Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 68 peyam
nan û av - tirşik
nan û av
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

2. nivîskareke tirşikê ku ne ji nivîskarên nanivîsin e.

min beriya niha nan û şerab bihîstibu lê min nan û av nebihîstibu.



10.08.2013 00:05 | azadixwaz

3. ez u tu!



10.08.2013 03:06 | dinodino

4. birçîbunî ye



10.08.2013 05:26 | sergingupir

5. Du xûrekên sereke ne kû mirov jiyana xwe bi wan berdewam dikê..



10.08.2013 14:47 | nan û av

6. bê pîvaz ne tiştek in.



11.08.2013 15:48 | triye rezan

7. "hîva min hêviya min Îremka min

tu qetek nan û tasek av..."



helbesta rehmetî arjen arî tîne bîra mirov.



17.08.2013 04:33 | terkexem

8. cem xirîstyanan "şerap û nan" e.



17.08.2013 10:47 | em in ew lolo

9. nivîskarek ê tirşikê yê xweşnivîs e.. taybetmendiyek ecêb ya vî nivîskarî heye gelek caran mijaran vedike û di bin re an peyaman nanivîse eger binivîse jî jê dibe.. çima ez jî nizanim..



10.09.2013 01:07 | endazer

10. nivîskarê tirşikê yê ji wêneyê profîla wî tê fêhmkirin ku azadiya kurdistanê de dixwaze bibe serkêş an jî ji xwe serkêş e.



15.10.2013 08:13 | azadixwaz

11. niVÎSKARÊ JI BER NIVÎSANDINA TEZA XWE nIKARÊ SERÊ XWE JÎ BIXWERÊNÊ YE. TENÊ JI BO KA DI TIRŞIKÊ DE ÇI HEYE ÇI NÎNE LÊ DINÊRÊ Û BI DILEK ŞEWAT JI TIRŞIKÊ DERDIKEVÊ YE. lÊ HEtA JÊ TÊ ÇI XWÊ BÊ ÇI BACAN BÊ HEMA ÇI JÊ WERÊ GER KÛ WEXT HEBÊ DIKÊ NAVA VÊ TIRŞIKÊ DE..



19.11.2013 00:44 | nan û av

12. nivîskarê ku bi peyamên xwe yên dirêjok tamekî gelek xweş dide tirşikê .

di nav xwarina tirşikê de weke goşt e, hindik e lê tam didê .

di vê navberê de em ê kengê dev ji şibandin û henekên , bi xwarina tirşikê re bikin nizanim. lê dizanim heta hetayê wisa dom nake *



19.11.2013 00:52 | brusk56

13. yek xwarine yek vexarine



19.11.2013 01:21 | sîyabend

14. nivîskarê ku berî çend rojekî ez xwestibûme şÎvê lê j ber xewgranî û xemsariya xwe ez jê mayîm e.. heyf!



19.11.2013 20:51 | endazer

15. NAHA li gor keyfa xwe hespê xwe di tirşikê bazdidînê.. Tirşik maye ji wî re..ji bilî wî Ti kes nîne..



28.11.2013 14:33 | nan û av

16. nan û av: me berê av li nanê hişk dikir û piştî ku nan ron dibû me dida mirîşka.



28.11.2013 14:47 | mîrêhekarya

17. nivîskarê ku ji ber ku berfê rê lê girtiye nikare têkeve tirşikê..

em wek konseya rêveber ya tirşikê hêvî dikin ku di demeke zûtirîn de li tirşikê vegere..



13.12.2013 23:15 | endazer

18. dema nanê tenûrê li dixistinê ê kerîkî bidan me mezi li nav avê dixistin û dixwar...pir xweşbûn..



14.12.2013 14:30 | gokerr

19. ez bawerim ku beriya nan û av divê qala nan Û dew bê kirin. nanê germ ê tenûrê Û dewê cemidî.



(bnr: tiştên ku aramiyê didin mirov)



14.12.2013 17:54 | seranser

20. nivîskarê ku wekê zabitê qanûnên şoreşa tirkiyeya misto kemal li kû derê u-yekÎ bibîne heta ku şewqeyekî fotr bi seran de neke, bêhna wî fireh nabe..



(bnr: cudahiya ku û kû)



04.01.2014 04:09 | endazer

21. NIVÎSKARÊ NE JI BER ZABITIYA XWE LÊ JI BER NEZANIYA XWE 'KU'YA WEk KÛ DINIVÎSÊ..



06.01.2014 19:13 | nan û av

22. Nivîskarê ku îro hijmara peyamên wî gihiştiye 500an.. Aqûbet li hemî nivîskarên tirşikê bê.. Hindik ma.. Ezê bigihêjim 1000ê jî înşellah..



27.02.2014 00:13 | nan û av

23. nivîskarê ku em li bendê ne ku bikeve di nav kulûba 1000ê a tîrşîkê ye *



27.02.2014 00:17 | brusk56

24. nivîskarê ku di peyamên xwe de ji mehan re dibêje heyv.

30 roj=bi tirkî ay=bi kurdî meh=bi îngîlîzî month

stalayta dinyê=bi tirkî dîsa ay=bi kurdî heyv=bi îngîlîzî moon

lê ez bawer nakim ku bi nezanbûna xwe ve wusa dinivîse, dibe ku mexsûs wusa dinivîse? ji ber ku kurdîya wî têra xwe baş e.



09.03.2014 12:34 | nazim tolhildan

25. Nivîskarê ne ji ber nezanîna xwe peyva heyvê bikartînê ye. Ji dê û bavê xwe wusa hînbûye û heya vê rojê jî wusa bikartînê.. Ne ku maye di bin bandora zimanê tirkî de. Na. ji Dê û bavê xwe çawa hînbûye welê bikartînê



09.03.2014 13:15 | nan û av

26. li cizîrê di ji bo peyka li dora dinyayê diçerixe jî û ji bo 30 rojên di zikê hev de neşikandÎ jî dibêjin heyv.. nivîskarê ku taybetmendiyên devoka xwe ya cizîrê diparêze û bi vî awayî hemû pesn û wesfan heq dike..



09.03.2014 14:48 | endazer

28. nIVÎSKARÊ KU CIZÎRÎ BÛNA WÎ JI BO WÎ TENÊ TEFFERÛATEK E Û NE GIRÎNG E..yA GIRÎNG KURDBÛN Û KURDISTANÎBÛNA WÎ YE.. cARNA HIN PEYAMAN DE, BI TAYBETÎ DI PEYAMÊN LI SER ESL, BINGEH Û BILÊVKIRINA HIN PEYVAN DE MIROV MECBÛR DIMÎNÊ KU BEHSA HERÊMA XWE BIKÊ..YANÎ HIN KELÎME HENE KU LI HIN BAJARAN AN JÎ HIN HERÊMAN CÛDA CÛDA TÊNE BILÊVKIRIN.. wÊ DEMÊ JÎ mIROV BIVÊ NEVÊ BEHSA BAJAR AN JÎ HERÊMA XWE DIKÊ..BEHSKIRINA BAJARÊ XWE NE JI BO TI FORS Û ZIRTA YE.



09.03.2014 21:32 | nan û av

29. nivîskarê tirşikê ye ku gelek xweş dinivîse pirr dirêj jî binivîse ez dîsa peyamên wî bi meraq dixwînim. tiştê ku bala min kişand ew e ku qertefa pêşgirê li du qertefên dema niha dinivîse. (wek mînak; nevexwim) kêm zêde haya min ji devoka cizîriyê heye dizanim wisa diaxifin lê di nivîsê de kêm kes wisa dinivîse. ez meraq dikim gelo çima biryareke wisa dayiye tim û tim wisa dinivîse?



08.04.2014 01:18 | ferhenga şikestî

30. nivîskarê ku di civînÊ de jÎ qertaf wisa bi kar aniye... nayê bîra min qala çi dikir lê wisa{ne+lêker} bikar anît.. bala min jî kişandibû.



08.04.2014 01:20 | mergehez

32. NIVÎSKARÊ KU TI USÛL Û QAÎDEYÊN ZIMANÊ KURDÎ NIzANÊ YE..jI BER KU SERÎ WÎ HIŞK E GUHÊ XWE NEDAYE QAÎDEYÊN DI PIRTÛKÊN RÊZIMAN DE Û JI DÊ Û BAVÊ XWE ÇAWA ELIMÎ BÊ KURDÎ DI TIRŞIKÊ DE JÎ WELÊ DINIVÎSÊ YE.. hETA NEHA MIN TI CARÎ BALA XWE NEDAYE GELO KA QERTAFA NEYÎNÎ (NA) PÊŞ AN PIŞ FÎÎLÊ RE TÊ BIKARANÎN...eZ BAWERIM AWAYÊ KU EZ BIKARTÎNIM RASTTIR Û YEKRÊZTIR E..BI AWAYÊ DÎ CARNA QERTAFA NEYÎNÎ PIŞTÎ FÎÎLÊ TÊ CARNA JÎ PÊŞIYA FÎÎLÊ TÊ... wEKE EZ RANAZIM Û EZ NAXWIM.. lÊ BI AWAYÊ BIKARANÎNA CIZÎRIYA De QERTAFA NEYÎNÎ HER Û HER PÊŞIYA FÎÎLÊ YE.. WEKE EZ NARAZIM Û Ez NAXWIM..



09.04.2014 00:43 | nan û av

33. nivîskarê ku wek hevalekî dixwazim jê re bêjim û li ber bêxim ku;

di kurdî de li gorî sazkirinê lêker lêker dibin sê beş;

1)lêkerên xwerû; lêkerên sade ne, tu qertaf û lêkerên alîkar nestandine wek; xwarin, bûn, kirin, xwendin, ketin, xistin, çûn, mayîn, dayîn, meşÎn, girîn, kenîn filan.. di dema niha û dema borî de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkerê bi xwe, wek; ez di+xw+im, ez ê bi+xw+im

2)lêkerên pêkhatî; ev lêker bi daçekên pêşgir tên çêkirin, daçekên wek da-, ve-, wer-, hil-, rû-, têne pêşiya lêkerên xwerû û lêkerên pêkhatî çêdikin, wek; vexwarin, vekirin, dakirin, daxistin, hilkirin, hilfirandin, wergirtin, wergerandin filan.. di dema niha û dema bê de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkera bingehîn yanî dikevin di navbera daçeka pêşgirt û lêkera bingehîn de, wek; ez ve+di+k+im, ez hil+di+kişîn+im, ez ê da+mezrîn+im, tu yê ve+xw+î, ew ê wer+gerîn+in (wek tê dîtin, di lêkerên pêkhatî de, dema lêker li gorî dema bê tê kişandin qertafa dema bê (bi-) nayê bikar anîn)

3)lêkerên peve/hevedudanî; lêkerên ku ji du an zêdetir hêmanan pêk têne ne, bi alîkariya lêkerên alîkar yên wekê bûn, kirin, xistin, çûn, birin, hatin, anîn, ketin ji navdêr, rengdêr û hokeran tên çêkirin, wek, av dan, bi kar anîn, dîn bûn, rû kirin, aciz bûn, têk çûn, rast hatin, pê ketin, jê ketin, paş ketin, bi hev çûn filan.. di van lêkeran de jî qertafa rawe û demê tê pêşiya lêkera bingehîn, wek; ez ê sor bi+k+im, ez aciz di+b+im, ew têk di+ç+in, em ê li hev rast bi+hê+(n)+e, em ê paş bi+kev+in..



