1. Gi(ş) mêrên doxinsist in, bi bendeweriya belkî em ji tirşikê çend keçan bibînin bixapînin hatine vê derê, lê destvala mayîne, wisa xûyane ku dê her û her jî wer bimînin in |
|
2013.07.28-22:01 |
bazirgan
![]() |
2. her tim difikirin ku ka vê carê ez çi binivîsim ku bila tirşikgeh û şêniyên wê bihêjin. |
|
2013.07.29-04:04 |
fizikzan
![]() |
3. gelek qelsin. dest valane. |
|
2013.09.30-18:07 |
takyudin
![]() |
4. Di xew da ne. Nizam kengê hişyar dibin ku em rojbaşek li wan bikin! |
|
2013.09.30-18:12 |
ceso
![]() |
5. yek ji wan jî ezim. çima we ji berê de ne got ku keçik jî li vir hene. ji îro û pêde kengî ez bikevime ferhengê de ezê bedlê xwe jî li xwe kim û runê zeytûnê li pora xwe kim. |
|
2013.09.30-19:35 |
saladin
![]() |
6. zêdetir di navbera saetên 21.00-01.00 de aktîf in. |
|
2013.10.01-22:27 |
simurg56
![]() |
7. (bnr: nîvqaşokurd) |
|
2013.12.12-17:25 |
dijber
![]() |
8. ez nizanim çima Kurd evqas pirr hevudu tawanbar dikin? niha dibînim ku heman tişt di tirşikê de jî heye.. gava ku di feysbûkê de tiştêk dibêjî 'ev ji bo eyarkirina keçan e' tu di derveyê de tiştêk dibejî ' ev ji bo eyarkirina keçan e' û dizivirî li vir di tirşikê de jî heman şîroveyan.. ez ne bawer in kesên ku bi vî zimanî serê xwe diêşînin û tên li vir çend gotin dibêjin, ji bo keçikan be loo! de baş e em di malê de wek xulam rûnin û dernekevin derve jî!! dev jê berdin lo.. |
|
2013.12.12-17:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
9. baş in qenc in pirr tişt ji wan hîn dibim |
|
2013.12.12-18:00 |
ferhenga şikestî
![]() |
10. kesên ku nizanim gelo bi rastî jî dixwazin tirşik bibe wek ekşîsozukê, û ji bo vê dixebitin an na . |
|
2013.12.12-18:56 |
brusk56
![]() |
11. an nizanin mijarên nû vekin an newêrin an jî bi xwe re nabînin yanÎ xîret nakin.. |
|
2013.12.13-20:48 |
endazer
![]() |
12. Bila qedr û qîmeta xwe zanibin. Temamî jî weke morîkên tizbiyeke pîroz û bimbarek in. Behênek lo! Lê!... Ez dixwazim li vir aşkera bikim ku carina ez diçim çav li ferhengên tirkî digerînim, ê de malumê we ye ku damezrînerên ewilîn yên ferhengên înteraktîf ew in lew. Lê li vê ecêba giran mêze bikin ku seranser forûm in. Çendî li gor formatê bên birêvebirin jî bi kêrî tu gûyî nayên niha. Dibe ku berê hêja bin lê niha li binê mijarekê di nav saetekî de dikarin 500 peyam binivîsin lê 500 peyamên wan nakin 50 hevok. Yanî bi kurt û kurmancî 500 peyamên wan nakin peyameke endazer an jî simurg56. Heqqet jî qaliteya tirşikê bilind e, çendî nivîskarên tirşikê hê ji format û mormatan re hinek xerîb bin jî wê qaliteya tirşikê hê pêşdetir jî bibin. Ez dixwazim nivîskarên tirşikê zêde bin lê encax divê hejmara nivîskarên aktîf! Ji 1000 derbas nebe ( de ew jî rojek gihîştê em ê ji kêfan bifrin). Lew mijara ku di nav saetekî li binî 500-600 peyam bê nivîsandin anku peyamên bêqalîte bên nivîsandin ez kîrê 'eçoyê dîn di wê mijarê kim. Li vir ez dikarim bi dilekî safî û pak bêjim ku nivîskarên tirşikê biqalîte ne. Lew dinyaDîtî ne, meşrebfire ne. Civîna wana li vir ji pêkhatina armancekî ye. Ji ber vê hindê ez nivîskarên tirşikê weke mirovên ku gihîştine asta xwe îfadekirinê dibînim. Jixwe kurdê ku bi kurdî dikare binivîse û bixwîne kurdekî entelektuel e. Neyse min mijarê pir şor kir. De ya bi xêr. |
|
2013.12.18-00:24 |
ceso
![]() |
13. nivîskarên ku carina bi pesndayîna hev û din, dilê hev xweş jî dikin * |
|
2013.12.18-00:35 |
simurg56
![]() |
14. giş bira û xwişka min in. kengî nîvîsên wan dixwînim ez wek peyvên ji malbata xwe dibihîsim û pir kêfxweş dibim. ji bilî homofobîk. mixabin ku hin homofobîk jî hene. xwedê qayl bibe, ewê jî biguhere. * |
|
2013.12.18-00:57 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. van rojan hema bêje komple wenda ne. kuro ma mit'ê operasyonek li we kir? an polîs û dozgerên ku akpê cihên wan guhertin hûn bûn? |
|
2014.01.18-19:39 |
simurg56
![]() |
16. bi qewlê dijber qaşo nivîskar in.. * |
|
2014.06.25-15:21 |
endazer
![]() |
17. rast e. ji ber teralî û sersarî û bêxîretiyên rih û giyanê, ez jî bi ya min qaşo nivîskar im.. ez diheyirim yaw. tevî ku ji 1100 zêtir nivîskar hene, kengî dikevim û mijarên vekirî, yeko yeko dixwînim dibînim ku her tim heman nivîskar in. dev jê jî berde, yên dinivîsin jî kêm dinivîsin di rojê de zêtir 100 mijar vedibe, zêtir jî 200 peyam tê nivîsin. rêjeya entrêyan gelek kêm e li gorî hejmara nivîskaran... |
|
2014.06.25-21:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
18. Nivîskarên ku di van rojan de di nava wan de nivîsên derformat bûne moda û kes nabêje bê ka camêrno hun çi dikin? Mijarên anketîv û provakatîv vedikin û dikevin heftûheştê. |
|
2014.06.25-23:30 |
ceso
![]() |
19. nayên hilbijartin lê wesf û qalîteya wan ne ji yên ekşi sözlükê kêmtir e. ekşisozluk ku di nav ferhengên tirkan de, nivîskarîbûn a herî zehmet e. |
|
2014.06.26-00:55 |
brusk56
![]() |
![]() |
delîl dîlanar [1] |
![]() |
google translate [1] |
![]() |
kuvark [3] |
![]() |
kuvark [1] |
![]() |
kuvark [1] |