Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
bextiyar elî - tirşik
bextiyar elî
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. romana wî ya "êvara perwaneyê" ya kû besam mustafa wergerand kurmancî gelek hat hezkirin. bi rastî jî rromanek zêde zêde xweş e

romana wî ya "apê min cemşit xan ê ku bê ew hertim li ber xwe dibir" jî ji aliyê weşanê avestayê derçû.



27.07.2013 23:56 | arami

3. nivîskarek hêja ye.li ser pirtûka wî ya bi navê ''apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir.''min şîroveyek nivisîbû ku ez niha nabîn im li kur e.



29.07.2013 23:11 | gulan

4. li gorî malpera bas-newsê ji aliyek çend kesên ku bav û nasnameyên wan nediyar ji ber ku li dijî 'şewitandina kitêban û lêdana li hemberî kemal seyîd qadir' derketiye û di rojnameya basnewsê de gotarek nivîsandiye pirtûkeka wî bi avê de hatiye berdan.. li gorî salixên xwendekarî tê gotin ku kesên pirtûkên bextiyar elî bi avê de berdayîn anku avêtîn avê çend sûtal û beredayiyên moxol yên li kûçe û kolanên bexdayê bûne.. http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4678



30.07.2013 07:06 | endazer

5. rexnegir haşim ahmedzade di pirtûka xwe a bi navê nasname û roman kurdî de destnîşan kiriye ku (bnr: bextiyar elî), ji 1990 an vir ve, di av xwendevanên kurd yên hem li kurdistanê û hem li diasporayê wek yek ji nivîskarên herî binavûdeng tê Qebulkirin. romanên wi yên dawîn li kurdistanê bi hezaran tên çapkirin. yek ji weşangerên wî yên li kurdistanê, ranj, bi bihayê romanên wî yên tê çapkirin sesaneyek pirr zêde da wî ku heta vêga li kurdistanê ev tiştek bêemsale. ev cara yekem e ku bo romannusekî kurd bi awayekî fermî ji bo nivîsê pere tê dayin.



ghezelnus û baghekani kheyal/stranbêj û bexçeyeyêm xeyalan 10.000 kopiye deh hezar hatine çapkirine. û 25.000 $ girtiye.



em hemû dizanin ku li bakur bazar kesad e. eqûbet li serê nivîskarên bakûr be jî. rebbî çend nivîskarê kurd î bakûr jî, bi dehhezaran kopiya bifiroşin.



li bakûr pirtukên elî ji weşanxaneya avesta yê derdiçin.



14.09.2013 14:51 | seydayê_peyvan

6. bextiyar elî li stanbolê Yê bawerim ewê tevlî tuyapê bibe. di be kû beriya wê jî hevpeyvînek li gel xwedevanan bike...



23.10.2013 15:47 | arami

7. şêrzad hesen ji bo romanên bextiyar elî wiha dibêje:di nav pêncî romanên wêjeya yên herî zêde tên teqdîr kirin de bên bicihkirin



15.05.2014 13:23 | newenda

8. Nivîskarê ku li mêrdîn, amed û stenbolê bi xwendevanên bakûrî re tê li cem hev.

http://basnews.com/kr/culture/2015/02/17/keskin-bextyar-eli-li-nava-xwendekaren-bakur-cih-ditiye/



25.02.2015 02:46 | diclefirat

9. nivîskarê ku dê van rojan bê stenbolê le hê nizanim, ya rastî ne diyar e dê kîja rojê were..



27.02.2015 19:22 | ferhenga şikestî

10. Di heman demê de rewşenbîrekî mezin e jî, li ser desthilatdariya vêga li başurê kurdistanê viha dibêje "Aya ême dij be dîktatorin ya dij be diktatiyoret in?" li tv nrt Here lînkê



30.03.2015 23:41 | pîremegrun

11. Nivîskarê xwediyê xelata 2014 an a Festîvala Endêşe yê. Îsal jî wî bi xwe xelat pêşkeşî Helîm Yusiv kir. Festivala Endêşe yek ji festîvalên girîng ya edeba Kurdî ye. Ji aliye weşanxaneya Endêşe ku li başure Kurdistanê bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin. Her wiha kitabxaney Endêşe kitabxaneyya herî mezin a pirtûkên Kurdî ye.



19.11.2015 23:01 | pîremegrun

12. hevalno kesekî ku ji xêra xwe ra dikare pirtûkên bextiyar elî diyarîyê min bike bila ji kerema xwe peyamekî bişîne (van rojan bê pere me û naxwazim van pirtûka bidizim)



06.12.2015 03:22 | mahîr amed

13. Nivîsek têr û tije derbarê wergera romana wî ya almanî ya bi navê hinara dawî ya dinyayê de hatî weşandin.

Here lînkê



10.06.2016 12:04 | xewnname

14. tenê min pirtûka wî êvara perwaneyê xwend. ev pirtûk têrê kir têbigîhim ku nivîskareke gelek serkeftî û hêja ye.



16.02.2017 17:50 | nazim tolhildan

15. gava ez wêjeya me û ya îrlandîyan a 'demekê' didim ber hev dilrihetî dikarim vê bêjim: her du jî dûrî navenda wêjeya pîyaseyê ne (ji pîyaseyê mebest bêxwedîbûn, bêdewletbûn û bêyî ku bazareke navendî hebe). ev ne girêdayî biqalîtebûn û bêqalîtebûnê ye. girêdana vê yekser bi dûrbûna wêjeya cîhanê re heye. bi gotina pascale casanova ''komara wêjeyê'' re peywendîdar e rewşa wêjeya me. û wekî casanova di vê fikra xwe de çareseriyê wisa destnîşan dike: wêjeyên dûrî navendê divê tavilê werin wergerandin da ku daxilî wêjeya cîhanê bibin. û lê zêde dike heta daxilî komara wêjeyê nebin ne pêkan e ku werin nasîn.

çawa ku kurd xwediyê çandeke birastî ezamet û qedîm in. di heman demê de xwediyê pênûsên serkeftî ne jî. lê nola mînakên li cîhanê qey hewce ye xwe di eynika xelkê de bibînin hînga yeqîn bikin.



24.06.2017 16:08 | tizbîkêş

16. nivîskarê ku li germany xelata herî mezin a wêjeyî (li gor basnewsê) "nelly sachs" standiye. ev xelat ji alîyê dezgeha wêjeyî ya bajarê dortmondê ve du sala carekî didin nivîskarên navdar. îsal jî nivîskarê me ev xelat wergirtiye.

basnews: bextiyar elî, ji ber romanên “Dwayemîn Henarî Dunya” û “Şarî mosîqare spiyekan", ku bo zimanê Almanî hatine wergerandin, bûye para Bextiyar Elî hatiye dayîn. nirxa xelatê 15 hezar euro ye.



09.09.2017 14:39 | xendekî

17. xelata îsal a Nelly Sachs wergirtiye. Pîroz be.
Here lînkê



11.12.2017 13:36 | cinorek

18. li stenbolê berhema wî ya "bajarê mosîqarên spî" ji aliyê Weşanên avesta bi wergera şehab xalidî çap bû û li qamişloya dilan jî berhema wî ya fikrî "xwînerê kujer" ji aliyê weşanên neqş û avayê bi wergera besam mistefa çap bû.



28.01.2022 21:41 ~22:10 | ezcan

19. şayanî xelata hilde domin a 2023an hatibû dîtin, do bi merasîmeke fermî ya şaredariya heidelbergê xelat ji cenabê wî re hat pêşkêşkirin. pîroz be! Here lînkê



6 roj berê 21:23 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bextiyar elî
» elî teremaxî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî