Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
nifirên kurdî - tirşik
nifirên kurdî
(54) (10) (5)
di mijarê de bigere

37. nanê te ji derîyan dewê te ji kerîyan be!



28.08.2013 19:09 | firat

38. Afat û tofan ser te da be

brûsk li te kevî



29.08.2013 16:01 | ferr

39. belkî gula sedam li tc bikeve



29.08.2013 22:56 | newenda

40. A bavê min bixwe!

Afatek reş serê te de bê!

Agir bi malê ketiyo!

Agir bi te keve!

Agir li malê keve pêtî li asîmanan re derkeve!

Agir li te bibare!

Agir mala babê te bikeve!

Agir mala te bikeve!

Agir pêketiyo!

Agirê dara berû ser serê te de bibare!

Agirê kulê mala te keto!

Agirê sor û semawat li te bikeve!

Ahê min devê te de bê xwarê!

Ahê min ji te re nemîne!

Argonê te vemire!

Aşîtê Xwedê li mala te bikeve (keve)!

Atana we biqele!

Ava reş bi çavê te de were!

Ava reş di çava de hato!

Ava sar bi çoka keto!

Ava zer di canê te de bê xwarê!

Ava zer di lêş keto!

Avareş bête çavê te!

Avareş bikevit di bin çavên te!

Axûyê (jehra) marê kûr bixwe!

Aynê (ayîk, ayn, ayîn) min ji te re nemîne!

Azmanê dev şikesto!



05.09.2013 01:00 | endazer

41. Bab li te bimre!

Bab û bira li te bimrin!

Bab û birayê te bi miradê te şa nebe!

Babaqulî bi te vede!

Babê te xêrê ji te nebîne!

Bapêşî bêyo!

Bapîrê Kal bi te ve bide!

Bayê cinan vêketo!

Bayê fercê (felc) keve!

Bayê quzanan bi te keve!

Bayê reş bi te keve!

Bayê sor bi te keve!

Bayê reş te bigre!

Bazinê sitoyê te bişkê!

Bê biro!

Bê dunde herî înşellah!

Bê mirad çûyo!

Bê ser û ber biçî!

Bê ser û şûn çûyo!

Bedena te reş be!

Bêgor çûyî!

Bejna te biçe bin erdê!

Bela te ber deryê te be!

Bela te ji bin piyê te were!

Bela te li ber lingê te be!

Bela te li te bikeve!

Bela te li te rast bê!

Belkê bibe yekcare!

Belqitiyê belqitî!

Belqitiyo!

Bêm ser cendekê te!

Bêmirado!

Ber bi gor bî!

Ber bi gorr bûyo!

Ber xwe nediyo!

Ber çavê te bigre!

Berdîla te kurt bitin!

Bêserî û bêrat çûyo!

Bêtar çûyo!

Bêtonê te derketo!

Bêtonê te di xizna te de be!

Bextê te reş be!

Bextî reşî li te bikevit!

Bextreşo

Bêyî bimînî!

Bi av û bi agir çûyî!

Bi corka ketiyo!

Bi te keve derdekî bê derman, dermanê te şîrê teyran û qoçê keran be!

Bi xuriya ketiyo!

Binerd bêyo!

Bira li te bimre!

Birûska meha gulanê li te bikevit!

Birûska Xwedê li te bikeve



05.09.2013 01:03 | endazer

42. Canzerî biyo!

Çarka (laçika) spî li gewriya te biale!

Çav rijyayo! Çav derketiyo!

Çavê te birije ber pê te!

Çavê te birije nav lepê min!

Çavê te birije!

Çavê te derkeve!

Çavê te kor be!

Çavê te li deriya be!

Çavê te li mista min bikeve (keve)!

Çavê te tim li riya be!

Çavên te reş bin!

Çavtarî!

Çavtariya mirnê te bigirit!

Çengê te bişkê!

Çêtiyên te werin xwarê!

Cî û war destê te nekeve!

Cîgera te biperite!

Cîgera te devê te de bê xwarê (were)!

Cîgera te di pozê te re were!

Cîgara te pirtî pirtî be û devê te de bê xwarê!

Cîgera te qul be!

Cihimiyo!

Çira te bitefe!

Cîranê te mîratxwerê te be!

Ciyê te li şêneya tunebe!

Çopleme girtî!

Çûna te hebe hatina te (vegera te) tunebe!

Çûyîna te hebe hatina te nebe!



05.09.2013 01:05 | endazer

43. Dê û bab li te bimrin!

Deng li te bibile!

Dengê dergûşa kurîn nekeve guhê te!

Dengê vajîna zarokan nekeve guhê te!

Dêran bî!

Derd û êş dowanzdeh mirin!

Derdê bê derman bikeve canî te!

Derdê Eyûbê kurmexwarî li te bikeve!

Derîmoro!

Deriyê te babê te bê girtin!

Deriyê te kilît bibe!

Destê te bişkê!

Destê te pûç bibe!

Di bin çengan de hato!

Di çava (n) de hato!

Di gewriyê de mayo!

Di her (şeş) zarokên xwe di şoyekê de veşêrî!

Didan devê te de nemînin!

Dil û hinavê te di devê te de were!

Dil û hinavên te bêne xwarê!

Diya te bimre!

Dukel ji mala babê te bilind nebe!

Dûndana te kor bibit!

Dûnde bi dû te nekeve!



05.09.2013 01:07 | endazer

44. Elem!

Em cenazê te rakin!

Emrê te dirêj be, têrxwarina te tunebe!

Ev nan xenîbê te be!

Eyûbê kurmxwarî, te xwarî!

Ez çavê te bi destê xwe bidim serhev!

Ez hêvîdar im heya te ser goniyê be!

Ez kefenê te bi destê xwe bibrim!

Ez kevirê te bi ser dilê xwe dim!

Ez li ser serê te bigerim!

Ez li te helal nakim, bi agir û pêtî be bi canê te keve!

Ez te bi destê xwe veşêrim!

Ez te bispêrim Xwedê!

Ez te dispêrme Xwedê û pêxember!

Ez te li dora serê xwe bigerînim

Ez te qurbana serê xwe kim!

Ez xêrê ji te nebînim!



05.09.2013 01:08 | endazer

45. ‘Emirkurt!, ‘Emirquto!

‘Emrê te kurt be!

‘Emrê te yê sîvanokê be!



05.09.2013 01:08 | endazer

46. Êkanê sêsale xwe li gurba te bidit!

Êlih te bidetin!

Êşa zirav li te keve!

Êvar li te nebe!

Felek li te bigere!

Fetisiyo!



05.09.2013 01:09 | endazer

47. Gence gence bî! (Çînî çînî bî!, perçe perçe bî! Kirtî kirtî bî! Kitor kitor bî!).

Gerdena te bifisit!

Gewriya te de bimîne!

Goşt helisiyo!

Goştê canê te bihele!

Goştê canê te bihele, tu bibî komek hestî!

Goştê te pirtî pirtî devê te de bê xwerê!

Gor bi dest neketiyo!

Gor bi gor be (bî)!

Gor li te teng be!

Gorbigor geryayo!

Gorbigor herî!

Gorî buyo!

Gulîkurê!

Guliyê te birijin!

Guliyê te kurr be!

Gulla berbanga sibê li te keve!

Gulla serê sibê li te keve (lê keto)!

Gunê te reş be!

Gur tê keve nav pezê te!

Guran xwaro!

Gurê har bi te bigre!

Gurgê reş te bixwetin!



05.09.2013 01:10 | endazer

48. Ha tu bi reş bî!

Herî înşellah venegerî!

Hes tu bi jana zirav bikevî!

Heş û reş can bedenê te werbin!

Hêtereş hêta te bigre!

Hêtereş te bigre!

Hewî bê ser te!

Hey bîbigên te darijin ber pên te!

Hey girfiringî li te bên û neynok tinebin tu xwe pê bixrînî!

Hey koremar li binê belga guhên te ve bidit!

Hey mala te xera be!

Hey perqitiyo!

Hey qet têr nexwî!

Hey qet û weselên te vewerin!

Hey topa Xwedê lê keto!

Hey tu bi jîn biyo!

Hey tu qulinca tirkî girtî!

Hey Xwedê dîn û îman ji te sitandiyo!

Hirça gurgemêr li rasta te bêt!

Hûn ber lêmiştê (lehiyê) bikevin!

Hustiyê te ber te de bimîne!



05.09.2013 01:12 | endazer

49. Înşellah nemêr bî!

înşellah ser zînî nebirqî!

înşellah sitûyê te bişkê!

înşellah topa Mustefa li te bikevit!

înşellah tu herî venegerî!

înşellah tu jehriyê bikevî!

înşellah tu têr nexwî!



05.09.2013 01:13 | endazer

50. Jahrî!

Jan te bigre!

Janazirav bi te de were!

Janazirav te bigre!

Jeniya marê kor bixwî!

Ji babê xwe, Rebî kes jê nemîne!

Ji gewriya te neçe xwarê!

Jî kurto!

Ji mêraniyê bikevî înşellah!

Jin bê ser te!

Jina te bimre!

Jiyê te bi san û keran bimînit!

Jiyê te bibit jiyê heliz û gorizê!



05.09.2013 01:14 | endazer

51. Kalîna pez li ber deriyê te neyê!

Kambax be!

Kebaniya te bimre!

Kefreşiya mirinê te bigirit!

Kerafî!

Kerrafî be!

Kerrafiya mêrê mirinê!

Kerrafiyê bixwe!

Kerr biyo!

Kerrê te li kwirê te bi hesili! (bi qelibe)

Kevir kuçik li serê te be!

Kevir û ber te de were!

Kevir û koçik li te bibare!

Kevrê te bi ser kevran nemîne înşellah!

Kezeb piritî!

Kezeb reş!

Kezeb xwê biyo!

Kezeba te bişewitit!

Kezeba te bikele!

Kezeba te devê te de bê xwarê!

Kezeba te parî parî be!

Kezeba te were xwerê!

Kezeba xwe reş neke!

Kezebşewitiyo! Kezebperitiyo!

Kezîkurê!

Kilîta li deriyê te bikeve!

Kirmên duvî bidin laşê te!

Kitig di kuçka te de bizên!

Koçik nan destê negre!

Koçkê te bê agir be! (Yanî: tu bê jin bimînî)

Koda gerê bi dest de nekevit!

Kok lê bibire

Koka we biqele (biqelike)!

Koka we vemire!

Konê te ji nav konan bê hilanîn!

Korahî di çavên te bikevit!

Kordunde çûyî!

Koremar bi te vede!

Korocax bî!

Kotîbîn bikeve mala bavê te!

Kuçikê har bi te bigre!

Kul bikeve mala te!

Kul û mirin!

Kula Helebê bikeve mala babê te!

Kula Helebê di mala te bikeve!

Kula Helebê li te keve!

Kula reş ser mala te de bêt!

Kula salê li te bikeve!

Kulê biro!

Kulî di zadê te bikeve!

Kund li deriyê te bixwîne!

Kund li ser xaniyê we deyne!

Kundê kor li deriyê te bixwîne!

Kundê kor li şûn û warê te bixwîne!

Kunêra reş li singê te hato!

Kurê helekê!

Kurê te bimre!

Kureder!

Kurm û kêz di laşê te bikevin!

Kurr û kem bî!



05.09.2013 01:17 | endazer

52. Laşê te çêtî çêtî be!

Lawo, tu pitkê pola re derkevî!

Lê şerab be!

Lê pîroz nebe!

Le‘netiyo!

Li te bi jehr be!

Li te bi xwîna xinzîr be!

Li te bibe keratî!

Li te goştê xinzîr be!

Li te heram be!

Li te jehra maran be!

Li te kul û derd be!

Li te ne helal be!

Li te negivire!

Li te xwîna xinzîrê be!

Lingê te bişkê!

Lingê te yê paşiyê negihe pêşiyê!



05.09.2013 01:18 | endazer

53. Mala babê te wisan xera bitin, bite berkê kinifan!

Mala babê te xera be, stûn tunebe xwe ber bigre!

Mala te here ber mîrata!

Mala te biçit ser malê!

Mala te heft mîrate geryayo!

Mala te ji nav malan bê hilanîn!

Mala te li heft mîratan geryayo!

Mala te ne ava!

Mala te ne ava, mervantî ne heqê te!

Mala te xera be!

Mala xera be kêl li ser kêlê nemîne!

Malê te bibe belayê serê te!

Malşewitiyo!

Malkambaxo!

Malkavil buyî!

Malwêrano!

Malxerabo!

Malxopano!

Mar û mişk di malê keto!

Marê kor bi te ve bide!

Marê reş bi te ve bide!

Ma şale (înşellah) bi kuştineke neşûştî herî!

Ma şalê (înşellah) kirasê reş li te be!

Ma şalê (înşellah) tu di nava alemê susret bî!

Ma şalê (înşellah) tu gullakî herî!

Ma şalê (înşellah) tu herî darbesta te were!

Ma şalê (înşellah) tu rahêlî bi çi bibe ax!

Ma şalê (înşellah) tu yekî sibê, yekî nîvro, yekî êvarê hilînî!

Me helewiya te xwaro!

Mefil mewace (nexweşiya zikêşê) te bigre!

Mejî di poz re hato!

Mejî di qirrikê keto!

Mejîreşî li te bikevit!

Mejiyê te di pozê te re were! Mejî poz re hato!

Mêlakê te devê te de bê!

Mele negihe ser te!

Mêrê te bimre!

Meyt li erdê mayo!

Meytê te hilê! Meyt hilato!

Meytê te li erdê bimîne! Meyt li erdê mayo!

Meytê te xwerê teyr û tuyan be!

Mezin nebî!

Mezin nebiyo!

Mezinê mezela buyo!

Milê te bişkê!

Min helewiya te xwaro!

Min ji te xêr nediyo!

Miradê te bi axê bibe!

Miradê te di qirika te de bimîne!

Mîratbuyî!

Mîratxur tunebuyo!

Mirazê te çavê te de bimîne!

Mirazê te di qirika te de bimîne!

Mirazê te mirazê gulka (navê pincarek e) biharê be!

Mirin di çava keto!

Mirna te hebit lê veşartina te tinebit!

Moran serê te de barê!

Moran serê te de bê!

Mû tişkê te ve neyê!



05.09.2013 01:22 | endazer

54. Nanê ceh destê te nekeve!

Nanê rojê destê te nekeve!

Nanê te bi sêlê ve nemîne! (Yanî: jina te bimre)

Nanê te li ser sêhlê bisojit!

Navê te ji dinyê hilê!

Navê te nav navan nekeve (nehîlê)!

Ne li vê dinyê ne li wê dinyê têrxwarina te tunebe!

Neke der!

Nemêr bî înşellah (ma şalê)!

Neviyê xwe nebînî!

Nexweşiya koçkan bi te bigre!

Neynûk (nênûk) tunebe tu xwe pê bixurînî!



05.09.2013 01:23 | endazer

55. Ocax bi te ve bide!

Ocaxa te bitefe (vemire)!

Ocaxa te ji kok de vemire!

Ocaxa te kambax be!

Ocaxa te kor be!

Omrê te bibe omrê helizê hezîranê!

Oranî bi çava da hato!

Oxira te li hev neyê!

Oxira te ne ya xêrê be!

Oxira te nîvê rê be, bextê te jî bextê sê (koçik) be!

Oxira te oxira xêrê nebe!

Oxra te nehatin ve be!

Oxra te nîvê rê be!

Oxra te ya Qulo (qubo) be!



05.09.2013 01:24 | endazer