09.04.2014 01:11 | endazer

34. ew nivîskarê ku min duh dorî saet 4 an, li ofîsê dîtiye*. bi keça xwe û jina xwe re bû . min ê silavê bidaye lê ez li xwaringehekê bûm û wî ez nedîtim.



bawerke piştî tirşik populertir bû em ê ji nivîskaran, nekarin li amedê bigerin. ji xwer her 2-3 rojan carekî pergî endazer û serhat avci dibim *



12.04.2014 02:20 | brusk56

35. nIVÎSKARÊ KU NE KEÇA WÎ KURÊ WÎ HEYE YE.nAVÊ WÎ JÎ CELADET E. kESÊn KU CARA PÊŞIYÊ WÎ DIBÎNIN DIBÊJIN QEY KEÇIK E.ev e gellekkesa gotiye me ew keçik e an kurik e.... MIN DI ÇEND PEYAMÊN XWE YÊN BERÊ DE JÎ BEHSA WÎ KIRIBÛ..

https://www.tirsik.net/e/16465

https://www.tirsik.net/e/17554

https://www.tirsik.net/e/23144



12.04.2014 12:09 | nan û av

36. nivîskarê ji ber ku behsa kurê wî keçik tê gotin, kerixiye, nema dikare rehet bibe.



12.04.2014 12:18 | azadixwaz

38. nIVISKARÊ KU KEÇBÛN AN JÎ KURBÛNA ZAROKA WÎ JI BO WÎ EWQASÎ NE GIRÎNG E. dEMA ZAROKA MIROV ÇÊBIBÊ JI XWE MIROV LÊ NANÊRÊ KA KEÇIK AN JÎ KURIK E.. jI BO MIN KEYF Û HEYECANA HER DÛYAN JÎ EYNÎ Ye. tENÊ MIN XWESt EZ BIbÊJIM KU GELLEK CARA ZAYENDA WÎ TEVLÎHEV DIKIN. çI KEÇ ÇI KUR. fERQ NAKÊ. DAYINA REBBÊ ALEMÎN E..



12.04.2014 12:28 | nan û av

39. nivîskarê ku miho tam dizane xendekî ye. bi serhişkîtiya xwe ve, bi kurmanciya xwe ji dê û bavî hînbûyî ve bi sekna xwe ve xendekî ye *



29.08.2014 21:51 | xendekî

40. yek ji tirşikvanên kevin û navdar e.

zû de ye natirşikîne. lê carinan di panelê de dibînin ku online e. haya min ji te heye ha *

weke tu nanivîsî çima têketinê dikî kardeşim. derkeve qelebalixê neke *



08.11.2015 20:02 | brusk56

42. Nivîskarê ku bi vê peyamê re peyama xwe ya 1000ê nivîsandiye. Aqûbet li serê nivîskarên dî.



06.12.2019 00:36 | nan û av

43. Endamê nû ya kulûba 1000ê a tirşikê.
Bi xêr hatîye. Ji nivîskarên nifşa ewil e. Li gorî vê taybetiya xwe hinekî dereng maye ya rastî.



06.12.2019 18:54 | simurg56

44. piştî ku ew jî ketiye nav kulûba hezaran ser xwe ve çûye û êdî nema rêya xwe bi tirşikê dixe.



23.05.2020 01:20 | endazer

45. nivîskarê ku sala 2020an de têketin nekiriye tirşikê.
min jî digot çima ev sala wisa ji me bû jehr *

laqirdî alikî, tirşikvanekî cîhatî ye zehv caran peyamên wî dertêne pêşiya min..

û ez zen nakim ku ev der terkediyar kiribe. Ez dibêm Ew ê jî rojekî yê miheqqeq vegere.
Çimkî wisa hêsan nîn e ku meriv tirşikê biterikîne.
yên çûyî jî niha rojekî teqez poşman bûne.



23.05.2020 01:29 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne