Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
keça 14 salî - tirşik
keça 14 salî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: zarûk)

keça ji bûna hinca û hicama li xwe bixe hê çar pênc sal pê maye.

lê ji alî hinek bê ûjdan û doxinsistada divî emrîda wan mehr dikin lê heyf û çi heyf ka ewê çi xêrê ji zarûkekî bibînin ne dibe kevanî ne dibe bermalî..



21.06.2015 16:14 | shorbevan

2. Pirr zêde eleqeya wê û pedofiliyê tunne ye. Li Kurdistanê mixabin berê li her deverê aniha jî li gundan keçik zû dizewicin. Ev edeteke ne baş a kurdan e.
Lê têkiliya wê bi tenê ne bi îslamê re heye.
Nivîskarek li jor dîsa ji bo ku îslamê rexne bike ji Mihemed nebî mînakek dayiye. Tu yê bêjî qey êzîdî ji misilmanan pirr cuda ne, hezar sal li beriya misilmanan di pêş de ne. Ev adeteke millî ye, ne misilman ne êzîdî ji vê edeta genî berrî nîn in.
Misilman her çi qasî paşverû û bagnaz bin êzîdî jî ewqas paşverû û bagnaz in.
Misilman keçik nadin êzîdîyan lê êzîdî jî keçik nadin misilman.
Hindek dema derdikevin xwe wekî norwêcîyan dihesibînin pirr kena min tînin. Em hemî di Çala gû ya rojhilata navîn de eynî rêx in*



23.12.2019 12:43 | ferhenga şikestî

3. Oy felek ji boy çi te ez hîştim ji hevalan
Emrê min çardeye, ez xuya dikim mîna kalan
Carek tenê murada min wey felekê te bi cih nehanî
Ê de ji kul û ji derda ev dilê min her dinale
Oy felek



23.12.2019 12:55 | cinorek

4. zarok e. ne tiştek din.



23.12.2019 22:45 | brusk56

5. Erê bêne ser dillim, çaw ciwan nasike penceket
Wella bêne ser dillim, çaw ciwan nasike penceket
Erê baweşênim ke wird wird be egrîceket
Erê lay lay lay lay, ew kewî gerden be xallî
Giyan giyan giyan giyan, to minallî çiwarde sallî


Beşek ji strana rastey xiyaban e. Mûzîk ji aliyê koma kamkaran hatiye çêkirin. Gotin jî xwemalî hêmin mukrîyanî ye.

Lêw wek perey gulale naqwed elêy şimşale
Ay çendem xoş ewê
Bala be berzî ala temenî çarde sale
Ay çendem xoş ewê
Lêre bê ya ku le wê


Ev jî beşek ji strana ay çendem xoş ewê ya alî merdan e.

Her du goranî jî klasîk in. Di folklora me de xwediyê cihên saxlem in.



24.12.2019 04:59 ~05:04 | rûbar

6. li gorî pîvanên îroyîn, zarok in. ji ber ku êdî xwendin heye. zarokên 14 salî hê diçin dibistanê. dema mirov wisa difikire, mirov ji fikra zewaca wan gelek aciz dibe.
lê berê ne wisa bû. berê jîyan tenê xwarin, vexwarin û têkilîya cinsî bû, di jîyana gundan de. wê demê zarokê 14 salî jî êdî li gorî bîyolojîyê ji bo têkilîya cinsî amade ye û ya rastî pêdivî an jî meraqa wê jî pê re heye. jixwe îro li welatên pêşketî zarok di van temenan de bi hevalên xwe re dikevin têkilîya cinsî. li welatên derdora me jî di van temenan de bi kurikên 14-18 salî re dizewicin. ez bawer im kes di van kirinan de problem nabîne.

problem wê demê destpê dike dema mirovek mezin bi zarokek biçûk re têkeve têkilîya cinsî. îro êdî gelek kes di wê fikrê de ne ku mirovek encax dema bigihe 18 salîya xwe, êdî wek şexsek serbixwe tê hesibandin û êdî dikare bi biryara xwe bizewice an jî têkeve têkilîya cinsî.
ê berî jî ev temen di nav civakê de wek 14 hatîye dîyarkirin. yanî bi kurtî 14a berê wek 18a niha dihat dîtin. îro zewaca jinên 18 salî çiqas normal bihata dîtin, di wê çandê de jî zewaca keçên 14 salî normal dihat dîtin.

lê ev problem heye: wan keçan piranî ne bi biryara xwe kirin. aha ev li gorî her pîvanî, heywanî ye.
bila şaş neyê fêhmkirin. vê gavê zewaca zarokên 14 salî bi tu awayî normal nabînim lê divê mirov hebkî jî bi vî çavî lê binêre.



24.12.2019 22:20 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keça kurd

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî