34. nivîskareke ku tiştek ji bêrîka xwe dernexistiye. eger rast derxitibe, bila tirşikvanên din li gorî formatê mijarê serrast bikin. ev ferhengek înteraktîv e. mijarên "bê mane" û "nelazim" hene di ferhengekê da? civat çi bêje çi nebêje, hola êzîda dimîne tirşikvanek azad. bila pkk di daxuyanîyek fermî di televîziyonê bide û bêje ku ew êzîyên ku îslamê rexne dikin qebûl nakin. wê çaxê gûftûgo wê bi awayekî din berdewam be. |
|
23.06.2015 16:15 |
hola êzîda
|
35. nivîskarek pir bi aqile lê pir ne bi mantiqe çavê wî timî li îbnetîyaye |
|
23.06.2015 16:21 ~16:46 |
shorbevan
|
36. îcar yekî ku pkk diparêze nikare îslamê rexne bike? (bnr: mafê azadiya derbirrînê) |
|
23.06.2015 20:24 |
hola êzîda
|
37. ji aliyê derqamij rastî rexneyên bêbingeh tê. behsa nasnameya xelkê dike. bûye wek tirkan, ku behsa nasnameya kesên ne tirk dikin. lo de ji her nasnameyê re rêz bigre, ew jî bila rêz ji nasnameya te re bigrin. û tu sax. rexne mafê her kesî ye, her alî ye. derbarê şeytên, derbarê ayetan, derbarê her tiştî de. |
|
23.06.2015 21:27 |
hola êzîda
|
38. zane ku ji vî zimanî re herwiha kurmancî jî tê gotin. û ji kurdên bi şeref û namûs hez dike. |
|
23.06.2015 22:48 |
hola êzîda
|
39. baş e qenc e lê zêde zêde zorê dide entryan yanê gelek entryên camêr ji eyar ketî ne, ne bo dêrê ne jî bo mizgeftê ne, bêhna trollî jê tê lê bila xwudê bi xêr ke* |
|
07.07.2015 00:09 |
ferhenga şikestî
|
40. êzîdî ye. ne erebe ne almane ne kurde ne tirke ne faris ne nizainim çi ye. ji ber vê jî ne bo dêrê re û ne jî bo mizgeftê re dibe. tenê ji qubê re dibe. quba xas û çakên êzîdiyan. ewê dîsa formatê bixwîne ji ber gilî û gazinên tirşikvanan ji wî hene. berxwedan jiyan e. |
|
07.07.2015 01:55 |
hola êzîda
|
41. potansiyela faşîzm û bêtehemûliyê ya di dilê gelek nivîskaran de derxistiye meydanê û daye ber tavê, bi kurmanciyeke fesîh dinivîse, çavkaniyên ku jê vedixwe -bi baweriya min- şêlo ne, cihê ku pal û pişta xwe dayê û xwe pê girtiye leq e lê retorîkeka wî ya xurt heye, dikare bersiva xwe bide.. |
|
07.07.2015 03:50 |
endazer
|
42. rebenê hêjî ji ştrê qey wîda ez moderatorim xuyaye jimin bizdîyaye lê ez jêra îtiraf dikim ez ne moderatorim û xwedê neke ez moderatorbim. |
|
07.07.2015 14:17 |
shorbevan
|
43. nizane derbarê çi de çavkanî jê tê xwestin. |
|
07.07.2015 22:39 |
hola êzîda
|
44. mafê wî ye jî xwe tenê êzîdî bibîne, eger heftêûheft bavê xwe ve êzîdî be. herwiha mafê wî ye, xwe wek kurd bibîne, eger heft bavê xwe ve êzîdî be. lê ew li ser eslê xwe dimîne û xwe kurd nabîne. |
|
08.07.2015 00:27 |
hola êzîda
|
45. ji gelekan re silavek taybet şandiye lê kesek xwe aciz nekir, tenê yek bersivên tûj dide û meriv mecbûr dike ku hîn tûjtir lê vegerîne. îcar pirsgirêk li aliyê kê de ye, hûn ji xwe re binirxînin |
|
08.07.2015 01:05 |
hola êzîda
|
46. Dema tê gotin êzîdî kurd in faşîst bun e lê dema ew bîjê êzîdî ne kurd in ne faşîsbun e.dema ew reşkirna islamê dike ne ecêb e.lê heman tiştî em bikin (ku xwedê ne ke) ecêb u şermekê mezin e.wele babo xweş bazar e. |
|
08.07.2015 01:11 |
ronahî
|
47. tu caran olên xelkê reş nake, tenê rexne dike. rexne kirin tiştek e û ji mafekî bêtir wacibek e civakî ye. û reşkirin û heqaret tiştek din e. eger yek entriyek hebe ku reşkirin tê de hebe, ez ê lêborîna xwe bixwazim. lê ez bawerim tune ye. |
|
08.07.2015 01:17 |
hola êzîda
|
48. rengekî cuda ye lewma jî ji hebûna wî kêfxweş im, ez hez nakim ku mîna zarokan serê carê behsa formatê bikim, mirûzê xwe tirş bikim lê ez çi bikim simurg56 axa ez kirime moderator lewma pêwîst e karê xwe bikim |
|
08.07.2015 01:25 |
ferhenga şikestî
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |