Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çok güzel hareketler bunlar - tirşik
çok güzel hareketler bunlar
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. (bnr: ev tevgerên pir xweşik in)

bernameya ku bi rêvebiriya yılmaz erdoğan tê amadekirin ku ji skêçên lîstikvanên amator pêk tê.

gelek kes nizanin lê ev bername eslê xwe de teqlîda mahşer-i cümbüş e ku Mahşer-i Cümbüş gelekî berî wê destpê kiribû lê ji ber ku derengê şevê dihat weşandin û tenê ji aliyê xwendekarên zanîngehê dihat temaşekirin û xîtabî herkesî nedikir, zêde nedihat zanîn.

lê bêguman ji çok guzel hareketler bunlarê gelekî baştir bû û vê bernameyê de skêçên nivîskî tunebûn, lîstik bi temamî jixweberî bû û li gorî daxwaza temaşekeran û hwd. dimeşiya.

neyse mesela me çok güzel hareketler bunlar e.

ev bername berî her tiştî ne ewqas komîk e, ji aliyê din ve li gelekî cihan mustehcen e, zayendparêz e, elîstîst e, abazan e û piranî xîtabî xwendekarên lîseyê dike.

ev skêçeke wan e ku henekê xwe bi karkerên înşaatê dikin:



her wiha dîsa skêçeke wan heye li ser damla pastanesi ku ji bo kurdan cihê şermê ye: http://www.enternasyonalforum.net/diger-sahne-sanatlari/3991-cok-cirkin-hareketler-bunlar-adi-fuhusla-anilan-pastanenin-reklami-yapildi.html



bi kurdî û kurtî ev bername tişta ku ji yilmaz erdogan tê hêvîkirin, dide.



27.07.2013 21:04 | simurg56

2. bernameya ku şagirtên yılmaz erdoğan yên ku tê de lîstine hemû niha di projeyên ku nakin 5 qurîş de dilîzin. jixwe ew xwe jî di reklamên bankayekê de dilîze, ma mirov çi jê hêvî bike?



02.06.2014 20:18 | simurg56

3. Ji par ve ye versîyona duyemîn tê lîstînê. Ez her beşekê wî temaşe dikim. Li gorî versîyona ewil hinek alîyan de çêtir e mesela wek berê zêde behsa tiştên +18 nakin.
Li gor beşa ewil kalîteya henekên wan kême.
Tiştê ku min dîn dike Yilmaz erdoxan e arkadaş hadê tamam tu ne welatparêzî lê tu çima mehta ala tirka dikî. Carekê lîstîkvanên voleybolê a Federasyona tirka hatibûn û wêrê meselê anîbu pîrozîya ala tirka. Ev yek pir hêrsa min tîne lê ji neçarîyê temaşe dikim û Yilmaz erdoxan ê wek tirkek dihesibînim wesa dilê xwe rehet dikim.



22.12.2019 16:49 | azad30

4. Bernameyekî komedîyê ye. Bi navê versîyona duyem rojên yekşeman di saet 20.00 de li ser ekranên kanal d yê ye. Lê li ser you tube yê temaşekirina wê baştir e. Bi rastî ez jî Yilmaz Erdoganî weke kurdekî nabînim. Ji xwe kanal d jî ne ew kanal e ku Kurdekî bîne ser ekranê û bihêle hespê xwe bibezîne...



22.12.2019 17:07 | darînê daryo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çok güzel hareketler bunlar

Kategoriyên mijarê:: tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî