Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
enstîtûya kurdî ya stenbolê - tirşik
enstîtûya kurdî ya stenbolê
(8) (6) (4)
di mijarê de bigere

1. ez jî du heyam çûm wê derê.him ji bo asta 2. him jî ji bo asta 3. ê.gelek bi serkeftî bûm.Bila derew nebe di her asta de jî min pûanên gelek baş stendîbû nêzîkê 100 pûanê.

ev der pir bi kêrê min hat.ez dîsa spasdariya xwe ji wan re bi rê dikim.



30.07.2013 00:35 | fizikzan

2. ew Çîhê ku xwendekarê wî sê meha de dibin mamosteyê zimanê kurdî ....



30.07.2013 00:49 | newenda

3. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ango Înstîtûta kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18'ê nîsana 1992'yan li Stenbolê hate damezirandin. Armanca damezirandina Înstîtuyê, bi awayekî zanyarî li ser dîrok, çand, huner, ziman û hwd., rawestîn bû.

Koma damezirandina Înstîtûta Kurdî ya Stenbolê ji van kesan pêk dihat: Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, ismail Beşikçi, Abdurrahman Dürre, ibrahim Gürbüz, Cemşîd Bender û Süleyman imamoğlu.



30.07.2013 13:07 | mam selam

4. serokê wê yê niha zana farqînî ye



30.07.2013 13:46 | arami

5. enstîtûya mamosteyên zarên duh na pêrê, enstîtûya merivên dînik û jixwerazî û qurreyan. Evna îftîra an jî pêşdarazên min nîn in. yekî(a) ku çend seetên xwe li gel mamosteyên qedirbilind ên heta ku ji celadet bedirxan jî zanatir demeke kin derbas bike ew jî dikare tişên min di serî de behsa wan kirin bibîne. wek mînak, hinek hene bi devokan ve tirane û tinazên xwe dikin, hinek hene ji bo ku çend peyvên qaşo 'akademîk' hîn bûne, bi wan peh didine xwe, ji ber forsa wan meriv nikare li ber wan wekî yekî normal çîçekî galegal bike! Gava ku meriv ji astekî derbasî asteke din bibe, li bin navê mulaqatê bi pirsên ne pirsên qet nayên zanîn ji ber çi tên pirsîn ve rû bi rû dimînî. camêr dipirse ''ji bo çi tu dixwazî kurdî hîn bibî?'' hwd. Kîrê kerê mkq.



30.07.2013 15:16 | bazirgan

6. wekê din:

(bnr: enstîtuya kurdî ya parîsê) (Paris, 1983)

(bnr: enstituya kurdî ya brukselê) (Bruxelles, 1989)

(bnr: enstîtuya kurdî ya stenbolê) (İstanbul, 1992)

(bnr: Înstîtûta kurdî li berlîn) (Berlin, 1994)

(bnr: Înstîtuya kurdî li stockholmê) (Stockholm, 1996)

(bnr: washington kurdish institute) (Washington, 1996)

(bnr: enstîtuya Çanda kurdî ya tehran) (Tehran, 2001)

(bnr: enstîtuya kelepora kurdî) (Slêmanî, 2003)

(bnr: enstîtuya kurdî ya amedê) (Amed, 2004)



30.07.2013 15:27 | endazer

7. ez bawer im li stenbolê ye.



30.07.2013 15:59 | gurê manco

8. li unkapaniyê, li hemberî imç ê, li xana ünlü, qata sêyemîn e.



30.07.2013 16:42 | seydayê_peyvan

9. ger cihê wê neguherîbe li laleliyê bû.

wê demê jî digotin em ê avahiyek bikirin lê.... nexwe kirîne.



30.07.2013 18:11 | simurg56

10. navenda qursên kurdî yê li stenbolê ye. wextekê ez jî tevlî qursên li vir bûbûm. mamosteyê me mevlüt aykoç bû. bi qasê min dît, mirovek jêhatî û nefsbiçûk bû. ger ez ne şaş bim, li dibistanên dewletê de jî mamostetiyê dikir.



11.12.2013 14:25 | simurg56

11. armancê no enstîtû o yo ke zimanên (yan zî zaravayên) kurdkî bide zanayene.



ez ewro şiya sedemê ke ez qeydê xo bikî boy zaravayên zazakî(kirmanckî). mi hîn bîya ke didi asta zazakî estê. mi zî waşt ke ez do şêrî asta diyin. la belê ez rexneyê xo zî vajî. kurmancî de çar ast estî çirî zazakî de en di yo? eno problem hem sucê kurdan o(hem kirmanc hem kurmanc), hem zî 'zana' û entelektûelên en enstîtû yo. ne kirmancan ne zî kurmancan ra taleb çin ê boy ke krmanckî zî bimusî, hîn buyî.



rexneyê mi yê bin zî, karmendê uca de xebetêno, mi rê vatê ke heqê qeydî heştay milyon o. her wendakar nêeşkeno/a endêk pere bidê/î. ez şên eno pere bidî, la her kes nêşên. belkî hiçêk zî tay bibaybî, baştir bê.



her wiha, armancê eno enstîtû piroz o, hele ke tirkiye de.



18.10.2014 02:25 | endazyar

12. qurbana "enstîtuya kurdî ya parîsê" bibin.



29.11.2015 05:00 | brûsk

13. qîzek ji bo hînbûna zimanê xwe buyî xwendevan alîyê mamostayekê ve hatî tacîzkirin. Enstûtîya benamusaye.



29.11.2015 14:27 | msahinelci

14. enstîtûya ku ji bo kurdî berhemên gelek hêja derxistiye holê û ji bo zimên gelek xebat kirine.

çima divê bibe qurbana esîtûtya kurdî ya parîsê, min fêhm nekir. gelo ya parîsê çi xizmetek mezintir kiriye û jê re bibe qurban.



behsa tacîza keçikek tê kirin lê çavkanî çi ye? agahiyek wisa li tu derî tune. û ger tiştek wisa qewimîbe jî; êêê?



29.11.2015 17:52 | simurg56

15. piştî ku hat girtin, bi navê (bnr: komeleya lêkolînên kurdî) dewam dike.



07.10.2017 21:21 | simurg56

16. Ciheke pir xweş e, he jî diçim



05.11.2017 18:06 | xelefêserhedî

17. 05.04.2020 nde Enstîtuya kurdî ya stenbolê , bo ku herkes bi zimanê kurdî bikaribe bixwîne û binvîse dersên online daye dest pê kirin.
lê ji bo ku ser 1000 kesan serlêdana dersên online kiriye , serlêdan hatine sekinandin.
Ji bo zêdetir agahî derbar de , dikarin hesabê enstîtuya kurdî ya twitterê bişopînin. https://twitter.com/EnstituyaKurdi
Here lînkê



06.04.2020 22:17 | brzn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» enstîtûya çandî ya kurdî-almanî
» kurdîaxefî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî