Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
koreya bakur - tirşik
koreya bakur
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (kul û derdê mîr bû)



bi navê xwe yê fermî Komara Gel a Demokrtatîk a Koreyê (Koreyî: 조선민주주의인민공화국; hanja: 朝鮮民主主義人民共和國; Chosŏn Minjujuŭi Inmin Konghwaguk), dewleteke li asyaya rojhilat, xwediyê 120.540 km²2'yê nîvgirava koreyê ye. paytexta wê pyongyang e.



piştî şerê cîhanî yê II. piştî dagîrkirina japonan a di navbera salên 1910-1945'an de qediya, yekîtiya komarên sosyalîst ên sovyetê ji aliyrekî ve û dewletên yekbûyî yên emerîka ji aliyekî ve têketin nav vî welatî û di encama vê de bakurê koreyê rejîma komunîst, başûrê koreyê jî rejîma kapîtalîst hilbijar; bi vê re kore wek koreya başûr û koreya bakur bû du dewletên cuda.



komara gel a demokratîk a koreyê ango koreya bakur di sala 1948'an de hikumeteke otorîter û sosyalîst ava kir. Koreya bakur li gor dewletên din ên komûnîst hinek din girtîtir û navxwede ye. Li başûrê welêt koreya başûr, li bakur komara gel a çînê û rusya, li rojhilat jî deryaya japon heye.



koreya bakur hema bêje ji seda 80'yê ji rêzeçiya û zozanan (plato) pêk tê. zozanê kema û çiyayên wek Kangnam, Myohyang, Ancin û Myarak û deştên wek Pyongyang û Çeryang beşek ji xwezaya wê ye.



ji aliyê berbesê (mineralê) ve welateke zengîn e. madenên wek komir, zirinc (risas), tungsten, çînko, uranyûm, grafît, magnezît, cewhera hêsin, sifir (paxir), zêr, xwê yên ji bo endustriya wê girîng in li vî welatî hene.



avhewaya wê bi giştî hênkayî ye. ji seda 80'yê welêt ji daristanan pêk tê.



ji aliyê serjimarê ve koreya bakur dewleteke homojen e, ji seda 99,8 ji koreyiyan pêk tê; yên mayî jî çînî, japonî, vîetnamî û ewropayî ne. li gor jimartina 2009'an serjimara koreya bakur 23.923.118 e.



zimanê fermî koreyî ye: (bnr: koreyî)



koreya bakur bi awayek fermî dewleteke ateîst e; lê belê baweriyên budîzm'ê jî berbelav e, herwiha bêhtirîn ji mezheba protestanî hinek fileh (xiristiyan) jî hene.



artêşa gel koreyê jî yek ji artêşên mezin ên cîhanê ye, hejmara leşkerên wê 1.08 mîlyon çalak û 4.7 mîlyon neçalak e. herwiha koreya bakur xwediyê bernameya çekî ya nukleerî ye.



15.08.2015 16:00 ~16:20 | xendekî

2. welatê doh ji parên saetê ya dinyayê veqetiyayî û ji xwe re ji dîroka xwe pareke saetê ava kirî û saetên xwe 30 xulek dayî paş.

Here lînkê



16.08.2015 00:04 | azadixwaz

3. Di şerê duyemîn ê cihanê de sovyetan û çînê nikaribû ji bo wê tiştekî bike lê piştî ku şer qediya hinekî bêhna xwe vedan, êdî ketin nav koreyê.

Li aliyekî sovyet û çîn li aliyê din dya japonya û hezar dewletên din ên kapîtalîst. Serokê artêşa koreyiyên komunîst dibe koreyiyekî ku milîtanê û xebatkarê sovyetê bû. Jixwe mao jî xebatkarekî sovyetê bû û bi saya sovyetê çîn ji zilma japonyayê xilas bibû.yanî hemû hevalên hev bûn. Lê vê yekê bêjim, wê çaxê stalîn hebû û ev du kes jî wexta stalîn bûne serok.

Ewil hêzên sosyalîst piraniya xaka koreyê bi dest dixin paşê hêzên kapîtalîst piraniyê bi dest dixin paşê dîsa yên sosyalîst bi pêş ve diherin û ji nêvî bêtir bi dest dixin. Lê paşê, herî dawîn tixûbek di nava koreyê de tê avakirin. Tixûbeke xwar e. Li jor koreya bakur û li jêr koreya başûr. Bakur sosyalîst, Başûr kapîtalîst.

Heta niha ew xebatkarê sovyetê, kurê wî û neviyê wî bûne serokên bakur. Lê mixabin rêveberiya ku dihate xwestin îro tune ye û bi fikra sosyalîstiya yekdewletî dewleta xwe bi rê ve dibin.

Artêşa wê weke artêşên dewletên din ên sosyalîst ji gel pêk tê. Hejmareke diyar çalak e lê hejmara din a ku pir zêde ye neçalak e. Heke ku şerek dest pê bike, ên neçalak dê bibin çalak.

Ji ber ku niha dewletên serdest hemû kapîtalîst in ambargoyekê li ser vê dewletê dimeşînin. Hema kengî qala koreya bakur bibe, em dibihîzin ku tiştekî tewş/nebaş/qirêj kiriye lê ez bawer nakim ku dewleteke bi vî rengî xerab be.



16.08.2015 13:36 | mergehez

4. bo korevî ya wê (bnr: bukhan)



16.08.2015 17:43 | cinorek

5. dewleta ku bişev tune ye. Here lînkê



ez ji hemû dewletên girtî ditirsim. zanim ku li wir zordarî heye ku agahdarî nikarin derkevin derve. li rojava jî nîşaneya vî tiştî heye. astengiyên li ber partîyê dij û rojnameyên li gorî dilê wan nanivîsin jî nîşaneya herî mezin e.



17.08.2015 22:23 ~22:31 | berxweda

6. dewleta ku diyar kiriye ku ceribandina bombeya hîdrojenê kiriye. heta ev ceribandin bÛye sedema erhejek bi qasê 5.1 mezin.

serokê vê dewletê tam dîn e bawerke. te hew nêrî hemû dinya hiweşand bi bombeyekî.



Here lînkê



06.01.2016 10:44 | brusk56

7. Dewleta dizwazim lê bi cih bim. li gel kim-jong başqanî ceribandinên hîdrojenî bikim.



06.01.2016 16:52 | wiha wilo wisa

8. welatê dînê dinyayê(kîm-jong) ji wire bombeyekî bavêta tirkîyê jî ewê çi qencîkî bikira..



06.01.2016 19:08 | shorbevan

9. dewletek xeternak e. bi dîktatoriyê tê rêvebirin û ji derve re girtî ye. van rojan di rojeva cîhanê de ye. kengê keyfan wan bê, ceribandina moşekan dikin. ev jî ji amerîkayê re bûye derd. keştiyên xwe yên şer, nêzikî vî welatî dike. di nava 1-2 salan de nebe jî, wê di salên pêş de ev dewlet wê bibe sedema mirina gelek kesan. îhtîmalek mezin bi şereke naxweyî.

li ser şerê koreya bakur û başûr fîlmek gelek xweş heye; tae guk gi: the brotherhood of war
Here lînkê



29.04.2017 12:16 ~12:17 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» koreya bakur
» bakur.nekure1

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî