1. rojeke Her sal roja yekşema seyemîn a meha hezîranê ji bo bavan tê pîroz kirin. |
|
21.06.2015 17:31 ~17:32 |
mîr
|
2. rojeke ku min di jiyana xwe de qet pîroz nekiriye ye :-) ne ez jê fêm dikim ne jî bavê min û wek heval "mîr" dibêje ger bavê min li ser tirşikê sörf dike û peyama min dixwîne ez roja wî pîroz dikim û destê wî radimûsim. |
|
21.06.2015 17:49 |
aynştayn
|
3. ev rojê taybet dive mirov hê di zaroktiya xwe de fêr bibe/bike naxwe tehma wê nîne û zede tîr naye pîrozkirin |
|
21.06.2015 18:34 |
hûteheftserî
|
4. di nav gelê kurd de hê bi qasê roja dayikan berbilav nebûye. piraniya kurdan (ez jî tê de) roja dayikên xwe êdî pîroz dikin lê ji bo bavan hê tiştek wisa tune. sedema wê jî ew e ku bav piranî dijî pîrozkirinê ne. |
|
21.06.2015 19:35 |
simurg56
|
5. roja ku kurd û kurdîstanî na lê wekî din herkes pîroz dike edî baş ne baş ez nizanim.. lê belê ewê ji niha pêda ji alî nesîla nûda ewê bê pîrozkirin. |
|
21.06.2015 22:13 |
shorbevan
|
6. Ez dixwazim vê rojê hanê de bavê tirsik.net ê simurg56 pîroz bikim. Roja bavan li te pîroz be, bavê tirsik.net ê |
|
18.06.2017 17:46 |
mîr
|
7. îro ye. vê şeveqê piştî ku me taştê xwar, mesele hate ser rojbûyîna. bavê min got ya we teva rast. roj, meh, sal tev... di go min teva di defterekî de nivîsî bû. piştî ku em mezin bûn çûbûn nifûsê. ji bo min gotibûn em ê mehek kêm binivîsin. heke na divê hûn herin nexweşxanê raporê bistînin. (nizam bo çi) bavêm gotiye na. min biriyê nexweşxanê. |
|
21.06.2020 12:28 |
xwelî li ser
|
8. Roja ku ez her sal dîroka wê ji bîr dikim. Par, xwişka min serê sibehê li ser înstagramê wêneyê bavê min parve kiribû. Ewqasî tirsiyam ku berî nivîsa bin wêne bixwînim li xwişka xwe geriyam û min got ma bavê min miriye? |
|
21.06.2020 19:39 |
berijahr
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |