Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
nifirên kurdî - tirşik
nifirên kurdî
(54) (10) (5)
di mijarê de bigere

188. gerdenit aza nebê dema min bihîst gelek hestek xirab bû , wate ya wî tu li dinya din ji dojehê xilas nebe , heqê min helal nîn e.



15.09.2021 00:00 | navîgiranmezelîwêran

189. Bimir, bi mirina kûçik!
Ji arşîva dîya min...



15.09.2021 00:09 ~00:09 | pîroz

190. Mela fekê to şêro pey goşê to

Çime: dayêya mi



16.09.2021 23:30 ~23:31 | kajav

191. Tu xêrê ji emrê xwe nebînî!



17.09.2021 00:48 | hêvî

192. şalê tu bi zikêşê bikevi!



17.09.2021 02:17 | ozmoz

193. Jehra Silêmanî li dilê te xê!!



17.09.2021 19:53 | xwelî li ser

194. Xwedê te nehêle



11.11.2022 23:30 | hesinkar

195. Tu şeqaşeqa hêllikan ser quzê xwe nebînî.

Yaw ev qijika reş vê nifira xweş çawa dît, dest û hestên wî tim sax bin. Lînkê datînim jêr, fermo:

Here lînkê



20 roj berê 19:46 ~19:47 | xabûrî

196. li tirşikê beşa danegeh de wusa ferhengek heye: nifirên kurdî Here lînkê



20 roj berê 20:39 | horhorik

197. Belqitiyo !
Xwelî li serê şeytanê te be !
Hey qelîo !
Gora bavê te bimîzto !



20 roj berê 21:28 ~2024.04.10 14:05 | keloş

198. nifira favorî :
lawoo ! ji mar tazîtir , ji gur birçîtir bîîî



20 roj berê 22:20 | pirtûkhez

199. Rabê nifirên kurdî Qijika Reş e.
Nifirên wî hem wekî rimekê dikevin dilê muxetebên nifiran, hem jî tê de kûrahiyeke feylesofî heye. Nizanim ji ku peyda dike.: çdçdçdçdç.

Wekî din jî em nifiran re li devera xwe( Nordiza Wanê) dibêjin; (nifîn).
Û li devera me nifirên wiha hene;
- Hey topa xwedê li te bikeve!,
- Hey tu ji canê xwe qenciyê nebînî!,
- Çavên te bila roniyê nebînin!,
- Hey pişta te bişkê!,
- Hey xwedê ji te bipirse!
-bila mêlaka(cergê) te ji devê te bê!
- Hey bê zuryet bimînî!
Ev qas têne bîra min lê gelek in. Divêt xebateke berfireh ji bo tevahiya van nifirên li hemû deran heyî bête kirin.



20 roj berê 00:31 ~00:39 | bayê xerbî

200. Tîş bi te keve !
Ey derewkerê...Tîş pê keto !



5 roj berê 17:51 | keloş