1. xwarineke kurdî ye, ji dan û dew çêdibe, cemidî tê vexwarin. (bnr: bê mehîr jiyan nabe!) |
|
27.07.2013 18:11 |
gurê manco
|
2. carinan bi birincê jî tê çêkirin û eger bi danî hatibe çêkirin sîrê kutayî jî lê tê kirin.. xwarineka sivik a havînê ye.. berÎ xwarinê eger di sarincê de hatibe cemidandin mirov ji xwarinê têr nabe.. li deverinan wek meyîr, mêre jî tê bilêv kirin.. tu eleqeya vê xwarinê bi ayran çorbasıya tirkan re nîne.. |
|
27.07.2013 19:36 |
endazer
|
3. listikek şanoyê ya nçmê ye, nazmî kırık dilêyist. |
|
27.07.2013 23:18 |
arami
|
4. çêkirina mehîr gelek zehmet e. lê havÎnê ji vî xweştir tiştek nin e. |
|
05.03.2014 15:20 |
rêzan
|
5. li ba me şorbê mayrê dibêjin, nokan jî tev dikin ku bi pirparê xwarin tamê hîn xweş dike.. |
|
05.03.2014 20:54 |
havka
|
6. xwarina ku bi dewê mî yan tê çêkirin e û çêkirina wê gelek zehmet e heta ku bikele divê bê tevdan û milê mirov diqerime . lê di rojên havînan ê germ de tu tişt ji mehîr ê xweştir tune |
|
30.03.2014 21:55 |
sewdaxan
|
7. Xwarina ku li cem me jê re germî tê gotin.navê wê germî ye lê sar tê xwarin. Ecêb! |
|
22.04.2014 22:44 |
bayesar
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |