Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
nan û av - tirşik
nan û av
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

20. NIVÎSKARÊ NE JI BER ZABITIYA XWE LÊ JI BER NEZANIYA XWE 'KU'YA WEk KÛ DINIVÎSÊ..



06.01.2014 19:13 | nan û av

21. Nivîskarê ku îro hijmara peyamên wî gihiştiye 500an.. Aqûbet li hemî nivîskarên tirşikê bê.. Hindik ma.. Ezê bigihêjim 1000ê jî înşellah..



27.02.2014 00:13 | nan û av

22. nivîskarê ku em li bendê ne ku bikeve di nav kulûba 1000ê a tîrşîkê ye *



27.02.2014 00:17 | brusk56

23. nivîskarê ku di peyamên xwe de ji mehan re dibêje heyv.

30 roj=bi tirkî ay=bi kurdî meh=bi îngîlîzî month

stalayta dinyê=bi tirkî dîsa ay=bi kurdî heyv=bi îngîlîzî moon

lê ez bawer nakim ku bi nezanbûna xwe ve wusa dinivîse, dibe ku mexsûs wusa dinivîse? ji ber ku kurdîya wî têra xwe baş e.



09.03.2014 12:34 | nazim tolhildan

24. Nivîskarê ne ji ber nezanîna xwe peyva heyvê bikartînê ye. Ji dê û bavê xwe wusa hînbûye û heya vê rojê jî wusa bikartînê.. Ne ku maye di bin bandora zimanê tirkî de. Na. ji Dê û bavê xwe çawa hînbûye welê bikartînê



09.03.2014 13:15 | nan û av

25. li cizîrê di ji bo peyka li dora dinyayê diçerixe jî û ji bo 30 rojên di zikê hev de neşikandÎ jî dibêjin heyv.. nivîskarê ku taybetmendiyên devoka xwe ya cizîrê diparêze û bi vî awayî hemû pesn û wesfan heq dike..



09.03.2014 14:48 | endazer

26. nIVÎSKARÊ KU CIZÎRÎ BÛNA WÎ JI BO WÎ TENÊ TEFFERÛATEK E Û NE GIRÎNG E..yA GIRÎNG KURDBÛN Û KURDISTANÎBÛNA WÎ YE.. cARNA HIN PEYAMAN DE, BI TAYBETÎ DI PEYAMÊN LI SER ESL, BINGEH Û BILÊVKIRINA HIN PEYVAN DE MIROV MECBÛR DIMÎNÊ KU BEHSA HERÊMA XWE BIKÊ..YANÎ HIN KELÎME HENE KU LI HIN BAJARAN AN JÎ HIN HERÊMAN CÛDA CÛDA TÊNE BILÊVKIRIN.. wÊ DEMÊ JÎ mIROV BIVÊ NEVÊ BEHSA BAJAR AN JÎ HERÊMA XWE DIKÊ..BEHSKIRINA BAJARÊ XWE NE JI BO TI FORS Û ZIRTA YE.



09.03.2014 21:32 | nan û av

27. nivîskarê tirşikê ye ku gelek xweş dinivîse pirr dirêj jî binivîse ez dîsa peyamên wî bi meraq dixwînim. tiştê ku bala min kişand ew e ku qertefa pêşgirê li du qertefên dema niha dinivîse. (wek mînak; nevexwim) kêm zêde haya min ji devoka cizîriyê heye dizanim wisa diaxifin lê di nivîsê de kêm kes wisa dinivîse. ez meraq dikim gelo çima biryareke wisa dayiye tim û tim wisa dinivîse?



08.04.2014 01:18 | ferhenga şikestî

28. nivîskarê ku di civînÊ de jÎ qertaf wisa bi kar aniye... nayê bîra min qala çi dikir lê wisa{ne+lêker} bikar anît.. bala min jî kişandibû.



08.04.2014 01:20 | mergehez

29. NIVÎSKARÊ KU TI USÛL Û QAÎDEYÊN ZIMANÊ KURDÎ NIzANÊ YE..jI BER KU SERÎ WÎ HIŞK E GUHÊ XWE NEDAYE QAÎDEYÊN DI PIRTÛKÊN RÊZIMAN DE Û JI DÊ Û BAVÊ XWE ÇAWA ELIMÎ BÊ KURDÎ DI TIRŞIKÊ DE JÎ WELÊ DINIVÎSÊ YE.. hETA NEHA MIN TI CARÎ BALA XWE NEDAYE GELO KA QERTAFA NEYÎNÎ (NA) PÊŞ AN PIŞ FÎÎLÊ RE TÊ BIKARANÎN...eZ BAWERIM AWAYÊ KU EZ BIKARTÎNIM RASTTIR Û YEKRÊZTIR E..BI AWAYÊ DÎ CARNA QERTAFA NEYÎNÎ PIŞTÎ FÎÎLÊ TÊ CARNA JÎ PÊŞIYA FÎÎLÊ TÊ... wEKE EZ RANAZIM Û EZ NAXWIM.. lÊ BI AWAYÊ BIKARANÎNA CIZÎRIYA De QERTAFA NEYÎNÎ HER Û HER PÊŞIYA FÎÎLÊ YE.. WEKE EZ NARAZIM Û Ez NAXWIM..



09.04.2014 00:43 | nan û av

30. nivîskarê ku wek hevalekî dixwazim jê re bêjim û li ber bêxim ku;

di kurdî de li gorî sazkirinê lêker lêker dibin sê beş;

1)lêkerên xwerû; lêkerên sade ne, tu qertaf û lêkerên alîkar nestandine wek; xwarin, bûn, kirin, xwendin, ketin, xistin, çûn, mayîn, dayîn, meşÎn, girîn, kenîn filan.. di dema niha û dema borî de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkerê bi xwe, wek; ez di+xw+im, ez ê bi+xw+im

2)lêkerên pêkhatî; ev lêker bi daçekên pêşgir tên çêkirin, daçekên wek da-, ve-, wer-, hil-, rû-, têne pêşiya lêkerên xwerû û lêkerên pêkhatî çêdikin, wek; vexwarin, vekirin, dakirin, daxistin, hilkirin, hilfirandin, wergirtin, wergerandin filan.. di dema niha û dema bê de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkera bingehîn yanî dikevin di navbera daçeka pêşgirt û lêkera bingehîn de, wek; ez ve+di+k+im, ez hil+di+kişîn+im, ez ê da+mezrîn+im, tu yê ve+xw+î, ew ê wer+gerîn+in (wek tê dîtin, di lêkerên pêkhatî de, dema lêker li gorî dema bê tê kişandin qertafa dema bê (bi-) nayê bikar anîn)

3)lêkerên peve/hevedudanî; lêkerên ku ji du an zêdetir hêmanan pêk têne ne, bi alîkariya lêkerên alîkar yên wekê bûn, kirin, xistin, çûn, birin, hatin, anîn, ketin ji navdêr, rengdêr û hokeran tên çêkirin, wek, av dan, bi kar anîn, dîn bûn, rû kirin, aciz bûn, têk çûn, rast hatin, pê ketin, jê ketin, paş ketin, bi hev çûn filan.. di van lêkeran de jî qertafa rawe û demê tê pêşiya lêkera bingehîn, wek; ez ê sor bi+k+im, ez aciz di+b+im, ew têk di+ç+in, em ê li hev rast bi+hê+(n)+e, em ê paş bi+kev+in..



09.04.2014 01:11 | endazer

31. ew nivîskarê ku min duh dorî saet 4 an, li ofîsê dîtiye*. bi keça xwe û jina xwe re bû . min ê silavê bidaye lê ez li xwaringehekê bûm û wî ez nedîtim.



bawerke piştî tirşik populertir bû em ê ji nivîskaran, nekarin li amedê bigerin. ji xwer her 2-3 rojan carekî pergî endazer û serhat avci dibim *



12.04.2014 02:20 | brusk56

32. nIVÎSKARÊ KU NE KEÇA WÎ KURÊ WÎ HEYE YE.nAVÊ WÎ JÎ CELADET E. kESÊn KU CARA PÊŞIYÊ WÎ DIBÎNIN DIBÊJIN QEY KEÇIK E.ev e gellekkesa gotiye me ew keçik e an kurik e.... MIN DI ÇEND PEYAMÊN XWE YÊN BERÊ DE JÎ BEHSA WÎ KIRIBÛ..

https://www.tirsik.net/e/16465

https://www.tirsik.net/e/17554

https://www.tirsik.net/e/23144



12.04.2014 12:09 | nan û av

33. nivîskarê ji ber ku behsa kurê wî keçik tê gotin, kerixiye, nema dikare rehet bibe.



12.04.2014 12:18 | azadixwaz

34. nIVISKARÊ KU KEÇBÛN AN JÎ KURBÛNA ZAROKA WÎ JI BO WÎ EWQASÎ NE GIRÎNG E. dEMA ZAROKA MIROV ÇÊBIBÊ JI XWE MIROV LÊ NANÊRÊ KA KEÇIK AN JÎ KURIK E.. jI BO MIN KEYF Û HEYECANA HER DÛYAN JÎ EYNÎ Ye. tENÊ MIN XWESt EZ BIbÊJIM KU GELLEK CARA ZAYENDA WÎ TEVLÎHEV DIKIN. çI KEÇ ÇI KUR. fERQ NAKÊ. DAYINA REBBÊ ALEMÎN E..



12.04.2014 12:28 | nan û av

35. nivîskarê ku miho tam dizane xendekî ye. bi serhişkîtiya xwe ve, bi kurmanciya xwe ji dê û bavî hînbûyî ve bi sekna xwe ve xendekî ye *



29.08.2014 21:51 | xendekî

36. yek ji tirşikvanên kevin û navdar e.

zû de ye natirşikîne. lê carinan di panelê de dibînin ku online e. haya min ji te heye ha *

weke tu nanivîsî çima têketinê dikî kardeşim. derkeve qelebalixê neke *



08.11.2015 20:02 | brusk56