1. navê straneke ummu gulsum e. mirov dikare di vê stranê de ew axîna dîyarê mexrîbê bibîhîze. ew kevneşopiya hezar salan a çanda giran a misirê. stran mirov serxweş dike... û gotinen stranê min ji bo xatirê çavxezalekî wergerande kurdî* ... çavên te ez vegerandim wan rojên min ên borî yên ku min ew winda kiribûn wan ez hînî poşmaniyê kirim ji dema borî û ji êşên wê berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin? tu jiyana min î bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir ax berî te ji jiyana min çiqas winda bûye? ew rojên borî yên ba û hewa bûn dilgirtiya min! dilê min berî te bextewarî qet nedît dilê min di vê jînê de ji tehma xem û êşê pê ve tiştekî dî nedî min nû dest bi hezkirina jiyanê kir û êdî ez ber her roja ku derbas dibe dikevim berî te bi daxwaza her bextewariyê ez diêşiyam bi roniya çavên te xewnên min ji nû vejiyan ey heyata dil! tu hêjatir î ji heyata min gelo çima ev demek dirêj rastê evîna te nehatim berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin? tu jiyana min î bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir şevên bêhempa û mest û muhebbet û evîneke mezin! ji kengê ve nizanim ku dilê min bêriya te dikir were û evînê weke avê bi min re qurt bi qurt tehm bike rehma dilê min bêriya rehma dilê te dike çavê xwe wisa nêzê çavên min bide ku çavê min di jiyana çavên te winda bibin dilgirtiya min were min bes e ev tişta ku em winda dikin ne tiştek hindik e dilgirtiya ruhê min berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin? tu jiyana min î bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir tu hêjatir î ji hemû rojên min bi şirîniya xwe were min hilbigre min ji alemê dûr bibe ber bi dûrahiyê ber bi dûrahiyê ez û tu ber bi dûrahiye û bi tenê wê rojên me bi evînê ronî bibin bi bêrîkirina hev em ê şevan derbas bikin bi evîna te êdî ji rojan hez dikim ji ronahiya rojan û bi evîna te êdî min zeman û mekan ji bîr kir û min xem û êşên xwe û min belengaziya xwe jî ji bîr kir çavên te ez vegerandim wan rojên min ên borî yên ku min ew winda kiribûn wan ez hînî poşmaniyê kirim ji dema borî û ji êşên wê berî ku çavên te bibînim jiyaneke bereday bû her tiştê ku çavên min dîtin ax gelo çawa heya vê gavê jiyana min wekî jiyanek hat hesibandin? tu jiyana min î bi roniya te sibêha jiyana min dest pê kir |
|
08.08.2015 20:38 ~20:45 |
ceso
![]() |
2. versiyona emel Mahîr jî pirr hêja ye herwiha ya Sarit Haddad, denga bilûrê meriv mest dike vîdyoyê veke û ya Nesrîn Qedrî ya xwe mîna mehînan dihezîne jî * vîdyoyê veke |
|
08.08.2015 23:06 ~23:11 |
fethî ronî
![]() |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [4] |
artêşa sîber a gel [1] |
|
![]() |
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [2] |
![]() |
denozer72 [1] |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |