger nebûya, wê di hemû mirovan de heman nexweşî hebûna û dema nexweşiyek giran peyda bû, wê hemû bi hev re bimiriyan an jî biman.



welhasil weke li jor jî hatibû gotin, ji bo werarê mekanîzmayek gelek girîng e û rast e. lê ne îspata tu tiştî ye.



23.05.2015 00:08 ~00:10 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijartina xwezayî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî