Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
şêx adî - tirşik
şêx adî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Êzîdî bi bawer in ku şêx Adî hizra çîroka Tawûsê Melek dîtiye û bawerî jî pê aniye. Şêx Adî kurê Misafirê Hekarî ku di sala 557an 558an yê koçî de miriye û du pirtûk li pey xwe hiştine.

1. Cilwe.

2. Mishefa Reş. Ew jî piştî mirina wî di sala 743an yê koçî de, peyda bûn.

Felsefa wî jî li ser du bingehan rawesta ye.

1. Guhdarî.

2. Ravekirin.

Her çend şêx Adî navê Tawûsê Melek nayîne, lê ew giftûgoyê li ser çîroka dirustkirina gerdûnê ku di Qur'anê de hatiye, dike. Şêx Adî bawer dike ku koka xerabî û başiyê yek e û dibêje:

Eger xerabî bê vîn û îrada Xudê bûba, da bêhêz ba. Yê bêhêz jî, nikare bibe Xudayek. Çinku nabe tiştek bê viyan û bê agehdariya wî, di mala wî de hebe.

Êzîdyatî hizir dike ku Husên Helacê sofî jî bîr û baweriyên şêx Adî li ser pirsa berevaniyê ji Şeytanî hebûn. Şêx Adî roha Tawûsê Melek di ya xwe de didît, çinku digot:

- Ez bûm yê Adem di behiştê de jiyandî û Nemrûd jî, havêtiye nav agirî.

- Ez bûm yê Xudê esmanî jê re gotî: Tu dadvanî (hakimî), adilî û serdarê erdî

- Ez im Adî yê Şamiyê kurê Misafirî.

Xudê dilovan, nav textê esmanî, kursî û heft erd dane min.

Di nihêniya zanîna min de, ji bilî min çi Xudê nînin.

Ev tişt xizmetkarên hêza min in.

- Eger min viya, dê bo cara duduyan yan jî siyêyan vegerim vê dinê, yan jî yeka din bi rêya rohveguhaztinê.

Hindek dîrokzan bi vî rengî basî şêx Adî û Laleşê dikin:

Laleş gundekî ku dikeve bajarê Musilê. Li wê derê şêx Adî û kurê xwe şêx û îmamê kurdan dijiyan. Lêîbin Elsîr hevçaxê Yaqot Elhemewî, mirina şêx Adî vedigerîne rûdanên sala 557an yê koçî û bi vî rengî bas dike: Di wê derê de Şêx Adiyê kurê Misafirî mir û koç kir. Ew xudênas di bajarê Hekariyê de ser bi bajarê Musilê dijiya ku, ew bi xwe ji Şamê, bajarê Balebekê bû. Dema ew çûye bajarê Musilê, hejar û xelkên çiyayî li wan deveran, bawerî danê û ew gelek bi nav û deng bû. Herwesa hindek çavkaniyên din jî dibêjin ku, şêx Adî ji hoza (eşîra) Dinbilî ya kurdî ye û bi zimanê kurdî dipeyivî.

Berî şêx Adî, sofiyan cilên spî li xwe dikirin ku nîşana sersokiyê(sakarîsade) bûn. Lê şêx Adî bi cilên reş guherandin û navê wî kire xerqe û xwendekarên wî jî ew cil li xwe dikirin û heta niha jî hindek komên êzîdiyan wan cilan bi kar tînin. Şêx Adî û xwendekarên xwe, mîna komên sofiyan diketine xelwê, jiyana nexweş û ji xelkê dûr diketin. Rojiyên dirêj digirtin û bi tenê giyayên nas di navbera wan de, dixwarin. Ew jî eger wan yan mirîdên wan çandiban. Dîsan wan xwarina nenas ne dixwarin û ew qedexe jî dikirin. Ew peristin û nexwarina tiştên nenas, heta niha jî di nav êzîdiyan de hene; mîna nexwarina xes û kelemê.

Şêx Adî hat û rêxistina olî ya kevin li cem êzîdiyan, guherand û sîstema herêmî (pyramid) deyna ku heta niha jî, heye û bi van pileyên serekî ava kir:

1. Şêx: Anku yên rojperist û ev pileye jî, çil îcax in.

a. Adanî.

b. Qatanî.

c. Şemsanî.

2. Pîr: Ew çil îcax in.

3. Mirîd: Ew jî çil îcax in û di nav wan de jî ev pileyên ayînî hene:

a. Qewal.

b. Feqîr.

Şêx Adî peywendiyên giran û aloz di navbera van pileyan de çêkirin. Ji bo her êzîdiyekê şêxek, pîrek û birayekê dawiyê (axretî)heye û ji bo wan jî ahengên taybet deynane ku bigêrin û jê berpirsbin. Şêx Adî ev dabeşkirine bi mora sofîgeriyê boyaxkirin, rewişt û tîtalên ola Êzidiyan, yên kevin û nû têkel kirin ku, mirov bi zehmet ji hev cihê bike. Wî rêformên xwe li ser diyardeyên derve destnîşanirin, berevajî Zerdeştî, yê ku guherînên nav xwe di ola xwe de çêkirîn. Pirs û sedemên hatina şêx Adî bo Laleşê, ew jî çîrokeka dirêj e û pêwîstî bi delîveka baştir heye. Ya hejî gotinê ewe ku di Laleşê de, karê Rebena (masîra-nun) û babê Çawîş(qeşê kasolîkî) heye ku nikare jinê bîne.



28.07.2013 07:26 | endazer

2. Dibe Bapîrê me.dêya min gelek behsa wî dike.dibêje eslê wî ereb e.



06.04.2016 01:40 | ronahî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêxîtî
» adîl abdûlmehdî

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî