Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bêdîn im, îman berdayî - tirşik
bêdîn im, îman berdayî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteke arjen arî ye. fermo:



hisret û meyl û tenayî

ne şiyar im, ne razayî

li ber çavan tu xuyayî



xewa heyî evînê bir

hisret ji meylê bû pir

xwe berda dil b'dujminayî.



xwe berda... kûr xwe berda,

ji lêvan xwe berjêr berda;

kasa meyger de tenayî...



meyger ev kas ya çenda ye?

bi navê bedo te mey meye

tahm-hisret reng-sûriyayî?



meyger meyek din werîne.

hizr û meylê jê derîne,

da bide min tahmek xudayî



wê şevê, derengî şevê

berdam meyger, berdam xewê

kase bûn lêvê bedewê.



bedew hizr e bedew meyl e

qeyse wê me j'min re meyl e

evîndar û dil memdayî



şewt ne bes, kizîn ne bes e?

ev şev û mey û ev kas e...

bêdîn im, îman berdayî!...



12.06.2015 20:56 | ceso

2. helbesta tu dibê qey ne kurdîye bi ziman kî giran hatîye nivîsandin û gotin lê ji bu hesabê min nekirine (jiber ez dereng fehm dikim) ez xweyê helbestê şermezar dikim



12.06.2015 21:11 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêdîn im, îman berdayî
» îmana min jê diçe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî