Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ahmet hakan - tirşik
ahmet hakan
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. rojnamevanek tirk e. berê îslamparest bû, di kanal 7ê de dixebitiye û tê de payebilind bû. paşê dev jê berda û derbasî yeni şafakê bû.

her ku çû, ji oldaran bi dûr ket û di dawiyê de derbasî rojnameya hurriyet û televîzyon cnn turkê bû û hê jî li wir e.

piştî pişta xwe li oldarên îslamîst zivirand, êdî bû mirov û nivîsên baş nivîsî.

wisa dibînim ku wê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide hdpê.

îro di nivîsa xwe de bersiv daye yilmaz ozdil ê ku rexneyên xav li hdpê kiriye.



06.06.2015 10:42 | simurg56

2. îro rastî êrîşên kuçikên akpê hatiye û pozê wî û parsûyeke wî şikestiye.

duh min li bernameya wî ya bi navê "tarafsız bölge" temaşe kir, li dorî saet 00:00ê fîlan bername xelas bû. altan tan jî beşdar bûbû û özcan yeniçeriyê faşîst rizîl kiribû û kenê me anîbû. paşê ahmet hakan xatir ji mêvan xwest û ez çûm razêm.

rebenê jî rabûye biçe mala xwe lê li ber mala xwe rê lê girtine û lê dane.



dilê min pa pêve, lê ji aliyekê ve jî baş bû. wê niha medyaya dogan heta hilbijartinê, bêtir pişgtirî bide hdpê.



01.10.2015 18:08 | simurg56

3. (bnr: qûndeyên tirk)



01.10.2015 18:09 | dijber

4. kesê ku do pêr digotin ew cem uzan ketine berhev min digo dibeku kuçikên wî bin lê derket got ez ninim akp jî serxweşî jêre şandibû.. ê law ka bira mêrbin derên bibêjin me wî da kutan lê bêbextin çar heba dişînin pêşîyê ev nayê qebûlkirin lê mêrik helal be jêra kurdîtî hinek gihîştiye wî jî digo ez rîya têdeme ezê bimeşim ez ji rê dernakebim gelê şoreşvan kes nikare min bi tirsîne...



01.10.2015 22:20 | shorbevan

5. rojnamevanê ku lêdanek xwariye. û kurd jî piştgirya wî dikin û saxî silametiya wî dixwazin. hey kurdo misilmano bê aqilo, ma gava zarokên kurd tên kuştin perçe perçe kirin wî dengê xwe dernexist. ma ne gerek hûn niha ders bidin wî "law ehmed hakan, de jî îro pê ve zanibe me kurd ne tenê pozşikestin dît, me mirin û îşkence dît û weke tu çawa niha piştgirî ji te re divêt, ji kurdan re her tim û sedhezar qatî bêtir divêt, de tu ji îro pê ve ji bîr neke"



02.10.2015 01:19 | hola êzîda

6. kesê ji piştgirîya wî zirar nayê niha wî jî rîya rast dîtîye ji niha pêde ewjî edî baş pîs rêhevalê meye piştgirîya wî, cüneyt özdemir û kesên wisa lazime ji me kurdare...



02.10.2015 22:28 | shorbevan

7. wextekî zilamekî wek erdoxanê niha bû. niha piçekî nerm bûye û difikire. bi fikra xwe re êdî piçekî be jî heq dide kurdan.



heke meriv wî ji hêla kurdayetiyê têxe rêzekê ew ê bi vî halê xwe gelek kurdan derbas bike..



02.10.2015 23:45 | berxweda

8. nivîskarê hurriyetê û bername-çêkerek. bere min hin nivîsên wî dixwendin lê niha ez her roj di lîsta diken.com.trde dibinim lê ji ber ku her roj hema tiştna dibêje hineka û ne fikrek ne jî analîzek mirov jê hêvî nake, qet naxwînim.



09.08.2016 13:30 | azadixwaz

9. piştî ku kulm xwar, şaşwaz bû. êdî kes nizane hewl dide çi bike.

ev deme gelek dirêj e nivîsênwî qet naxwînin, nivîsên ku behsa wî dikin jî naxwînim.



09.08.2016 23:21 | simurg56

10. ew jî fatih portakal jî reng qelavtine * an wekî yekî gundiyê me sala fenerbahçe dibû şampiyon digot ez vê tîmê digrim dema galatasaray dibû şampiyon formayekî sor û ser li xwe dikir digot ez alîgirê galatasaray'ê me * ev herdûyan jî wisa di diya xweyê xwe negano li cihekî li aliyekî qûn bikin hinek bi şexsiyet bin.. temam hûn ne alîgirbin û vî karî başbikin wêdemê li ser çavan emê bibêjin law wileh helal be ji ortê xeber didin..



10.08.2016 00:53 | shorbevan

11. (bnr: newêrek)



10.08.2016 01:05 | çarçoveya bextewariyê

12. tahir elçi di bernameya wÎ de got ''pkk ne rêxistineka terorî ye'' û pişt re dozgerê dewletê doz li ser vekir û taliyê jî li ber lingekê mînareya çarling bi fîşengeke bêbext hat kuştin, ji tirsa qûna xwe ne dema dadgehkirinê û ne jî piştî hat kuştin devê xwe venekir.



10.08.2016 21:41 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmet kaya
» hakan can

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî