Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
wêranşar - tirşik
wêranşar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navçeyeke rihayê, di rojhilata riha'yê ye, di navbera mêrdîn û rihayê ye.



23.05.2015 09:29 ~10:16 | arya jîyanda

2. nevçeyê ku gelheyê wî ji gelek bajaran bêtir e.. gorî pîvanên 2014an 181 hezar kes li vê navçeyê dijîn.. ekseriyeta navçeyê kurmanc û erebên misilman in, lê hejmara kurdên şerqî* jî ne kêm e..



di hilbijartinan de partiyên tevgera kurd û akp nêzîkî hev derdikevin, lê piranî kurd bi ser dikevin..



23.05.2015 12:06 | rûbar payîz

3. navçeyek meletî ye lê kurmancên herêmê jê re muhacîr dibêjin heta ku bi devokî mocurron dibêjin, navê berê îro nayê bi kar anîn..

Here lînkê

tirkên sûnnî ji aliyê qersê di salên şerê osmanî-rûs da anîne di navenda navçeyê de niştêcih kirine...hinek dibêjin bo pişaftinê kurdên herêmê ango hindik kirina kurmancan muhacîr anîne..hinek jî dibêjin li herêmê di nav eşîrên kurdan de pevçûn pir bûye ji ber vê yekê anîne..

muhacîr ji qersî ne ji ber vê yekê di derbarê muhacîran de mîrov dikare gotinên weha bibihîze..

ji qersiyan meriv ne têder..

ker ji qersiyan baştir e..





09.08.2015 13:20 ~13:32 | havka

4. (bnr: li rihayê) û bibine wêranşarê.



09.08.2015 22:51 ~22:54 | shorbevan

5. Piştî mayîna 5 sal û çar mehan li vî bajarî hin şor û galgal û qisetên nav xelqê de her berbelav û meşûr e:

*Delalê dilê min way delal wez nemînim
*Di nav xelqê de em bûn reng
*Dodka û seyîda şer kirî û kesek hatiye kuştin, dibêjin şesed milyar heqê xwînê xwestine û di nav eşîrê de beş kirine
*Li gundê ereban, Li girê edşanê tirba derwêşê evdî heye û bêxwediye
*Keko ev şerqînin, şeytîn dihewînin
*Ma kalikê me na jî ji diyarbaqirê hatine
*Na keko kes nikare zora eşîra me bibe
*Tu çi xelkî, ji kîjan berî?
*Ufft, çi xweş baz dide(direqise) eynî bala meriv li dinê tê!
*Ev camêra donema berê di hdp ê de bû niha jî, ji destê wî ala tirkan nakeve
*Na lo wêranşar ewqas ne xerab e
*Yaw na keko di wextê de yekê got were li vir kar û pere pir e min goh nedaye. Weleh xwezika ez biçûyama ji vê cihê pîs û bîhnokî
*Ahahahaha yaw rockçiyê we kêm bû ha îja. Erê yaw vedat taniş tu nas dikî, weleh ballada şivanekê dibêje meriv pê re dihelli.
*Xaltiya nûrê, pifki bilûrê, heta tenûrê*
*Erê ez her havîn diçim alman, ma li wir merivê me û dostê me pir in. na lo nayin, kî dimîze wêranşar?
* Erê ma pîrika min jî gelek dengbêj û mesela zane
*Em eslê xwe dêrikî ne lê li vir kar bêhtir bûye kalikê me hatine
*Ha li ser rêya diyarbekir gundek şerqiyan heye û ya din hewkî dûri
*Em biçin berxût, li kebab kî xin?
*Were cem seet qûlesiyê
*Erê erê dibêjin heft cara xera bûye lewma gotine wêranşar
*Ma tarîxa wêranşar jî gorî xwe heye, dîkmeler û ewk û dîkmeler û...
*Na birao, bêgoşt em nikarin îdare bikin
* Ê keko hûn ji wêranşar hez nakin nanê wê nexwin wey!
*Bisekine bisekine, carekê borusan flarmonî orkestrasi hatiye kultur merkezî yê û vana lêxistine lêxistine a soxîn yekî xwe hew pêgirtiye û rabûye niga gotiye "abê siz niye şarqî soylemiyorsiniz?"...
*Na law dibêjin seba cihê parqê nedayê erebê lewma serê wî şikandiye
*Ê keko were ji te re êvarê goştê ser selê çêkin û emê nanê xwe yê sacê jî bavên ser û bixwin
*Heke îja jî law neyine ewê bibîne ezê çawa bizewicim
*Na yaw, te nizanîbû zinarê xamo ji vir e?
*Ma ez keçika xwe bavêjim bazara wêranşar wê tew nedin sed milyar qelend bidin heyra!
*Erê lê xalanê me şerqî ne, lê dawiyê re bûne bisilman.
*Wî nebixêr, hat vir xera kir û cehnimî!
*Tu nizanî şora bikî lo!
*Şamik û goşt hebi daweta dê û bavê mini
*Ken û kêf helahoop!
*Min fam nekir, ma çima ji min pingiriye?



29.08.2022 10:14 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» wêranşar

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî