Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
dengbêj seyîdxanê boyaxçî - tirşik
dengbêj seyîdxanê boyaxçî
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dengbêjeke ji amedê ye, demîrbaşê mala dengbêjan ya li amedê ye, dengê wî xweş e, kilama şarê zehf xweş dibêje;



06.07.2015 23:42 | endazer

2. di vê vîdeoyê de jî ligel farqînê solîstê koma azad kilama şarê dibêje;



xalê seyîdxan bila dilê xwe negire lê farqîn jê xweştir dibêje..



06.07.2015 23:50 | endazer

3. Li gorî nûçeyên lezgîn îro koça dawî kiriye
Rehma Xwedê lê be, cihê wî bihuşt be :(
Here lînkê
Here lînkê

Ev demeke dirêj ku nexweş bû, berî niha bi çend mehan hevpeyvîneke bi pel filmê re kiribû.







05.07.2020 14:11 ~14:25 | merwano

4. Îro xatirê xwe ji gerdûnê xwestiye û koça dawî kiriye. Piştî ewqas sal bo vî gelî û çanda vî gelî xebitiye, lê piştî ku ket bê xwedî ma. 50 milyon kurd nikaribû li vê zilamê belengaz binehêre. Di nava belengazî û xîzaniyê jiyana xwe ji dest da. Serê malbata wî hezkiriyê wî sax be. Ji kîsî min çû wele.



05.07.2020 16:18 | tîrêj zana 21

5. Dema mirina wî bihîstim, wekî ku pirtûkxaneyek hatibe şewitandin hesiyam. Mixabin.. Milyaketekî dengbêjiyê di nav dilê me de firiya û çû.



05.07.2020 20:09 | yûsiv

6. Rehma Xwedê lê be... Pir pir pir xemgîn im.



05.07.2020 20:12 | berijahr

7. Bi şermînî û bêdermanî dinivîsim. Cara ewil li mala dengbêja min dîtibû. Berê wê helbet min bi deng û gewretiya wî zanibû. Bi giraniya êş û bîrê salan ku piştxûziyek dabûyê û bi nêrînên têkneçûyî û ji xwe bawer bi rê de dimeşiya. Min ji dûr û bi heyranî temaşe kir. Lê xwelî li serê min be ku bi zindîtî goh neda "bilbilê amedê".

Bi xwe ji heman gundê ku apê min hatibû dinê ji dayik bûbû. Li warê ku ez lê dijîm zarokatiya wî derbas bûbû. Bi xizanî, birçîtî, hejarî û bêkesî. Li erxeniya jibîrbûyî.

Ax dengbêjo bilbilo, Bibore me. Ev rewşa xwedîderneketinê ji welatek bêxwedî emanetê me ye. Em jî heta dawî dihewîne û bi kar tîne. Xwedê te bi rehma xwe şa bike. Oxir be bilbilo...




05.07.2020 20:15 ~20:14 | rizgarm

8. Min vîdeoyek temaşe kir, dengbêj Seyîtxan digot ku; kes xwedîyê min derneket, ez nexweş ketim kesî min nebir bijîşk.
Ka piştî vê gotinê çi dikare bê gotin. Rehma xwedê lê be. Cihê wî bihuşt be.



05.07.2020 20:18 | yûsiv

9. Dengbêjê gelê kurd, bilbilê Amedê îro Koça dawî kir. Wekî gelek dengbêj û hunermendên kurd bêxwedî û bêpişt di nav feqîrtî û belengaziyê de çû ber rehma xwedê. Ez gelek xemgîn I’m.

Heqê xwe ji me re helal bike apê seyîdxan. Cihê te bi dilê te be.



05.07.2020 20:53 | kajav

10. Hezar heyf û mixabin...
şaneyek ji laşê me kurda koça xwe ya dawî kir!
Dengê wî yê xweş li ser dîmena ma.



05.07.2020 22:20 | orhano

11. Min wî yekoyek nas dikir, dengbêj û zanayek hêja bû. Oxir be jê re.



10.07.2020 00:48 | afa

12. Pel fîlm li ser jiyana wî belgefîlmek amade kiriye




18.07.2020 12:49 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengbêj gulê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrnbj komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî