Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
şahmaran - tirşik
şahmaran
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê Şahmaran ji "Şahê Maran" tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevin e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr dadiliqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî marekî xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûvpişk û mar de wekî ajalekî taybet xuya dike.



29.07.2013 14:52 | pezkûviyê cûdî

2. bi vî navî li stembolê cafeyek heye min gelekÎ pesn û wesfê wê bihîstine lê mixabin çûn û dîtin hîn nebûye nesîb.. kî zane belkî rojekî nivîskarên li stembolê dimînin û dijînin li vê cafeyê li ev bigihin û civîna pêşîn a nivîskarên tirşikê pêk bînin..



29.07.2013 17:17 | endazer

3. mar e sed sali bijîn sedsala jiyanaxûda qet meriv yanjî avê(herda yek) nebûnin dûbin şahmaran.. sere şahmaran jine ,doçika şahmaran mar e...



12.12.2013 01:21 | sîyabend

4. Navê kafeya şivan zeren e. Kafe li istiklal caddesiya stembolê ye. Ger ku hun herin hun dê bibînin ku şivan zeren bi destê xwe ji we re çay û qehweyê çêbike. Menuyê kafeyê bi kurmancî ne. Ku hun rojekî çûn qehweyeke kurdan vexwin.



18.01.2014 17:00 | ceso

5. cafeya ku bala min kişandiye li ser xwe. xwezî niha li stenbolê bûma û biçûma bidîta. li stenbolê hebûna kafeyeke wisa gelekî baş e, lê li kurdistanê kafeyek wisa heye gelo meraq dikim..



18.01.2014 18:11 | simurg56

6. tirsa piçukatÎya min. anha nizanim lÊ berÊ kurde kÎ li malÊ wÎ weneya şahÊ mehran tuneye tunebu. bi dÎya xu ra, kÎja mevanÎyÊ ra biçuma li hemberÊ xu wÎ şahÊ cenevar didÎtim.



10.03.2014 22:55 | hun çawane heval:)))))))

7. Kafeya ku niha lê me û wa ye şivan zeren bi destê xwe ji min re qehweya egît çêdike.



Keyskirin ; qehweya ku hat

https://twitter.com/cesodino/status/458557576415031296



22.04.2014 13:48 | ceso

8. çend roj berê ez û tevê çend heval, me qehweya vir tahm kir.qehwe xweş bû,alaka û dilgermîya kek şivan ji tehma qehweyê jî xweştir bû.lê mixabin ez van gotinen xwe nikarim ji bo mekan û dekor jî bejim.mase, sandelî, pirtûk û gelek tiştên din giştik tevlihev bû.rastî ev jî kemasîya şahmaranê ya herî giring bû.hevîdarim şivan ji bo vî kemasîyê çareserekî bibîne.



herin, bibinin û tehma qehweya kurdî binerin..



22.04.2014 22:26 | nemeczek

9. navê pirtûka ronî war ya dawîn e. di hindurê vê mehê derketiye. piştî derketinê ronî war wê jî anîtibû 19.fuara pirtûkan ya izmîrê û min kirî. roja piştî kirînê min dest bi wê kir û di hindurê sê-çar saetan de qedand. Pirtûkek xweş e, mere qet ji xwe aciz nake. mijara pirtûkê jî bi kurtasî ev e: dema ku xwedê adem Û hawwa afirand ji wan re got mêweyê darekê tenê nexwin Û hûn çi dixwazin bixwin lê rojekê marek tê ji hawwa re dibêje xwede bi qazî ji we re got mêweyê vê darê nexwin. ji bo ku hûn bixwin wisa got Û hawwa û adem mêweyên wê darê dixwin Û xwedê wan dişinîn li ser erd. ji ber ku marê wisa li kir jî xwedê cezayek da wê û nêviyÊ wê kir mirov nêviyê wê yÊn din jî bi mar hişt Û hemû mar di bin erdê de dest bi jiyana xwe kir.. îja em werin li ser mijara pirtûkê: li welatekî zilamek li ser maran û newekheviya zindiyan pirtûkekê dinivîsî piştî mirina wî lawê wî vê pirtûkê dibîne û bi dû welatê şahmarênê dikeve û bÛyer diqewimin..



29.04.2014 18:32 | mergehez

10. (bnr: sae moru)

(bnr: metin kemal kahraman)



29.04.2014 18:37 | yoda

11. navê wê ne ji "şahê maran" tê lê ji "şaha maran" tê. Di hemû taswîran de mê ye.



12.05.2014 12:23 | berxweda

12. (bnr: şahmaran)



12.05.2014 13:38 | renas

13. Mesût Alp di qenala xwe ya youtubeyê de çîroka şahmaranê gelekî xweş vegotiye.
Edit: min ji zû de ye bihîstibû û yan jî xwendibû lê baş nedihat bîra min.

Here lînkê



24.03.2020 18:36 ~18:58 | xabûrî

14. tirk gelekî lê xweyî derdikevin, çimkî piraniya heyîn û canawerên wan (alkarısı, karakoncolos û hwd.) ji ber bandora îslamê bûne cin¹. loma heyînên wek şahmaran jî pir bala wan dikişîne.

¹ne tenê ya tirkan tew şeytanê kor yê di qûrana ereban de û dêwên di şahnameya firdewsî de jî bûne cin.

pirî caran ji ber çanda popular bi medûsaya yewnaniyan ve tê muqayesekirin. heger şahmaranê di mîtolojiya yewnanî de bi canawerekê ve muqayese bikin, ew jî lamia ye ku serî mirov beden mar e. Here lînkê ku di lîstika knight onlineyê de jî derdikeve pêşiya meriv.



14.08.2020 18:31 ~2020.09.06 22:48 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» şahmaran

Kategoriyên mijarê:: mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî