1. di kurdî û kurmancî de ji bo cihê ku mirov lê disitirin û dihêwirin tê gotin.. xasma ji bo cihê ku xwendekar lê dimînin û koçber û penaberên ku ji bêgavî welatê xwe bicih hiştîn û lê hêwirÎn tê bikar anÎn.. yanî di berdêla peyva yurt û peyva kampê de mirov dikare vê peyvê bikar bîne.. ji bo nimûne: wargeha mexmûrê, wargeha ziya gökalpê, wargeha ehmedê xanî.. |
|
28.07.2013 05:46 |
endazer
|
2. navê helbesteka şairê nemir ê kurd arjen arî ye.. cara pêşîn di kovara çirayê hejmara 5ê ya ku di bihara 1996an de li swêdê belav bûye de derketiye.. |
|
28.07.2013 05:51 |
endazer
|
3. cihên ku xwendekar bîranînên xwe yên li wir qet nikarin ji bîr bikin. |
|
28.07.2013 19:25 |
simurg56
|
4. navê cûreyên deverên ku ev heft sal e ez tê de dimînim e. salên xwe yên zêrîn min li wargehên dewleta tirk bi ergenên faşîst î gêj re derbas kir. şikur ji xwedê re êdî li derdora min bêtir xwendekarên kurd hene. |
|
29.07.2013 02:49 |
filankes
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |