Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gotinên stranan - tirşik
gotinên stranan
(3) (0) (4)
di mijarê de bigere

1.

Gotinên Stranan
Gotinên Stranan mezintirîn koleksiyona gotinên stranên Kurdî ye.
Di sepanê de nêzî 6000 zêdetir gotinên stranan û ji 600î zêdetir stranbêj hene. Bi lêgerîna berfireh mirov dikare di nav gotinên stranê de jî lêgerînê bike. Ku bikarhêner ji stranekê hez bike dikare wê stranê bike favorî an jî parve bike.


Navê sepana min e ku ez nêzîkî 4 mehan li ser xebitîm. Niha 1100 stran tê de hene. Armanc 1500 stran e. Piştî ku ez gihîştim vê hejmarê ez ê bixim marketê. Lê heke ku hûn xêra xwe ji min re hinek gotinan bişînin ez ê sepanê ji we re niha bişînim *
Ji vê derê spas li endazyar dikim ji ber ku xêra xwe zimanê sepanê wergerand dimilkî.

Edit: min îro weşand. di marketa androîdê(google play store) de heye niha.
Ji bo yên ku dixwazin daxin: Here lînkê

lêzêdekirin: ez ê hê gelek tiştan lê zêde bikim: spasiya ji bo xendekî*, gotinên nû filan..



21.07.2015 21:52 ~2022.02.19 13:33 | mergehez

2. sepana ku çavê me li rêya wê bû ku bikeve marketê, lê ket û neket em şoqqqqqqq bûn, dongggggg, law ev mergehezo sepanê 5 mîlyona difiroşe, ma kafiristanî ye kurrrro, çi ticarekê yeman e. *



09.08.2015 00:00 | xendekî

3. niha di marketê de versiyona amadeyî weşandinê heye. hûn dikarin belaş daxin. dîsa bêjim ne bi pera ye ha, belaş e belaş *

min lînk ji bîr kiriye: Here lînkê



09.08.2015 21:19 ~2022.02.11 20:43 | mergehez

4. sepana ku êdî li ser marketa androîdê belaş e, herkes dikare daxe. jixwe mezinahiya wê 3.2 mb e, deqekî de dadixe. ser xêrê be *



10.08.2015 02:34 | xendekî

5. niha ji 2000ê zêdetir stran tê de hene û her ku biçe wê zêdetir bibe.

tirşikvanno hadê daxin û deng bidin/şîroveyên xwe binivîsin!

hesabê wê yê facebookê : Here lînkê
hesabê wê yê twitterê: Here lînkê

fermo biecibînin û parve bikin*



10.08.2015 04:17 ~2022.02.11 20:43 | mergehez

6. serkeftî ye. Min karî îro saz bikim, ew jî li ser telefona jina xwe. ji ber ku ya min kêrî 5 (pênc) qurîşan nayê.



2000 stran ne hindik e, koleksiyonek baş e. Lê dizanim ku wê hê zêdetir bibe.



10.08.2015 20:19 | simurg56

7. sepana ku bû du hefte ku di marketê de ye. lê li îstatîstîkan binerin:

daxistin: 272

Dengdayîn: 47

Şîrovekirin: 34



di marketê de wiha ne. lê di facebookê de 417 ecibandinên rûpelê hene. Mixabin kes danaxin. Xatirê wê nizanin. Hinek haya wan jê çênabe ji ber ku kes reklamê nake. derdê min giran e. nêz min nebin. ez ê psikolojiya xwe xira bikim.



lê dîsa jî lînkan bidim*

lînka merketê: Here lînkê

lînka rûpela facebookê: Here lînkê



edît: nêviyê hejmara daxistinê jixwe heval meval in*



22.08.2015 13:09 ~15:54 | mergehez

8. sepana ku li gorî statîkên du heftiyan rewşa wê ne xerab e. te dît, bernameyek xweş e, lê ne pêdiviyek bingehîn e.

Jixwe gelek kes guh nadin gotinên stranan, hema tenê li muzîkê guhdar dikin.

û tabî reklam jî...



22.08.2015 15:23 | simurg56

9. Piştî du roj û nîvan hejmara daxistinê dîsa rojane bû. Sepana min a ku ne pêdiviyeke bingehîn e hejmara daxistina wê niha 1177 e *



25.08.2015 03:44 | mergehez

10. çima qey em birê pîç in. çima ji iosê re tiştek tune. bila sepanê li ser ios'ê jî parvekin wîîî*



25.08.2015 11:32 | ceso

11. sepana ku min tê de bug'ek dît: ji mihengên sepanê dikare fonta gotinan biçûk bike lê mirov nikare mezin bike. ev taybetî naxebite.



05.09.2015 18:28 ~18:29 | simurg56

12. Sepana ku niha tê dw 2627 heb gotinên stranan hene. Koleksiyoneke wiha li derekê bibînin ez ê herim li wir xwe daliqînim*

Hejmara daxistinan bûye 1900.

Ji ber ku dema çêkirinê min di telefona xwe de test dikir bi hin şaşiyan hayil nebûm. Sepan ji sedî sed di telefona min de dixebite lê di hin telefonan de gelek kêmasî hene. Sepan baş naşixule filan. Divê ez check-upekê jê re bikim lê ji ber ku xatirê wê nayê zanîn bi xwe re nabînim niha..



10.09.2015 00:55 | mergehez

13. bi rastî jî bûye kolleksiyonek mezin ya gotinên stranên kurdî. ez jî bawer nakim li dereke din kolleksiyonek evqas berfireh hebe. wextekê min jî hinek berhev kirin lê tenê nêzikî 1000 stranan fîlan bû û gelek ji wan diviya bihatan kontrolkirin û rastkirin.

divê ev xebat bidome û hertim were rojanekirin. lewra gotinên stranan, ne pêdiviyek bingehîn be jî, her roj û her saet mirovek gotinê stranekê meraq dike û lê digere.



di hînbûna zimanê kurdî de, min gelek alîkarî ji stranan standibû. min jixwe bi kurdî dizanî, lê bi saya stranan û ferhengoka pîneyê, zimanê hevpar û heremên din hîn bûm.

hebûna gotinên stranên kurdî, wê alîkariya hînbûna kurdî jî bike.



10.09.2015 18:01 | simurg56

14. sêpana ku ez ji mirovên mîna van sêpana çêdikin re dimênime ecêbmayî! ev sebreke çawa ye hê jî min famnekiriye. Wan gotinan hemûyan bibîne an binivîsîne û dûv re sepanekê amade bike û bavêje ser ê û û û. helal be ji te re û dest xweş. Hinekî din li ser gotinên dengbêjan tu bisekinê bawer im ê baştir bibe. bi wî avayî em ê zimanê kurdî yê xwerû jî û dîroka xwe jî baştir hîn bibin.



21.10.2015 00:36 | serxush

15. Versiyona 2.3ê derket. Zûzûka rojane bikin. Gelek tiştên xweş lê zêde bûn.

Agahiyên berfireh di rûpela wê ya facebookê de ne: Here lînkê



17.11.2015 19:07 | mergehez

16. MIZGÎNÎ: Gotinên Stranan bi dîzayneke nû niha hem li ser google play storeê hem jî li ser app storeê ye. Yanî hem ji bo telefonên androîd hem jî ji bo iphonean!

Gotinên Stranan
Gotinên Stranan mezintirîn koleksiyona gotinên stranên Kurdî ye.
Di sepanê de nêzî 7000 gotinên stranan û ji 800î zêdetir stranbêj hene. Bi lêgerîna berfireh mirov dikare di nav gotinên stranê de jî lêgerînê bike. Ku bikarhêner ji stranekê hez bike dikare wê stranê bike favorî an jî parve bike.



22.02.2022 20:26 ~20:29 | mergehez