Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 46 peyam
mehîr - tirşik
mehîr
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarineke kurdî ye, ji dan û dew çêdibe, cemidî tê vexwarin. (bnr: bê mehîr jiyan nabe!)



27.07.2013 18:11 | gurê manco

2. carinan bi birincê jî tê çêkirin û eger bi danî hatibe çêkirin sîrê kutayî jî lê tê kirin.. xwarineka sivik a havînê ye.. berÎ xwarinê eger di sarincê de hatibe cemidandin mirov ji xwarinê têr nabe.. li deverinan wek meyîr, mêre jî tê bilêv kirin.. tu eleqeya vê xwarinê bi ayran çorbasıya tirkan re nîne..



27.07.2013 19:36 | endazer

3. listikek şanoyê ya nçmê ye, nazmî kırık dilêyist.



27.07.2013 23:18 | arami

4. çêkirina mehîr gelek zehmet e. lê havÎnê ji vî xweştir tiştek nin e.



05.03.2014 15:20 | rêzan

5. li ba me şorbê mayrê dibêjin, nokan jî tev dikin ku bi pirparê xwarin tamê hîn xweş dike..



05.03.2014 20:54 | havka

6. xwarina ku bi dewê mî yan tê çêkirin e û çêkirina wê gelek zehmet e heta ku bikele divê bê tevdan û milê mirov diqerime . lê di rojên havînan ê germ de tu tişt ji mehîr ê xweştir tune



30.03.2014 21:55 | sewdaxan

7. Xwarina ku li cem me jê re germî tê gotin.navê wê germî ye lê sar tê xwarin. Ecêb!



22.04.2014 22:44 | bayesar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehîra neqetandî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî