Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
konê serxweşiyê - tirşik
konê serxweşiyê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dema ku kesek jiyana xwe ji dest dide û diçe ber rehma xwedê, ji aliyê malbata wî kesî ve bona kesên ku tên serxweşiyê mêvan bikin, konê serxweşiyê tê vekirin. li aliyê serhedê konê serxweşiyê 7 rojan vekirî dimîne û roja 3. xwarin tê belavkirin. wekî din van 7 rojan hemû kesên ku tên ji, bo ruhê mirî fatiheyekî dixwînin.



23.07.2015 15:54 | nazim tolhildan


3. "konê serxweşiyê" gotineke rast e. û di heman demê de "konê sersaxiyê" jî rast e.



kon=çadır

sersaxî=başsağlığı

serxweşî=başsağlığı

konê sersaxiyê= taziye çadırı (başsağlığı çadırı)

konê serxweşiyê=taziye çadırı (başsağlığı çadırı)



yanê çi: yanê kuro (bnr: ceso) tu serxweşî an ez?



(bnr: nivîskarên ku tinazan dikin, lê mixabin xwe dibin mesqere)



23.07.2015 16:22 | nazim tolhildan



6. li cizîrê êdî kes konan danaynê, li her taxekî şaredariyê avahiyên bi navê ''mala gel'' çêkirine, xelk teezî û sersaxiyên xwe li wir datînin.. vê taliyê pismamê bavê min emrê xwudê kir, me jî li malek ji wan malên gel teeziya xwe çêkir..



24.07.2015 00:17 | endazer

7. dibe ku alkoleka nûn be.

konên pirahîya wan vê dema paşî çêbûne berê malla hewarîyê bû niha dibên tehzîye jî.



24.07.2015 13:26 | shorbevan

8. mijara serxweşiyê anî bîra min. ev bêje li tu cîhan li dar e gelo?



26.07.2015 23:08 | berxweda

9. konekî pirr xweş e. bi pirranî mirov li perava deryayê vî konê saz dike ji bo ku şevên havînê bêdawî bibin. ji navê kon jî xuyaye ku bê alkol di kon de jiyan ne mumkun e. jixwe ev kon ji bo alkolvexwarinê hatiye sazkirin. di vî konê xweş de şeva xwe bi alkolên bereday neherimînin eger we vexwar bila vîskî be. eger hun wiha bikin wê berî we kon serxweş bibe* ha di vê navberê de rûbaiyata omer xeyam jî ji bîr ve nekin bi vîskî ye re pirr xweş diçe.



27.07.2015 09:23 | ceso


11. li ser vê mijarê gelek polemîk çêbû, pirr dirêj bû, ne lazim e

li ba me jî dema em diçin şînekê em dibêjin serê we xweş be yanê ev gotina ha tê karanîn

kona serxweşiyê heye, û yek jî mejiyê serxweş heye tir û dasê ji hev cihê bikin



27.07.2015 17:07 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» konê fitarê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî