Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 54 peyam
êvara perwaneyê - tirşik
êvara perwaneyê | 2012
Nivîskar: Bextiyar Elî | kurmancî | roman | 304 rûpel

Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike kuPerwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovênoldar ên ku bawer dikin li dijî gun...
êvara perwaneyê
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. romana bextiyar elî. bi zaravayê sorani hatiye nivîsîn. li gorî haşîm ahmedzade romaneke efsûnî ye. mijarê û honandina vê gelek cuda û balkêş e.



lê mixabin wergera vê romanê qet nexweş e. besam mistefa* gelek caran hema rasterast wergerandiye û ji ber vê zimanê vê (kurmanciya vê) ne herîkbar e û dema ku mirov dixwîne gelek caran jê aciz dibe. divê wergereke din were amadekirin.



28.07.2013 00:32 | kelemejû

4. zûdaye min romaneke ev qas xweş nexwendibû. weke li jor ji hatiye nivîsin romaneke bi şêwaza realîzma efsûnî ve hatiye nivîsin. mirov hest dike ku qey salvador daliye ku ev roman nivîsandiye. paşê dibêji na lo ew wênesaz bû. lê dibe ku italo calvino be. erê erê ew e. lê ferq dikî ku ne ew e jî. dûv re devikê pirtûkê dinêrî: bextiyar elî... yanê ew qas di bin bandora wê de mam.

di romanê de derbarê eşq, nîvçomayî, jiyana civakî, dinyayên xeyalî, ol, zordestiyên civakî, hebûn û mirin û hwd. gelek tişt hene. teqez bixwînin.



16.02.2017 17:42 | nazim tolhildan

5. Di entrya ewil de jî hatiye gotin, mixabin wergêr tu merês nedaye wergerê û hetk û helaka wergerê biriye. Romaneke gelek xweş e lê cihê mixabinî ye ku werger hişk e carinan hevok nahêtin têgihiştin.
Ger di çapeke nû de besam mistefa guh bidêre rexneyan û hinekî li ser bilîze wê baştir e.
Besam mistefa mirovekî hêja ye bawer im hay ji rexneyan heye. Ger di çapa nû de li gor rexneyan guherînan bike ezê çapa nû jî bikirrim û bixwînim.



16.02.2017 22:50 ~2017.02.17 11:12 | ferhenga şikestî

6. li gel balkêşbûna çîrok û naveroka pirtûkê, pirsgirêkên edîtoriyê û wergerê/transkrîpsiyonê hin pirsgirêkên wisa derdixistin ku mirov dihate ber devjêberdayina pirtûkê bi tevahî. Bi taybetî jî, di destpêka pirtûkê de min gelekî dijwariya têgihiştinê kişand ji ber ku dirêjkirina hin hevokan wateyên wan û mebesta nivîskar a xwedanfêmkirinê ji holê rakiribû. lê belê divê ev pirsgirêk nekevin navbera xwendevan/wêjehez û nivîskar. Bo wêjeyeke xurttir divê nivîskar û xwendevan bêyî astengên bi vî cureyî xwe bigihînin pirtûkan. Bi hêviya amadehiyên cîdîtir bo çapkirinê û edîtoriyê.



10.07.2017 20:50 | tizbîkêş

7. Romaneke Bextiyar Elî ye. Bo Kurmancî ji weşanên Avestayê çap bûye. Romaneke serkeftî ye. Roman li gor rêzikên realîzma efsûnî hatîye nivîsandin. Serleheng Perwane ye. Tê da ji evînên bêmiraz bigire heta bandora oldaran ya li ser gel heye. Teqez divê bê xwendin.



26.03.2019 22:40 | deştî

9. di lîsteya xwendinê ya ji bo vê mehê ya koma xwendinê ya tirşikê bû lê mixabin min nekarî bixwînim. ji ber ku wergera wê hetîketî bû. min nekarî ji 10 rûpelan zêdetir bixwînim. peyv tên fêhmkirin lê fêhmkirina hevokan tenê dihat texmînkirin.
di ber xwedinê de te digot qet tiştek hinavên min teng dikir, paşê min got "ew gelo ez çima vê êşê dikişînim?" û min dev ji xwendinê berda.

apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir jî dîsa ji alîyê besam mistefa ve hatibû wergerandin lê di wê de problem tune bû. ji ber ku ev wergera wî ya ewil e, ji heq derneketîye.

eger rojekê ji nû ve were wergerandin, ez ê dîsa xwe lê bidim.



23.02.2020 22:49 | simurg56

10. Romana ku min biryar da piştî min soranîya xwe hinek dî pêşvebir ezê cara duyem bêwerger bixwênim. Yekemîn romana bextiyar elî ye ku min îro xelas kir. Jiber xwendina wê zewqek edebî ne da, min di heyamek dirêj de xwend. Tevî ku gelek şaşîyên wergêr jî hebûn min romanê jî zêde ne eciband. Bawernakim ev tenê ji ber neserkeftîbûna wergerê be. Romannûsê me hewl dide wek gabriel garcia marquez hevokên dirêj û komplîke saz bike lê ev hewldan pir "kotekî" xuya dike. Di heman hevokê de sê-çar-pênç lêker hene ku mirov dikare bi xalê dawî lê bêne. Romannûs pir zêde behsa deman dike, wê êvarê, wê rojê, wan deman, wan şevan.... "seyr" û "ecêb jî favorî-peyvên nivîskarê me ye. Ji bo ku mirov ecêbbûna dîmenekê, bûyerekê bi xwendevan bide zanîn pêwîstî bi wê peyvê nake, tu ji me re wisan behs bike em bêjin çi bûyerek seyr, çi zemanek ecêb e. Lê nivîskar xwe li teralî girê dide her dubare dike, wan demên seyr, wê êvara ecêb, bi awayek balkêş... Nexê. Min şêweyê vegotina vê romanê ne eciband.



22.05.2020 22:39 ~22:41 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» êvara înê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî