Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
bandora tirkî - tirşik
bandora tirkî
(8) (4) (1)
di mijarê de bigere

1. bandora tirkî bandoreke berbiçav e ku ne tenê li zimanê kurdan lê li hişmendî û nerînên me kurdan kiriye wekî din bandora tirkî hema hema li zimanê dinyayê sifir e.



21.06.2015 21:50 | dijber

2. bandora ku bi xwe pêşxistina gelême roj biroj kêm dibe



21.06.2015 22:20 ~22:21 | shorbevan

3. îro di nav kurdînûsên jin yên bakurî de ev baneşana tirkî ser medya sosyal zehf tê şixûlandin: "ya"

ên ku tirkî dizanin jixwe haya wan jê heye di nav tirkan de vê baneşanê bi gelemper jinên nûciwan dişûxilînin û axaftina wan çend neşîrîn e. her ku dibînim jinên kurdînûs jî vê quzilqurtê bi dawiya hevokên xwe ve dizeliqînin, qehr dibim.

Mînak 1: Here lînkê

Mînak 2: Here lînkê

Mînak 3: Here lînkê

Mînak 4: Here lînkê



02.04.2022 13:55 ~2022.07.24 10:51 | asîmanê sêwî

4. "bandor"a ku di peyva "bandor"ê jî xwe dide der.



02.04.2022 23:21 | biruya hayao miyazaki

5. di nav kurdên kurdînezan (bnr: illiterate) ên derdorê min de bi paşgira "se", xwe dide der. qey bi wateya "ise" a tirkî bikar tînin, a ku em dibên heke/hek/eger/ger

Dibêjin, "em biçinse, em li te digerin. Em neçinse, jixwe em ê hevdu bibînin." Dixwazin bibêjin "Heke em biçin, em ê li te bigerin, heke na, jixwe em ê hevdu bibînin" carek, du car, sê car, ... min go bes! "-se" çi ye? qet haya wan ji qûna xwe jî nîn e. rewşa me ya îro dîsa baş e. ka em ê bibînin, ewên illiterate çi bînin serê me.



24.07.2022 23:26 | mirovekirind

6. Baneşana ya di kurmancî de ji xwe heye. Yek jî tu li abê nemayî heyirî bi yayê ve mayî?! Li dijî her tişteke nû refleksên pîrên heftî salî Kurdan pêşve nabe paşde dihêle. Pêdiviya diksiyona kurmancî bi reform heta ronesansê heye, kurdên hê jî tê bêjî qey ne li bajêr li gund û guhê şikeftan da dijîn bi dengê bilind û ji qirikê diştexilin min bi xwe îrrîte dikin.
Di vî warî de ji mêran Harûn û ji jinan rewşan diksiyona wan a kurmancî gelek xweş û serkeftî ye. Bi ziman û şêweyeke nerm û kubar û bi kurmanciya gewr diaxivin.



02.08.2022 23:27 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» bandora dopplerê
» tirkî çiqasî tirkî ye?

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî